DOLAR
18,8288
EURO
20,1972
ALTIN
1.134,16
BIST
4.186,01
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
6°C
Diyarbakır
6°C
Parçalı Bulutlu
Perşembe Açık
7°C
Cuma Açık
8°C
Cumartesi Açık
8°C
Pazar Açık
8°C

​​​​​​​Ji Avaşîn heta Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkeran

​​​​​​​Ji Avaşîn heta Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkeran
02.05.2022
0
A+
A-

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên kurdî û hikumetên Iraq û Şamê dewam dikin. Îbrahîm El-Qeftan û Telal Mihemed ji ber xeteriya van êrişan hişyarî da û bang li hikumetên navborî kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriyê stratejiyeke hevbeş pêk bînin.

Dewleta Tirk a dagiker bi beşdarbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de êrişên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê (Metîna, Zap, Avaşîn) da destpêkirin. Êrişên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîne, lê ji destpêka Nîsanê ve gûrtir bûne.

Li aliyekî din artêşa Iraqê sewqiyatên mezin şandin Şengalê, di heman demê de lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de didomîne.

Hemwextî van geşedanan jî, hikumeta Şamê ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê giran kir.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed armanca van êrişan û rêbazên rabûna li hemberî wan ji ANHA’yê re nirxandin.

‘TIRKIYÊ NAXWAZE HERÊM ARAM BE’

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku Tirkiyê israr dike ku aramî li herêmê tunebe, carekê bi hinceta şerê li hemberî kurdan û carek din bi hinceta şerê aliyên din êriş dike, lê eşkere bû ku zihniyeta wî ya berfirehkirina qada dagirkeriyê û têkbirina her projeyeke demokratîk li herêmê, nehatiye guhertin.

‘KOBANÊ DESTPÊKA XILASBÛNA JI DAIŞ’Ê BÛ’

Îbrahîm El-Qeftan îşaret bi girîngiya bajarê Kobanê kir û got: “Kobanê xwedî girîngiyeke taybet e. Her kes dizane ku rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kobanê dest pê kir. Em dizanin ku ruxmî hêza DAIŞ’ê Kobanê neket û DAIŞ nikarî derbasî bajar biba. Kobanê ji bo şêniyên herêmê semboleke taybet e. Em wê wekî bingeha sereke ya xilasbûna ji DAIŞ’ê dibînin.”

‘DEWLET NE KOMLEYÊN XÊRXWAZIYÊ YE’

El-Qeftan destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî û aliyên garantor nîşan didin ku ew alî têkiliyên xwe li ser esasê berjewendiyên ava dikin, dema ku berjewendiyên Rûsya bi Tirkiyê re hebin, Rûsya li hember her kiryareke Tirkiyê dengê xwe nake, heman tiştk ji bo Amerîkayê jî debasdar e.

El-Qeftan îşaret pê kir ku gelê Sûriyê dizanin ku ev dewlet ne komeleyên xêrxwaziyê ne, lê li gorî berjewendiyên xwe li ser hesabê gelan tevdigerin.

Îbrahîm El-Qeftan got: “Divê em sûdê ji vê mijarê bigirin û berjewendiyên xwe ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bigerin.  Em bi hemû aliyên Sûriyê re, çi ligel Şamê bin, çi bi opozîsyonê re bin, çi ligel aliyên Sûriyê bin divê em jî li berjewendiyên xwe binêrin mîna çawa welatên din li berjewendiyên xwe dinêrin.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ TEORIYA SIFIRÊ DIMEŞÎNE’

Ji sala 2011’an ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi ambargoyê re rû bi rû ne, lê şêniyên wî  serî ji van siyastan re netewandin û teslîm nebûn.

Hikumeta Şamê ambargo girantir kiriye û rê nade ku madeyên sereke yên xwarin, sotmenî û derman derbasî her du taxan bibin.

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku rejîma Şamê li dijî gelê Sûriyê hîna jî xwe dispêre teoriya sifir an ku (Ez an ne tu kes) û got:  “Ev yek bandoreke neyinî lê dike. Divê tevahî alî zextê li şêniyên Sûriyê yên li Şêxmeqûsd û deverên din nekin. Heger hikumeta Şamê di çareserkirina aloziya Sûriyê de cidî be, divê xwe danexe vê asta biçûk.”

