DOLAR
19,1633
EURO
20,8782
ALTIN
1.211,73
BIST
4.957,00
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE): 11 çeteyên Tirk hatin kuştin

13.09.2021
0
A+
A-

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ragihandine ku di 2 operasyonan de, hêzên wan 11 çeteyên Tirk kuştine û 4 çete jî birîndar kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE)yê di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba xwe ya Telegramê belav kiriye, dibêje ku şervanên wan di herdu rojên 7 û 10 Îlonê de, li dijî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve êriş pêk anîne û di encama wan êrişan de 11 çekdar kuştine û 4 çekdarên din birîndar kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE)yê herwiha li ser twittera xwe dîmenên êrişên li dijî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê belav kirine ku têde tê xuyakirin, binkeyên leşkerî yên çekdaran bi çekên giran tên armanckirin.

HRE di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di roja 7`ê Îlonê de, hêzên me li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyek serdagirtinê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.”

Li gor heman daxuyaniyê “di roja 9ê Îlonê de, li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê, di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin û çete jî birîndar bûne. Di roja 10`ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”

Heta niha ne Tirkiyê û ne jî opozisyona Sûriyê tu daxuyanî derbarê wan herdu êrîşan de nedane.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Sinews03

ETİKETLER: , , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.