DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Îtîlafa Sûriyê û Tirkiye êdî ENKSê di nava xwe da qebûl nakin

17.09.2020
0
A+
A-

Zinarê Xamo

https://zinarexamo.blogspot.com Hindik-Rindik

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir Herîrî, bêyî ku ji ENKSê ra bibêje, sebebê wê îzah bike, nûnerê ENKSê yê Îtîlafê, endamê Heyeta Danûstendina Opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ji karê wî dûr xistiye û yekî ereb xistiye şûnawî.

Helbet ev skandal e, ne haya ENKSê pê xistine û ne jî ji Hewas Egîd ra gotine çima em te dixînin.


Hewas Egîd û ENKS dibêjin efendim biryar hîn neketiye praktîkê, biryar ne resmî ye, hîn ji me ra tiştek negotine, filan bîvan.


Yanî meselê nerm dikin, naxwazin bibêjin ji ber ku em bi PYDê ra didin û distînin Îtîlafê em ji nava xwe qewitandin. Helbet ev jî bi emrê Tirkyê hatiye kirin.


Çimkî ji bo ereb û tirkan şertê hebûna ENKSê di nava Îtîlafa Sûriyê da dijminatiya PYDê ye. 


ENKS nuha bi nabênkariya Amerîkayê û Fransayê bi PYDê û hêzên din ra dipeyive, di demeke nêz da ewê li hev bikin û îdareyeke mişterek ava bikin. 


Tirkiye li dijî vê yekê ye. Tirkiye dixwaze kurd tim du, sê serî bin û neyartiya hev bikin. 


Gava ENKS viya neke, bi PYDê ra, bi hêzên din ra li hev bike û di rêvebiriya herêma Kurdistanê da cî bigre Tirkiye viya qebûl nake. Tirkiye dixwaze ENKS bi PYDê ra tim di nava şer û dubendiyê da be. 


Lema jî Tirkiyê emir daye serokê Îtîlafê Nesir Herîrî, gotiye nûnerê ENKê Hewas Egîd ji nava xwe dûr xin. Herîrî jî ev emrê Tirkiyê  bi cî aniye.

“Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê”, di rastiyê da heyeteke siyasî ya Tirkiyê ye, Tirkiyê çê kiriye û Tirkiye îdare dike. Herîrî, merîrî giş pîyonên Tirkiyê ne, bêyî emir û destûra Tirkiyê ew nikanin tu biryarê bigrin û Hewas Egîd bavêjin.


Ne rast e, Hewas Egîd û ENKS vê meselê nerm bikin, vir da wê da bibin û bînin, bibêjin efendim hîn baş ne xuya ye, biryar ne resmî ye, filan û bêvan.


Qet çivan nedin xwe, biryar resmî ye, ya Îtîlafê ye û ji bo ku nîşan bidin ji têkiliyên we û PYDê baş xeyidîne ENKS ji nava Îtîlafê qewirandin. Maneya ezilkirina Hewas Egîd ev e, vê rastiyê şêlû nekin, qebûl bikin.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.