Piştî serdana serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya 15’ê Nîsanê ji bo Stenbolê û hevdîtina wî ya bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrişên qirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

‘GELÊ KURD NE YÊ DUH E’

Derbarê geşedanên li herêmê diqewimin de, Hevserokê Partiya Aştiya 

Demokatîk a Kurdistanê Telal Mihemed got, geşedanên rû didin, girêdyaî pêşketinên li Rojhilata Navîn, nakokiyên di navbera dewletên herêmî û navneteweyî de ye ku doza kurdî li ser maseya diyaloga van dewletan e.

Telal Mihemed diyar kir ku gelê Kurd di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de rewşa xwe zelal nekir û got: “Niha em di şerê cîhanê yê sêyemîn de ne, cîhan dizane ku gelê Kurd bi fedekarî û berxwedana xwe li hemberî bihêztirîn rêxistina terorîst sekinî. Gelê Kurd ê îro ji yê duh cuda ye.”

‘ARMANC DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’

Mihemed bi domdarî got: “Di siyasetê de dostên mayînde tune ye, her wiha dijminekî daîmî tune ye. Lê di rewşa kurdan de dijmin dijmin e. Edogan dixwaze Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd qir bike, hincetên wî yên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê şerê li dijî PKK’ê ye. Ev hincet derew in, armanca wî dagirkirina Kurdistanê ye.”

Telal Mihemed bang li berpirsên hikumeta Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên li wir kir ku çavê xwe li kiryarên ku têne kirin negirin û wiha domand: “Dijmin ne xeşîm e, dixwazin kurdan ber bi şerekî birakujiyê ve bibin ku di vî şerî de tenê gelê Kurd, doza kurdî û tevahî Kurdistanê windahiyan bibîne.”

‘ÊRIŞ ENCAMÊ LIHEVKIRINA DAGIRKER Û PDK’Ê YE’

Mihemed êrişên dewleta Tirk bi hevdîtina dawî ya PDK û dewleta Tirk ve girêda û ev tişt diyar kir: “Lihevkirinek di navbera wan de heye ku em dikarin bi gelek dosyayan ve wekî, nakokiyên di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û PDK de, dosyaya hilbijartinên Iraqê, pirsgirêkên li Iraqê, kêşeyên navxweyî yên di navbera her du aliyan de yên li ser gaz û petrolê girêdin.”

‘DEWLETA TIRK DESTEKÊ DIDE REJÎMA SÛRIYÊ`

Di hin raporan de behsa vegera têkiliyên hikumeta Şamê û Tirkiyê hatin kirin. Tê gotin ku ev têkilî li ser asta îstîxbaratê bû, lê hikumeta Şamê van agahiyan derew derxîne û dibêje ku ev têkilî venagerin.

Derbarê mijarê de, Telal Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk destekê dide rejîma Sûriyê û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk destekê dide rejîma Sûriyê. Raste Tirkiyê di ragihandinê de dibêje rejîma Sûriyê destpotî ye, lê di bin maseyê de û di raporan de behsa nêzîkbûna bi rejîmê re tê kirin. Ev rastiyeke ku nayê veşartin.”

‘DIXWAZIN ŞENGAL BIXIN BIN BAZARÊN SIYASÎ’

Li aliyekî din jî hikumeta Iraqê mîna Tirkiyê dîwar di navbera herêmê de lê dike. Hikumeta Iraqê bi hinceta parastina sînorê xwe ji DAIŞ’ê, dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê dike. Lê çavdêr dibêjin, armanc dorpêçkirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser e.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku armanca lêkirina dîwar dorpêçkirina Rojava û ferzkirina zextê li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Her wiha destnîşan kir ku rûdanên li Şengalê berdewama peymanên di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de ye û wiha domand: “Şêniyên Şengalê bajarê xwe rizgar kir, ji saeta 2014’an ve û heta niha tu kesî alîkariya wan nekiriye. Îro dixwazin Şengalê bixin bin bazarên siyasî.”

Di demên dawî de êrişên li ser Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê zêde bûn, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li eniyên şer ên bi QSD’ê re bi cih kirine.

