DOLAR
17,9695
EURO
18,3299
ALTIN
1.029,50
BIST
2.790,61
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
39°C
Diyarbakır
39°C
Açık
Salı Açık
38°C
Çarşamba Parçalı Bulutlu
39°C
Perşembe Açık
40°C
Cuma Açık
40°C

Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kir

26.04.2021
0
A+
A-

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê piştî şerên dijwar di saetên piştî nîvê şevê de, taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kir.

Duh bi şev çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbesta dayîm binpê kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû. Di encama bersivdayîna hêzên ewlekariyê de, şerên dijwar derketin.

Li gorî agahiyên ji taxa Teyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya bersivdayîna binpêkirinên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên agirbestê de, tax bi temamî ji çeteyan paqij kir, ji bilî dibistana Ebas Elawî ma ku veguherî nuqteyeke ewlehiyê ya hikumeta Şamê û kolanên li derdora depoya avê. Li gorî hinek rayedarên ewlekariyê êdî ev herêm bû çargoşeya ewlehiyê ya saziyên hikumeta Şamê.

Her wiha hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin kembera başûrê bajêr û piraniya kolanên taxê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar bûn.

Çargoşeya ewlehiyê ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û artêşa wê xwe spartinê li aliyê başûr e li nêzî çerxerêya taxa Teyî û taxa Zinûd a li kembera başûrê Qamişloyê ye.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê şeva sêşemê anku 20`ê Nîsanê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şer derket. Di encamê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî hatin derxistin.

(şx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.