AFP’ê diyar kir ku nîqaşên vê civînê, heta ku rojnameya brîtanî Financial Times di hejmara xwe ya yekşemê de eşkere kirin, veşartî man.
Lê Riyadê ev yek derewand û Tehranê jî tu axaftin li ser vê yekê nekirin û tenê got her tima diyaloga bi Erebistana Siûdî cihê pêşwaziyê ye.
Rayedarekî iraqî piştrast kir ku di destpêka Nîsanê de şandeyeke Erebistana Siûdî bi serkêşiya serokê îstîxbaratê Xalid Bin Elî El-Himêdan û şandeyeke Îranê ya bi serokatiya du bepirsan ji komseriyê ji hêla sekreterê giştî ya Konseya Bilind Ewlehiya Neteweyî Elî Şimxanî li Bexdayê civiyan.
Dîplomatekî rojavayî jî got wî beriya ku danûstandin pêk werin, şopandiye û eşkere kir ku ew danûstandin ji bo başbûna têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdiyê de ne.
(dm)
ANHA