DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
13°C
Diyarbakır
13°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Hafif Yağmurlu
17°C
Pazartesi Az Bulutlu
19°C
Salı Hafif Yağmurlu
16°C

Îlham Ehmed: Mafê tu kesî tine ye bibêje hûn çima xwe diparêzin

28.10.2021
0
A+
A-

lham Ehmed, anî ziman ku dema li dijî dagirkerî û êrişan parastina xwe dikin mafê tu kesî tine ye ku wan re bibejin hûn çima xwe diparêzin û got: “Heta ku ev kêr li se qirika me be pêwîstiya me bi çeke heye. Dema êriş çê bibe ev civak bi rengekî xwezayî dikeve nav berxwedanê.”

Îlham Ehmed: Mafê tu kesî tine ye bibêje hûn çima xwe diparêzin

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku divê hesab bê kirin ku dewleta Tirk her wext îhtimala dintiyêke wiha bike heye û got: “Di Navneteweyî de em hewl bidin ku êriş çê nebe, li ser erdê jî dê hemû amadekariyên me yên berxwedanê hebe, sekna me bi rûmet wê hebe. Em hêvî dikin ku êrişêk wiha çê nebe. Berovajî wê em hewl didin ber bi çareseriyê ve herin.”

Têkildarî qebûlkirina statûya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmd spasiya Parlamantoya Katalonyayê kir û ev yek wek gavek erênî û girîng nirxand. Îlham Ehmed diyar kir ku dibe ne tenê Katalonya, lê belê gelek herêm û welatên din jî gavên wiha biavêjin ku hwel bidin vê di Destûra Sûriyê de jî bidin qebûlkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed duh derbarê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, encamên hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser-MSD yên li derve, her wiha civînên ku tê payîn bên lidarxistin di bernamaya taybet a ANHA`yê de axivî.

Navaroka hevpevyînê wiha ye:

Hevdîtinên ku we bi Moskov û Washingtonê re çêkirin çawa derbas bûn? Di helwestê wan de li gor hevdîtinên berê we çi dît?

Niha derbarê rewşa Sûriyê bi giştî de xuya dike ku ev hêzên di hundirê Sûryê heya demekê jî wê bi vê şêwazê hebûna xwe berdewam bikin. Bi taybet lihevkirinek giştî li ser daxistina tansyona di hundirê Sûriyê de heye. Ev lihevkirina heyî nayê wateya ku wê pirsgirêka Sûriyê çareser bibe, biqede û hêzên heyî wê derbikevin. Berovajî wê îhtimal e ku li hinek cihan car din şer hebe. Niha li Idlibê em dibînin ku şerek tê kirin, li Şamê piştî çend salan teqîn pêk hat, li herêmên me êrişên dewleta Tirk her dem berdewam dike. Ev tansyon daxistin wek çarçoveya pêşî li şerê berfireh giştî girtine. Di nav de her aliyek dixwaze projeya xwe di hundirê Sûriyê de temam bike. Zêde guhertinek berçav di helwest û planan hêzên navdewletî têkildarî dosya Sûriyê de nîn e.

Taybet derbarê sûcên dewleta Tirk ên li herêmê pêk tên helwestên Moskov, Washington û a herî girîng civakan çi bûn?

Ev kiryarên di van herêman de tê kirin; revandin û kuştina jinan, guhertina demografiyê ya ku tê kirin, tên dosyakirin û haya wan hemiyan jê heye. Em dizanin ku ev di bin çavderiyê de tê kirin. Dagirkirina van herêman bi lihevkirinê çêbû. Dagirkirina Efrînê bi lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî jî bi lihevkirina Tirkiyê û Amerîka çêbû. Di encamê de konseptek navdewletî hebû. Bi taybet aliyên sereke yên ku mûdexaleya wan di dosya Sûriyê de heye di navbera wan de lihevkirin çêbû. Rewşa ku di van herêman de tê jiyîn dizanîbûn wê bizivire rewşek çawa. Her çiqas fermî dibêjin em ne pê re ne lê helwesteke ku pêşaroja van herêma wê ber bi ku derê ve here heya niha ne zelal e. Ev jî bi zanebûn nayê gotin, ne ku nizanin wê çi bibe.  Ya herî girîng helwesta me ye. Nêrazîbûnê me yên li dijî van kiryaran esas in. Ev herêm divê çawa werin rizgarkirin, ya girîng bi dawîbûna dagirkeriya dewleta Tirk e. Rola dewletên herêmî di hundirê Sûriyê de êdî heya dawî bi vê şêwazê namîne, wê were bi dawîkirin. Dosya Sûriyê êdî wê ber bi çareseriyekê ve biçe.

