DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

Heyeta Hunermendan û Biden

19.07.2021
0
A+
A-

Ez li ser navê xwe bêjim, ez birastî jî ji îhtîmala şerê Kurd û Kurd gelekî bêzar û acis bûme.
Ji her 2-3 salan carekî te dît vê dewletên neyar nakokîyên nava mala Kurd gerkin, biqelînin û bînin li ber me deynin. Hereketên Kurdan jî wek ku haya wan qet ji dîrokê tune be, weka ku neyartîya Ereb û Ecem û Tirkan jibîr kiribin, wê xwe bigijgijînin hevûdu!
Hey malnexwerabno, hey camêrno, hey xweşmêrno de ka ji me bigerin.
Em ew gelin ku me Koçgirî dîtîye, me Pîranê, Diyarbekrê, Derê Çiyê, me Gelîyê Zîlan, Dersîmê, me Mahabadê, Meydana Çarçira, me Helepçeyan, Enfalan, Sînemaya Amûdê…
Ma ka bêjin birano qê ez ne wisa dibêm?
Dema qala birakujî tê kirin, dilê min wek dilê pezkovîyekî çiyayê asêyên bêrê ku leqayî lûleya tivinga sar ya nêçîrvanekî çevsor hatibe davêje. Ji xemgînî, ji bêhêvîtîyê ez nizanim çi bikim. Ez hêrs dibim, xwe wenda dikim.
Lê baş e ku ez di vî warî de ne bitenê me û rojnamevan, nivîskar, hunermendên xwezan û xwedî ûjdan û dilpak jî hîsên min parve dikin û bang û gazîya biratîyê li alîyên Kurd dikin.
Birastî, rojnamevanî jî, nivîskarî û hunermendî jî heyîyên aşîtîyê ne, bêyî aşîtî û aramîyê evan karan nikarin bêne kirin. Jiber vê yekê jî herî baş ev kes di hîsîyata malxerabîya şerê bêwateyên ku me ji azadîyê dûr dike dighîjin û qêrîn ji wan diçe, hewar dikin.
Daxuyanîya Rojnamevan û Nivîskarên Kurd ya jibo rawestandina şerê birakujî gelek hêjabû lê ya ji wê hêjatir ew bû ku hunermendên me negotin ’em hunermendên dîwana ne, parîyê xweş li ku be em li wê ne’ û bere xwe dan Başûrê Kurdistanê û hewar û qêrîna biratîyê, vê carê ne bistran lê bi tevgêr û kiriyar anîn ziman. Karekî çiqas pîrozê birûmet bû. Ez we pîroz dikim hêjano!
Lê pêşnîyarek min heye,
Wek em tev zanin, dewleta Tirkan çiqas dikeve tengasîyê, benîştê biratîyê dicû, dibê ’em birayê hevin, goşt û neynok in, umet in ûhwd. Yanê li rêyên xapandina Kurdan digere. Çiqas cara ku Amerika, Ewropa wan teşwîkî aşîtîya bi Kurdan re bike, ew jî, te dît wek ku nermbûbin, qaşo, li rêyên aşîtîyê digerin lê çewa ku ji fişarên wan welatan xwelas dibin, leqayî desthilatdarên weke Trump tên, dîsa dest bi xurtkirina kiryarên qirkirina Kurdan dikin. Ew kar bûye tiştekî klasîk ji hişmendîya dewleta Tirk re. Lewra her roja ku derbas dibe Kurd dihelin, tên kuştin, zarokên Kurdan asîmîle dibin û her roj deverek cografyaya Kurdistanê ji Kurdbûyîna xwe dûr dikeve.
Ka mêzekin Erdoxan qaşo çiye Diyarbekir ku pêvajoyek nû bide destpêkirin. Tew mala min ê! Ku qedera me di destê nexweşmêr û dizek û derewkaran de be, hê emê gelek sosretên mezin bibînin.
Ez dibêm dem ne dema Şah Îsmaîl û Yavuz’an e, ne Iran li ser kewna xweya berê ye ne jî Dewleta Tirk Alaya Osmanî ye. Desthilatdarên cîhanê û Rojhilatanavî ji zûde guherîne. Em ne mecbûrî Dewleta Tirk û Farisan e.
Amerika jî Ewropa jî ji Rojhilatanavîn wenakişin. Siûdî Erebîstan jî aktorek serekeye û yê ku denklemek nû danîye û datîne Israîl e.
Yanê di roja îro de, pêwîst nîne ku em xwe li Iran û Tirk-îyayê bigirin. Ha ger desthilatdarî û îdeolojîyên wan welatan yên dijKurd rawestin, em û Farisan jixwe birayên nîjadî ne û em û Tirkan jî rast e ku birayên umeta Muhammed in(A.S.) lê ka ew îhtimal heye gelo? Ew îhtîmal heye ku evan welatan bibin welatên demokrat û zulma li ser me Kurdan rawestînin? Ez ne di wê bawerîyê de me.
A ji ber wan sedeman ez dibêm em Kurd lazime xwe li Amerika û Ewropa bigrin.
Rast e, rojnamevan, nivîskar û hunermendên me xwe avêtine bextê partîyên me lê partîyên me ne di wê têgihiştina kûr de ne ku me bikin ‘yek’, dibe ku hinek ji şerên li hemberî hev re sist bibin û ewqas, ne ku yekîtîyek Kurdîya xurt ava bikin.
Ez dibêm bila hunermendên me, sîyasetvanên wek Mehdî û Leyla Zana, Osman Baydemîr, Dr. Mahmûd Osman, hunermendên wek Dilşad Seîd, Şivan Perwer, Dîyar, Nivîskarên wek Firat Cewerî, Bûbê Eser…
Yanê nav nivîsandin ne gelek mûhîmin e, ez van navan jiber ku herkes dizanê dinivîsim.
Ji kesên awha dibê heyetek were cem hev û ji Joe Biden randewû bêsitendin û berê xwe bidin paytexta Amerika Washingtonê û Qesra Sipî.


Bejin, wek stranekî dengbêjî, dilê me dibêyo û hezar carê dibêyo, rêzdarê hêja, birêz Biden, tu yekîtîya me Kurdan çêkî, me li hev bidî rûniştinê, da dahatûyek me Kurdan jî di Rojhilatanavîn de hebe.
Ez tiştên ji akila dûr nabêjim, ger îradeyek gurt a sîvil derkevê pêş, ev kar dê hêsantir çê bibe. Dibe ku raya partîya were stendin jî û qet neyê stendin jî. Lewra ev daxwaz, daxwaza gelê Kurd bixwe ye û gelê Kurd diser tevahîya partî û rêxistinan de ye.
Em li benda kesî nemînin. Ger em yekîtîya xwe ava bikin, 50 mîlyon Kurd, JI Tirkan, Ereban û Farisan ne qêmtir in!

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.