DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Ebas: Iraq dê giliyê Tirkiyeyê bike

19.08.2021
0
A+
A-

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut got, ji ber zextên heyî, Iraq amade ye li cem Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike. Ebas da zanîn ku li Iraqê dengên li dijî hebûna biyaniyan wl bi hêz bibe.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamena Iraqê Ebas Sirut derbarê binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê, ji Rojnews re axivî.
Ebas Sirut dibêje, endamên Lijneya Asayîş û Parastinê yên Parlamenê û fraksiyonên siyasî ên ku hebûna hêzên biyanî li Iraqê red dikin, derbarê hebûna dewleta Tirk û êrişên wê de, lêkolînên xwe temam kirine. Ebas got, rojên bê, dengên li dijî hebûna biyaniyan li Iraqê wê bi hêz bibin.

Ebas di dawiyê de jî dibêje; “Ji ber zextên li ser Wezareta Karê Derve ya Iraqê heyî, divê li dijî dewleta Tirk, li cem Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê were kirin.”

Iraq divê Êzîdiyan biparêze
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê got, “Nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şengala dîrokî, em xemgîn kirin. Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, zêde bû. Divê Hikûmeta Iraqê berpirsyariya parastina hindikahiya Êzîdî ku di dîrokê de gelek êş kişandine, hilgire.”

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li Bazara Kevin a navenda Şengalê, wesayîtek bombebaran kir, Fermandarê YBŞ´ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xudêda şehîd bûbûn.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker pêr jî li gundê Sikêniyê komkujiyek kir. Balafiran Nexweşxwaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Ozgurpolitika

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.