DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

HPG: 8 dagirker hatin cezakirin

09.05.2021
0
A+
A-

Gerîla bi pêngavan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di çalakiyên gerîla dle 8 dagirker hatin cezakirin. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê 3 caran çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Bi çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hêzên me bi ruhê êrişê yê Apoyî ji bejahî û hewayî ve çalakiyan dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku hêzên me li dar xistine wiha ne:

ÇALAKIYÊN HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9’ê Gulanê saet di 07:30, 08:15 û 09:40’î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakî li dar xistin. Di encama her sê çalakiyê hewayî de bi rengekî serketî derb li dagirkeran hate xistin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ

Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de;

7’ê Gulanê saet di 12:40’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi sûîqestê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

7’ê Gulanê saet di 18:30’ê de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî dagirkeran çalakiyek êrişê hate kirin. Destpêkê kozikek ku 2 dagirker tê de bûn hate hedefkirin, ev kozik bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre jî li kozikeke din hate xistin û kozika li vir jî bi temamî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha derb li dagirkerên din ên li ser vî girî hate xistin û di encamê de radara li ser girt hate îmhakirin.

Di vê çalakiya êrişê de ku ji bo hilanîna tola Şehîdên Mamreşo hate lidarxistin bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û radarek hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bombe li derdorê barandin. Êvarê saet di 20:00 de jî dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê hatin birin.

8’ê Gulanê saet di 08:30’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 09:30’î de dagirkerê h ate cezakirin ji qadê bir û bi qedemeyekê xwe vekişand.

ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne;

7’ê Gulanê saet di navbera 19:30 û 22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Aris Faris, Mervanos û Şukê liv û tevgera helîkopteran hebû.

8’ê Gulanê saet di navbera 12:35 û 13:15’an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin.

8’ê Gulanê saet di 16:30’î de derdora gundê Girê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê hate bombekirin.

8’ê Gulanê saet di 17:05’an de zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

8’ê Gulanê saet di navbera 21:30 û 01:30’î de helîkopter li ser Girên Şehîd Serhed, Koordîne û Dilber ên herêma Metînayê geriyan.

8’ê Gulanê saet di 00:20’î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.