Heya niha jî kes nikare derbasî herêmên dagirkirî bibe. Gelek caran banga rêkirina şandeyek bêalî hat kirin. Ev mijar bi çi awayî di nav nîqaşê we de cih girt?

Daxwaz her tim heye. Heya niha NY, Amerîka, Rûsya bi rehetî dikarin saziyek bişînin. Rûsya car caran bi hebûna xwe li wir xuya dike. Dema vê nakin nayê wateya ku haya wan jê tine ye. Di asta herî jor de agahiya wan jê heye. Ji bo wê jî girîng e, divê saziyek bêalî derbasî van herêma bibe bi taybet saziyên mafê mirovan derbas bibe û kiryaran belge bike. Heya niha nahêlin ku ragahandin derbas bibe. Ger derbas dike jî, ji bo ku ji cîhanê re bibêjin; binêrin herêmên ku ez derbasê bûne bi ewle ne. Bi vê armancê hinek dezgehên ragahnadinê derbas dikin. Em her tim li pey vê daxwazê ne.

Li dijî van hevdîtinên we ji aliyê rejîma AKP`ê ve nerazbûn hatin nîşandan, her wiha ruxmî ku Erdogan çû Washingtonê lê bi aliyê tekildar re hevdîtinên wan çênebûn. Hûn vê çawa dixwînin? 

Raste, em li wir bûn, şandeyên Sûriyê û Tirkiyê jî hebûn. Mirov dikare vê di çarçoveya têkiliya dewleta Tirk û Amerîka de binirxîne. Li wir hevdîtinên ku me kirin girîng bûn û pêwîst bûn. Bi taybet piştî rêveberiya nû hat hilbijartin, rewşên heyî, şaşitiyên hatin kirin, çawa divê bên sererastkirin, qirkirina li ser Kurdan çawa bi dawî bibe, pêwîst bû ev hevdîtin werin kirin. Di navber Tirkiyê û Amerîka de esas ew têkiliya ku darbe xwariye berçav mirov dikare bibîne. Dewleta Tirk di aliyê piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan, QSD`ê aciz dibe, lê di bingeh de dewleta Tirk êdî xeta xwe guhertiye. Ketiye xetek din, ne di nav xeta NATO dimeşe.

Niha di çi xetê de dimeşe?

Siyaseteke nû esas digre. Berjewendiyên ku dixwaze pêk bîne li derve sînorên xwe tevger dike. Demekê gotin Tirkiyê tev li koalîsyona li dijî DAIŞ`ê bûye, lê dewleta Tirk tev lê nebû, li dijî DAIŞ`ê şer nekir. Li ser Iraqê wê êriş çêbûba Tirkiyê destûr neda, tev li plane nebû. Ev mesela ku Tirkiyê rêyek din girtiye ne nû ye, ji demek dirêj de ye. Hîn ji dema êrişa li ser Sedam hatiye kirin ve Tirkiyê xetek ji xwe re girtiye. Lê zû bi zû dernakeve holê, bi dem re eşkere bû. Ev bi taybet di hûndirê Sûriyê, Lîbya de xuya kir ku Tirkyê xetek din girtiye. Xeta Avrasya re kar dike. Planên ku ji aliyê Amerîka tên danîn yan sîstema navdewletî de tên danîn Tirkiye berovajî wê tevgeriya. Tirkiye jî mîna dewleteke mezin, hêzêke mezin di cîhanê de ket hewesekî wiha de. Her wiha xwest li Rojhilata Navîn serokatiya împaratoriya îslamî bike.  Dema xweset vê bike berjewendiyên wê û yên Amerîka, dewletên NATO li hev nehatin. Ji bo wê bû pirsgirêk niha jî bi kirîna S-400 û îtîfaqên bi Rûsya re kirine di navbera Amerîka û Tirkiyê valahiyeke mezin çêbûye. Her çiqas hewldan hene ku vê valahiyê dagirin jî, hewldanên Amerîka û Tirkiyê heye lê Tirkiyê ketiye rêyekê ku veger jê zehmet e.

