Serokê Lijneya Bilind a Kampanya Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hişyar Zebarî ragihand ku wan ji bo kampanya hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê ofîsê xwe vekirine û ev vedigerin wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro bi fermî kampanyaya bangeşeya hilbijartinê da destpêkirin ku bi 51 berbijêr, li gel yek berbijêrê Kurd ê Feylî ku li Wasit serbixwe ye û PDK piştgirî dide, li 10 parêzgeh û 28 bazneyên hilbijartinê li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartina Iraqê dibe.
Serokê Lijneya Bilind a Kampanya Hilbijartinan a PDKê Hişyar Zebarî ji Rûdawê behsa xebat û kampaniya partiya xwe bo hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê kir û got ku wan ji berî çend mehan ve xwe ji hilbijartinên parlementoyê re baş amade kiriye, lê wan weke sombol di 11ê Îlonê roja şoreşê de da destpêkirin.
Zebarî bi bîr xist ku mehek ji hilbijartinan re maye, wiha got: “Armancek me hebû ku em îro dest bi kampanyaya xwe bikin. Bi vê yekê, me peyama xwe gihand hemû aliyan. Em peyamê didin ku em dê beşdarî hilbijartinan bibin. Em bawer in. Em ji dîroka xwe, têkoşîna xwe, rêxistinbûna xwe, çalakî û gelê xwe bawer in. Gelê me dizane ku di pêvajoyên herî dijwar de çawa derdikeve pêş. ”
Zêbarî bal kişand ku hilbijartin girîng in û pêşbaziyeke tund heye û got, “Em li bendê ne ku beşdariyek bilind di hilbijartinan de hebe. Em hêvî dikin ku gelê me biçe ser sindoqan û deng bide û dudilî nebe. Sîstema hilbijartinan vê carê ji hilbijartinên din cudatir e. Kar ji namzetan re tê hiştin. Weke Desteya Bilind a Kampanyaya Hilbijartinê û rêveberiya PDKê, peywira me ye ku em piştgiriyê namzetan bikin.”
Derbarê berfirehbûna kampaniyan de jî Zêbarî diyar kir ku ew nafikirin ku di çarçoveya kampanyayê de civînên mezin li dar bixin, got ku ew dê ji ber coronayê kombûnên sînorkarî pêk bînin.
Siyasetmedarê xwedî azmûn lîsteya berbijerên PDKê nirxand û got, “Di lîsteya berbijêrên me de Ereb, Xiristiyan, Tirkmen hene, birayên me yên Êzidî hene, namzetên Xiristiyan hene ku em piştgiriyê didin wan. Em dixwazin vê peyamê jî bidin. Em partiyeke nijadperst nînin, em ne tenê partiya Kurdan in. Dibe ku berendamên din jî li ser platforma me werin temsîlkirin. PDK li Iraqê marqeyek e, 75 sal in ku di siyasetê de ye. PDK yek ji partiyên herî kevn e. Ji ber vê yekê, em ne mecbûr in ku xwe bidin naskirin. Ji ber vê sedemê namzetên ne Kurd ên li Enbar, Kerbela, Wast, Bexda û Mûsilê jî dê ji lîsteya me beşdarî hilbijartinan bibin. Ez hêvî dikim ku vê carê encamek pir çêtir derkeve.”
Hişyar Zebarî, Me kilîtan Kerkûkê vekir û em vedigerin
Serokê Lijneya Bilind a Kampanya Hilbijartinan a PDKê Hişyar Zebarî diyar kir ku ofîsa wan a li Kerkûkê hatiye vekirin û got, “Gelê me vegeriya Kerkûkê. Me ofîsan xwe vekir û dest bi karê xwe kir. Bê guman, biryarên wekheviyê yên ku ji bo hemû partiyan li gorî qanûna hilbijartinê hatine destnîşan kirin divê bi rengek wekhev werin bicihanîn. Me ji hukumeta Bexdayê û hemî hêzên ewlehiyê garantî girtiye ku dê li vir nêzîkatiyek neyînî çênebe. Me hemû cîhan agahdar kir, me ji Neteweyên Yekbûyî re got divê ji bo her partî an berendamê li her deverê derî vekiribin.”
Li ser pirsa “Kerkûk ji bo we girtî ye?” Zêbarî bersiv da, “Na, me hemû kilîtan vekirine. Me qefleyên Mûsil û Mahmûrê jî vekir. Bi rastî ofîsên me hatin vekirin û radestî me kirin.”
Rudaw
Sinews03