Apê Hogir Elî kovarek ku vedigere sala 1996’an û tê de balê dikşîne komkujiya dewleta Tirk ên li dijî kurdan, li gel xwe hiştiye. Apê Hogir dibêje ew ê van sûcan bi neviyên xwe bide nasîn.
Apê Hogir Elî (50) hejmarek ji weşanên kovara Kîfah El-Erebî ya di 8’ê Nîsana 1996’an de hatibû çapkirin li gel xwe hiştiye. Apê Hogir dibêje armanca wî ya hiştina kovarê li gel xwe ew e ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd arşîv bike û nifşê nû bi komkujiyên ku li dijî mezinên wan pêk anîne, bide nasîn.
Salên 1990’î bû şahidê hovtirîn komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk anîne. Her wiha bû şahidê lîstina bi cenazeyên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê.
DEWLETA TIRK MÎRASA SERJÊKIRINÊ JI DAIŞ’Ê RE HIŞT
Di kovarê de, rapora rojnamevan Nebîl El-Mulhim a bi sernavê “Terora Tirkiyê ya komkujiyê di lûtkeyê de ye” cih girtiye. Rapor balê dikşîne ser sûcên dewleta Tirk. El-Mulhim di rapora xwe de dibêje, rejîma Tirk berpirsa koçberkirina kurdan û vebijartina wan di navbera asîmîlasyonê yan jî mirinê de ye. Ew yek di serdema serokwezîr Tansu Çiller de bû.
Di raporê de wêneyên komandos ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hebûn ku bi cenazeyên kurdên ku serên wan hatine jêkirin, dilîzin. Ev wêne dîmenê ku sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kurdên li Kobanê û Şengalê dikirin, tîne bîra mirov.
Apê Hogir dibêje ku dewleta Tirk DAIŞ çêkir û sûcên dermirovî ji mezinên xwe yên Tetar ku ji Mongoliya hatine xaka Kurdistanê wergirtine.
‘JI BO TIRKAN HER KURDEK TERORÎST E ÛDIVÊ WERE SERJÊKIRIN’
Rojnamvan Nebîl Mulhim di rapora xwe de belgeyek ji rojnameya “Özgur Gündem” wergirtiye ku tê de fermanên wezareta hundirîn a rejîma Tirk ji bo saziyên olî hene. Di wan fermanan de tê gotin ‘Divê hûn hawayekî giştî ya guncaw biafirînin ku her kurdek terorîst e û divê were serêjkirin. Bi van bihaneyên derew ku dagirkeriya Tirk ji bo qirkirina kurdan û tesfiyekirina wan dispratinê eşkere dibin. Her wiha di encama derbeyên dewleta Tirk ên di navbera 1984 û 1996’an de li dijî gund û bajarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de zêdetirî hezar şêniyên Kurd bi tawanên şerê terorê hatin qetilkirin.
Têkildarî vê yekê apê Hogir dibêje, ji dema derketina vê hejmara kovarê ve an ku beriya nêzî 25 salan, wêneyên di raporê de hîna di mejiyê wî de ne û wiha got: “Min dît çawa leşkerên Tirk a dagirker mîna ku bi seriyê berxekê bigirin bi seriyê kurdan digirtin. Ev wêne li tevahî cîhanê belav bû lê tu kesî hesab ji dewleta Tirk nexwest.”
ÇETEYÊN TANSU ÇILLER
Tansu Çiller yekem jin e ku erka serokwezîrê dewleta Tirk a faşîst wergirtiye û rola wê di komkujî û qirkirinên li dijî gelê Kurd de xurt bû. Di raporê de ji sernaveke şaxê yên daxuyaniyeke serokwezîra Tirkiyê ya di Cotmeha 1993’yan de hebû de heye. Ji sernavên daxuyaniya Çiller “Li gel me lîsteya navên karsazên Kurd hene..em ê şerekî mezin û dijwar li dijî wan bikin.”
Piştî daxuyaniyê di Cotmeha heman salê de terorîstên Tansu Çiller karsazê Kurd Bahcet Xanturk û ajokarê wî li bajarê Lîcê sîuqast kirin.
Dîsa jî 10 hezar rojnamevan, ronakbîr û parêzer ên ku li dijî qirkirina etnîkî ya ku dewleta Tirk pêk anîne, derketin bi tawanên “terorê” cezayê girtinê yê muebet li wan hate birîn û hin hatin înfazkirin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyên ku li dijî kurdan pêk anîbûn, nas kir jî, li civata navneteweyî ji bo pêkanîna edaletê ji kurdan re tu gav neavêt.
DÎROKA HOVANE BI DAXMAYA ŞARISTANÊ DUBAREKIRÎ YE
Ji vir qetilkirina endama HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz ji aliyê faşîstekî rejîma Tirk ve tê bîra mirov, ku heya niha qatil bê hesab hatiye hiştin.
Têkildarî mijarê, apê Hogir da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van sûcên hovane ew e ku Kurdan banga mafên xwe yê jiyana di welatekî serbixwe de ku tê de parastina mîrasa xwe bikin, nekin û dengê wan bisekine.
Apê Hogir wiha dawî li gotina xwe anî: “Ez ê tevahî wêne û agahiyan biparêzim û ji neviyên xwe re bihêlim û dema maf û hesabxwestina dewleta Tirk li ser sûcan hat ez ê eşkere bikim.”
(fr)