Gefên rejîma AKP`ê li ser herêmê hene. Hewldan hene ku êrişên xwe bixin qonaxeke nû. Demên gefan jî girîng in. Hûn çawa dinirxînin?

Em gefên dewleta Tirk demkî bigrin wê şaş be. Divê em vê wek siyaseta bingehîn dest bigrin. Mijar ne tenê gefên li ser Bakur û Rojhilarê Sûriyê ye. Gefên dewleta Tirk, siyasetên qirkirinê li beramberî Kurdan wek stratejiyekê esas digrin. Dijminahiya dewleta Tirk li berambera Kurdan di bingiha avabûna dewleta Tirkiyê de heye. Dewleta Tirkiyê li ser siyaseta qirkirina Kurdan û gelan hatiye pêşxistin. Tirkbûyîn li her cihî pêş xistin. Dagirkirina li Rojava re siyaseta Tirkbûnê pêş dixîne. Gefên tên kirin wekî ku demekê wê bidawî be, wê xilas bibe dest bigrin emê têkevin şaşitiyê. Dema em behsa gefan dikin divê em li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê bi giştî bisekinin. Em dibînin li Başûrê Kurdistanê ruxmî ku herêma Kurdistanê çêbûye ev bi salane dewelta Tirk êriş dike. Ew di aliyên xwe de dikare ji xwe re bûyerekê çêbike ku sedema êrişan ava bike, ji sînorên din de topan biavejê cem xwe û bibêje va ye gef li ser min heye, ey NATO xwedî li min derbikevin ku ez êriş bikim. Bi xwe êriş dibe ser xwe ku hinceta êrişê ava bike, bi vê jî sînorên xwe fireh bike. Mixabin hindek Kurd hene ku bi van siyaseta îqna dibin û dikevin bin bandora siyaseta dewleta Tirk. Aliyên Kurdî bêmaf derdixînin. Ev şaşin. Divê cidîbûn û necidîbûna dewleta Tirkiyê bigrin dest. Dewleta Tirk kîjan demê bixwaze dema lê were dikare êrişekê bike, ji xwe re maf dibîne. Rewşa niha dewleta Tirk tê de çember kiriye. Gefên wan wê berdewam bibin. Dem dem dronên wan wê hinek cihan bike hedef. Li beramberê vê reaksîyon girîng e. Divê helwesta civaka bilind be û sîstema drone bisekine. Her demê Tirkiyê bixwazê dronan derbasî herêmê bike xelkê bikujê ji xwe re maf nebîne.

Ji bo erêkirin û rewakirina êrişan jî di nav tevgerê de ne. Gelek hevdîtin bi Amerîka, Rûsya û welatên cuda re pêk anîn. Taybet civîna Soçî de çi lihevkirin yan jî bazar çêbûne?

Di navber Rûsya û Tirkiyê û her dewletekê de berjewendî hene. Bi taybet niha Rûsya dixwaze Tirkiyê himbêz bike. Di civîna Soçî de Erdogan gelekî razî derneket. Wekî ku texmîn dikir li New York Biden helwest nîşan da û bersiv neda daxwaza hevdîtina wî. Xwest Rûsyayê bigire gel xwe, lê nebû. Herî zêde li ser Idlibê sekinîn. Rêya M4 ji berê de îtîfaqa wê çê bûbû û divê Tirkiye jê derketiba. Rûsya tiştek wiha li serê Tirkiyê kiriye ku van çeteyan hemûyan kiriye bin berpirsyariya Tirkiyê. Beriya vê Amerîka Ehrar Şerqiyê kirin lîsta terorê. Bawer dikim li ser hin koman lêkolîn hene ku îhtîmal heye bixin lîsteya terorê de. Rûsya jê re gotiye tu berpirsyarê van koman î, divê tu wan bikşîne, ger tu nekşîne wê demê tê dengê xwe neke ku emê lê bidin. Barê Tirkiyê li Idlib û herêmên dagirkerî de girane. Dema vê nake êdî ji aliyê Rûsya de tê femkirin ku Tirkiye derewan dike û tenê dixwaze dem qezenc bike. Esas ew li benda erêkirinê ye. Ji Rûsya re bibejê tu cihekî bide min ezê jî vê derê bidim te. Tirkiyê dibejê li beramberî derketina xeta M4 cihekî din bidin min. Heya niha tu erêkirin negirtiye. Berxwedanek heye. Bi rastî xeter e, rewşa Sûriyê êdî wekî berê car din vir bigrin vir bidin zehmet e. Rola Tirkiyê li Sûriyê her kesî fem kiriye ku ne wekî berê digot `ez aligirê gelê Sûriyê me, ji bo azadiya gelê Sûriyê dixebitim, desteka demokratîk didim` ne wisa ye. Cîhan giştî fem kir ku niyeta Tirkiyê dagirkerî û guhertina demografiyê ye. Di navbera wan de hin zêdetir kî dikare bi Tirkiyê re hinek tiştan li hev bike maye. Rûsya dixwaze Tirkiyê li kêleka xwe bigre. Lê dixwaze serweriya hikumeta Sûriyê jî bipareze. Li ser van dengeyan dixwazin bi hev re bimeşin.

