Heyva Sora Kurdistanê banga alîkarîyê li derdorên Kurdistanê dike.
Daxwuyanîya sazîyê ev e:
Qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e.
Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.
Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji mexdûrên şer, vîrûsa korona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê rebişîne.
Ji bîr nekin, îro bi milyonan mexdûrên şer, vîrûsa korona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê benda alîkariyên we ne.
Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan geş bikin.
Bihayê Qurbanekê 150 Euro ye.
Armanca alîkari şandinê: Qurban
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)