DOLAR
9,3418
EURO
10,8711
ALTIN
533,61
BIST
1.432
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Istixbaratên Tirkiyê – Sûriyê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser di nav peywendiyê de ne’

06.06.2021
0
A+
A-

Şêx eşîreya El-Sada El-Heyalîn diyar kir ku hin alî dixwazin hevgirtina niştîmanî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xira bikin. Her wiha Endamê desteya rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got pêwîstiya Minbicê bi zarokên wê heye da ku li hember gefên hundirîn û yên derve bisekinin.

Beriya çend rojan li bajarê Minbicê hin bûyeran rû da. Hin aliyan xwestin vê yekê bi kar bînin da ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derxînin. Ji bo tevlîhevî mezin nebe Rêveberiya Sivîl, leşkerî û şêxên eşîreyan hemleya Erka Xweparastinê li Minbic û gundewarên wê sekinandin û dê nîqaş û lêkolînan li ser bikin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîreya El-Sada El-Heyalîn Eledîn Şêx Ehmed kiriyarên xirakirinê ku di demên dawîn de li Minbicê rû da şermezar kirin û got:” Ev komployeke ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê kirin da ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derxînin û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin. Hin alî dixwazin hevgirtina niştîmanî ya di navbera Kurd û Ereban li bajarê Minbicê de têk bibin û tevlîheviyê derxînin.”

‘ERKA XWEPARASTIN ERKA ŞEREFÊ YE’

Eledîn Şêx Ehmed diyar kir ku Minbic ji bajarên ku bi gelê xwe tê naskirin û bang li eşîreyên Minbicê kir ku hişyar bin, li pey tevlîheviyê neçin û piştgiriya ji Rêveberiya Xweser re û sekna li hember hemû hewldanên tevlîheviyê û xirakirina aramî û ewlehiya li herêmê, pişterast kir.

Şêx Eledîn diyar kir ku Erka Xweparastinê erka şerfê  di asta yekemîn de, erka şehadet û parastina hemû pêkhateyên li herêmê ye.

‘DIVÊ ŞÊNIYÊN MINBICÊ Û EŞÎREYÊN WÊ PARASTINA BAJARÊ XWE BIKIN’

Her wiha Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hember Hesen jî wiha axivî: “Ev tevlîhevî xizmeta rejîma Sûriyê û dewleta Tirk dike. Armanca wan ku piştî bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike û projeya Rêveberiya Xweser bi rêya dagirkirina wê, têk biçe. Têkiliya istixbaratên Tirkiyê –Sûriyê qut nebûye. Ew hevkar in da ku Rêveberiya Xweser têk bibin. Divê şêniyên bajarê Minbicê û eşîreyên wê parastina bajarê xwe li hember çi êrişên ku dixwazin destkeftiyên wan têk bibin, bikin.”

Hember Hesen destnîşan kir ku Erka Xweparastin erka her kesî ji pêkhateyên Minbicê ye û ev tişt anî ziman: “Dest bi dest em Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin. Şênî û eşîreyên Minbicê dê tu carî qebûl nekin ku pêkhateyên herêmên din parastina Minbicê bikin.”

Hesen îşaret bi girîngiya hişyariya li hember komên dixwazin aramî û ewlehiya bajêr xira bikin kir, li pey tevlîheviyên ku hin aliyan derxist neçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîstiya bajarê Minbicê bi zarokên wê heye ku li hember gefên hundirên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve û yên derve ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, bisekinin.”

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.