Ev demeke dirêje li dijî gelê herêmê polîtîkayên qirêj didin meşandin. Ji bo herêmê vala bikin di nav tevgerê de ne. Her wiha gelek civînan bi serokên eşiran re çêkirine. Çeteyan di bin yek sîwanê de kom kirine. Ev hemû çi diyar dike? Di planên rejîma AKP yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi heye?

Tirkiyê di hundirê Efrînê de hewilda ku sîstemek bide rûniştandin û ji cihanê re bibejê min van herêma ji terorîstan, ji PKK rizgar kir û me sîstemek baş çê kir. Lê ev çê nebû. Tirkiyê bi vê nikarî bû ji cîhanê re îspat bike ku, cihê ku dikeve dikare li wir ewlehî çê bike. Piştî ku dewleta Tirk nikarîbû vê îspat bike dixwaze bi şêwazekî din bixebite. Dema êriş li ser Kobanê çêbûn hejmareke mezin ji xelkê Kobanê derbasî Tirkiyê bûn. Vegerê de beşek li wir ma. Beşê ku li wir ma dewleta Tirk li ser wan xebitî hinek kirin MÎT, hinek jî kirin rêveberiyek sivîl a alternatîf ku car din mûdexeleya Kobanê bikin. Kurdê ku li Tirkiyê dijîn dengê wan bilind bike û ji cîhanê re bibêje `va ye xelk giştî ji vê rêveberiyê nerazîne û divê guhertinek çêbibe`. Dixwaze bi van re planên dagirkirinê bi şêwazekî din bide meşandin. Di aliyê leşkerî de zexmet bû lê vê carê bi rêya îstîxbaratê, hedefgirtina rêvberiyan, alternatîf avakirin tevdigerin. Ev planeke xeter e. Divê gelê me ji van planan agahdar be. Dewleta Tirk agahiyên hedefgirtina kesayet û rêveberan ji ku derê digre?  Divê hemû gelên welatparêz, yên ku xwedî li rûmeta xwe derdikeve di vî alî de çav vekirî be, ku karibe ev kesên bi dewleta Tirk re kar dikin ji nav xwe paqij bikin. Ev planên dewleta Tirkiyê wekî hespê Trûvayê ne. Ji hundir ve dixwaze qela veke.

We behsa êrişên li ser heremê taybet hedefgirtina hemwelatiyan bi rêya dronan kir. Li dijî vê Rûsya û Amerîka bêdeng in. Mirov vê bêhelwestiyê divê çawa dest bigre?

Esas AKP ji bo destûra hemleyek berfireh bigre zextek mezin dike. Heya niha di nav hewldanê de ye. Ji bo wergirtina gloka kesk zexmetî dikşîne. Ji bo êrişên dronê dewleta Tirk hinceta ji xwe re dibîne. Rast yan şaş, di encam de dewleta Tirk sînorê welatekî derbas kiriye û herêmên me dagir kiriye. Dibeje ku hûn çalakiyan dikin em jî dibejin herêmên me dagir kirine û herêmên dagirkirî de rojane kiryarên dijmirovî di asta herî jor de pêk tîne. Ruxmî welatê me dagir kiriye lê xwe mafdar derdixîne. Dema ku derbasî dewleteke din dibe tu ewlehiya xwe dike xeteriyê û tu êdî bela tîne serê xwe. Wê ji xeêlî re bibejê min yên PKK hedef girtiye, ew kesên PKK şerê DAIŞ`ê kirine. Dema tu wî hedef digire tê wateya ku tu piştgiriya DAIŞ’ê dike. Ev hincetên bi vî rengî li ser hinceta bikaranîna drone ne. Ev dewletên ku xwe ji vê re bêdeng dikin neheq in û neheqiyek mezin li gelê me dikin. Mijar ne PKK yan jî ewlehiya Tirkiyê ye. Bi temamî mijar ew e ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe fermî bike, meşru bike û ji dewleta re bibكje hûn mecburin vê rastiyê re bidin bistinîn.