Li ser vê mijarê Telal Mihemed da zanîn ku êrişên Tirkiyê û gefên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên lihevkirinên wê yên bi dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê re ne ku bi fermanên Rûsyayê têne kirin. Mihemed her wiha daxuyand ku Rûsya bi rêya van êrişan dixwaze Rêveberiya Xweser tawîzan bide rejîma Şamê û ambargoya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bi armanca fezkirina zextê li ser Rêveberiya Xweser e.

VEGERA DAIŞ’Ê TÊ WATEYA DIRÊJKIRINA TEMANÊ ALOZIYÊ Û GÛRKIRINA WÊ

Hemwextî êrişên dewleta Tirk, DAIŞ’ê ragihand ku ew vegere û tola lîderê xwe hilîne. Ev dide diyarkirin ku xeterî û planeke mezin li ser herêmê hene.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bi bîr xist ku DAIŞ’ê di aliyê ceografî de li Sûriyê bi dawî bûye, lê şaneyên wê hîne hene û wiha got: “Dema ku çareseriyeke siyasî hebe û Rêveberiya Xweser di destûrê de were pejirandin wê demê em dikarin behsa binkeftina mayînde ya DAIŞ’ê bikin.”

Mihemed got, vegera DAIŞ’ê li herêmê girêdayî dewletên ku ew ava kirine û destek dane wê û wiha pê de çû: “Vegera DAIŞ’ê tê wateya dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û kûrkirina wê. Vegera wê girêdayî ajnîdeyên dewleta Tirk û dewletên ku çareseriya demokratîk li Sûriyê asteng dikin. Çareserî

di naskirina Rêveberiya Xweser û avakirina dadgehekê ji bo darizandina bi hezaran çeteyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ye.”

Têkildarî lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de jî Mihemed diyar kir ku dîwar ne ji bo parastinê ye mîna ku hikumeta Kazimî îdia dike û wiha axivî: “Êrişa DAIŞ’ê ji Mûsilê dest pê kir. Aliyên ku dîwar lê dikin bi xwe ne yên ku ji Şengalê vekişiyan û şêniyên wê bi tenê li pêşberî jenosîdekî hiştin. Hikumeta Iraqê Şengalê dorpêç dike da ku zextê li rêveberiya wê bike û rewşa êzidiyan vegerîne mîna beriya 2014’an, an ku mafên wan neyê naskirin. Zarokên Şengalê ji bo parastina Şengal û rizgarkirina wê têkoşiyan û li be xwe dan û mafên wan e ku rêveberiyeke nenavendî ava bikin.”

Mihemed bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka parastina Şengalê rewşeke destûrî ava bike û da zanîn ku lêkirina dîwar tê wateya dorpêçkirina Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

PEYAMA JI LÊKIRINA DÎWAR: ME RÊ LI BER BERXWEDÊRAN GIRT

Telal Mihemed îşaret pê kir ku bi lêkirina dîwar dixwazin vê peyamekê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê `Me rê li ber berxwedêrên ku bi hawara xelkê Şengalê ve çûn û ew hembêz kirin, girt’ û wiha domand: “Bi lêkirina dîwar dibêjin ku em nahêlin hûn tu alîkariyê bidin Şengalê. Gelek name hene ku hikumeta Iraqê dixwaze bighîne Tirkiyê û jê re dibêje, em fermanên te pêk tînin.”

Mihemed diyar kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, projeyek demokratîk ji nû ve xuya dibe ku dê ji bo avakirina dewleteke federal bibe destek û gelên ku mafên xwe bi dest nexistin, dê bi serketina vê projeyê bi dest bixin.

‘DIXWAZIN KURDISTANÊ BIKIN 8 PARÇE’

Hevserokê Partiya Aştiya Demkratîk a Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku hişyar bin û got: “Heger me hişyar nebin û destekê nedin hev em tiştekî bi dest naxin. Pirsgirêk bi rêya diyalogan çareser dibin. Em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bila em yek bin. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê destkeftî hene divê em biparêzin. Dijminên me dixwazin Sykes Picot a nû xêz bikin û Kurdistanê ji 4 parçeyan bikin 8 parçe.”

(bb)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.