DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Îxwanên li Lîbyayê êrişî wezîra karên derve kir

24.04.2021
0
A+
A-

Partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanan êrişî wezîra karên derve ya hikumeta Debîba Necla El-Menqûş kir, piştî ku daxwaza derketina çeteyan ji axa Lîbyayê kir.

Piştî ku wezîra karên derve ya Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Necla El-Menqûş banga betalkirina peymana bi Tirkiyê re û vekişîna hêzên wê ji Lîbyayê kir, Partiya Edalet û Avakirinê baskê siyasî yê rêxistina Îxwanan a li Lîbyayê, êrişî wê kir. 

Li gorî ajansa Akî ya Îtalyayê, Necla di civînekê li gel Komîteya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Îtalyayê de li Qesra Monte Cittorio, teqez kir ku Lîbya di heman demê de di niyeta xwe de bi israr e. Her wiha bi armanca derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê bang li tevahî dewletan kir ku hevkar bin.

Necla El-Menqûş got: “Ji bo Lîbyayê ev gelekî girîng e. Ji ber ku ewlehiya welatê me bi vekişîna hêzên biyanî ve girêdayî ye.”

Piştre serokên Îxwanan û hêzên wê yên li Lîbyayê yên bi navê ‘Burkan El-Xadab’ wek bersiva vê bangê û ji bo parastina hebûna Tirkiyê, seferber bûn.

Partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanan got banga wezîra karên derve ji bo vekişîna hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê “sosret e” û îdia kir ku ev hêz ji bo piştgiriya ewlehiyê û li gorî lihevkirineke fermî ya hevbeş bi dewleta Lîbyayê re li wir in û ne “çete” ne.   

(dx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.