Ger êrişek berfireh pêk bê wê dewleta Tirk bi çi re rû bi rû bimîne û wê ev êriş bi çi awayî lê bizivirin?

Berxwedan û xweparastin mafê her zindiyekî ye di jiyanê de ye. Dema em parastina xwe dikin mafê tu kesî tine ye ku bibejin hûn çima parastina xwe dikin. Dema em parastina xwe nekin em bêmaf dibin û em dibin bê rûmet.  Ya herî girîng û pêwîst xweparastina gelê me ye. Heya ku ev kêr li se qirika me be pêwîstiya me bi çek heye.  Divê siyasî, dîplomatîk, zagonî em parastina xwe bikin. Divê tu guman di ser kesî de çênebe ku em çima parastina xwe dikin. Dema êriş çêbibe ev civak bi şeklekî xwezayî tekeve nav berxwedanê. Vê carê êriş çê bibe em dizanin wê çi çêbibe. Ji bo wê jî em ê nehêlin êriş çêbibin.

Wek hamleyek ragahandinê gelekî berfireh li ser êrişê Til Rifet hat pêşxistin. Dibejê Kobanê, Minbic di hedefe de ne. Wek arteşa ragahandinê kiriye dewrê. Ger êrişek li Til Rifetê çêbibe Rûsya berpirsyar e. Li wir Rûsya heye. Lê ev nayê wateya ku dewletên din tu eleqeya wan ji mijara rojavayê Firatê wekî Idlib û Efrîn tine ye. Ger Tirkiye ewqas li ber xwe dide ji Idlibê, xeta M4 paş de venakişê ev ne biryara Tirkiyê bi tena xwe ye. Hêzên din hene ku ji Tirkiyê re dibejin berxwe bide. Ne mijarekî wiha ku raghandin kete dewrê û yekser êriş çêbibe ye. Em hesab bikin ku dewleta Tirk her wext îhtimala dintiyêke wiha bike. Ya girîng helwest, sekn, berxwedan, girêdana me axê ye. Navdewletî de em hewl bidin ku êriş çênebe li ser erdê jî hemû amadekariyên me yên berxwedane hebe, sekna me bi rûmet hebe. Em hêvî dikin ku tu êrişêk wiha çênebe. Berovajî wê em hewl bidin ber bi çareseriyê ve here.

Tê payîn ku demên pêş wê civînek sêalî (Amerîka, Rûsya û Îsraîl) pêk werê. Her wiha G20 jî dawî mehê bê lidarxistin. Ev civîn wê bandoriyek bi çi awayî li giştî Sûriyê bike?

Li ser dosya Sûriyê de nîqaşên girîng çêdibin. Her aliyek dixwaze dosya Sûriyê di berjewendiyên xwe de safî bike. Di navber Rûsya, Amerîka, Îsraîl lihevkirin çê dibin. Mijara pêşaroja Sûriyê de, çareseriya siyasî de em texmîn nakin ku demek nêz de hevdîtin çê bibe. ji ber ku hîn gelek mijar hene ku safî bibin. Mînak El Kaîde, DAIŞ hîn heye, rola Îran, Tirkiyê di hundirê Sûriyê de heye. Lihevkirin di aliyê ewlekariyê de ne, ne siyasî ne. Yê siyasî me dît ku komîteya Destûr kom bûn, tiştek jê derneket. Cinev hîn jî tu randevoyên civînan tine ne. Diyalogên me bi hikûmeta Şamê re heya niha berçav tiştekî xûya tine ye. Esas hîn dosya siyasî nehatiye destgirtin. Tişte tên kirin tevahî li ser windakirina dem e. Di aliyê leşkerî, ewlekarî, hebûna ser axê de dosya Sûriyê dest tê girtin. Daxuyanî Amerîka hebû ku di got ` DAIŞ fireh dibe, herêmên derveyî Rêvbereriya Xweser DAIŞ xwe zindî dike.` Ev tê wateya ku hinek kare leşkerî bi balafir û fûzeyan çê bibin.

Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Amerîka ev çêkirin…

Raste. Li Cerablûsê, Girê Spî, Serêkaniyê çêbûn û wê berdewam jî bikin. Di aliyê Tedmûrê gelek car çê dibe û wê çê bibin. Ji daxuyaniya wan mirov fêm dike ku çalakiyên wan êdî wê derveyî herêmên Rêveberiya Xweser jî hebin. Ev girîngin. Destpêkirina çalakiyan li wan cihan tê wateya ku lihevkirina Rûsya û Amerîka di çarçoveya ewlekariyê de hin firehtir dibe. Bê Rûsya Amerîka nikare balafirên xwe li ser Cerablûs, Ezazê yan jî cihekî din rake. Divê têkilî di navbera wan de hebe. Di vê çarçovê de wê lêdan firehtir bibe.

Li Cinêv, tora 6’an a hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê bêencam bi dawî bû. Çima encam nayên girtin û divê destûrek çawa bê ku encam jê bê girtin?

Komîteya Destûrê esas de şaş hatiye ava kirin. Beşek rejîm, beşek mûxalefet, beşek jî qaşo civaka sivîle. Ev civaka sivîl jî bi erêkirina aliyan yanî Tirkiye, Rûsya, hikûmeta Şamê çêbûye. Yên ku îtîraza wan li ser hebû jê derxistin.  Ji bo wê komîte ne rast û dirûste. Armanca avakirina vê komîte nezelal e, zelal be jî ne ji bo çareseriyê çê bû ye. Tenê ji bo ku bibejin me guhertin li Sûriyê kirin, çareseriya siyasî qediya êdî hikûmeteke hevbeş çê bikin û alîkarî bidin emê Sûriyê ava bikin.` Pêvajoyeke muzekare yên cidî nîne, xûya nake.  Ne tene li hundirê Sûriyê ji derveyî wê jî tu hêviyên wiha tine ne. Ev bi çarenûsa gelê Sûriyê lîstandine. Beşek mezin di nav Sûriyan di nav vî karî de ne. Bi van tiştan dem tên winda kirin û tu encam jî jê dernakeve.

Parlementoya Katalonya statûya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Hûn vê gave çawa dibînin û wê bandoriya wê çawa bê?

Di serî de em spasî dikin. qebûlkirina statuya herêmê gavek erêniyê. Gavek xwûşk û biratî di navber Rêveberiya Xweser û Katalonya ye. Girîngin ji vir û şunda dikarin ji hêla binêsaziya herêmê de gelekî bibin alîkar. Tecrûbeya wan heye dikarin vê tecrübe parve bikin. Di aliyê madî û manevî dikarin piştgirî bikin. Dibe ne tene Katalonya, gelek herêm û welatên din jî qebûl bikin. Hewilbidin vê Destûra Sûriyê de jî bidin qebûl kirin. Dema Destûra Sûriyê de hat erêkirin fermî dibe. Lê rewşek emrîvakî heye. Girînge lê fermîkirina wê bi Destûr û piştgiriyek navdewletî wê çê bibe.  

Herî dawî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk sekneke çawa pêwîst e?

Helwesta gelê me ya heya niha cihê spasiyê ye. Taybet gelê me yên ku ruxmî her zehmetiyan li ser axa xwe ma ne û li ber xwe didin. Herêmê me dorpeçkiriye û neyarên me jî gelekin. Ruxmî wê sekna gelê me helwesta wan, têkoşîn û berxwedaniya dikin cihe serbilindiyê ye. Yê ku bibe sedema îstîqrara herêmê dîsa helwesta gelê me bi xwe ye. Ger îro hurmetek ji sîstema me ya Rêveberiya Xweser re heye ji helwesta civaka me ye. Ne ku em bibin bar li ser pişt a hinek welatan û her bi hêvîbin ku wê ev welat ji me re çi çareseriyê bînin. Ne wiha ye. Civaka bi cesaret, azade w civaka ku bi denge bilind qîr dike ye. Li beramberî hemû rengên gefan, êrişan qirbike û bibejê bisekinê tu mafê te tîne ye tu êriş bike. Di hemû aliyan de wê çawa xwe bipareze û xwe liser piyan bimîne tevbigere. Divê her tiştî hazir nexwaze. Divê bi xwe jî xulukqar be, bizanibe li kudere çi avabike çi pêş bixîne.

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.