DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Heseke Gihişt Ava Firatê

15.08.2021
0
A+
A-

Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Hesekê piştî sererastkirina stasyona 47’an dest bi kişandina avê ber bi Hesekê ve kir.

Li gorî endamê rêveber ê stasyona 47’an Silêman Xelîl, dê vê êvarê av bigihîje stasyona Ezîziyê ya Hesekê û wiha got: “Stasyona 47’an nuqteya di navbera projeya kişandina avê ji Firatê û stasyona Ezîziyê ya Hesekê de ye. Proje ji stasyona Siwer û Elwe dest pê dike û ber bi stasyona 47’an ve diçe. Ev stasyon jî dê avê bigihîne Hesekê.”

Heseke Gihişt Ava Firatê

Xelîl wiha gotina xwe berdewam kir: “Projeya kişandina avê Firatê bi dawî bû. Av ji 3 rojan ve gihaştiye stasyonê û bi wê re gihaşt Hesekê û piştre jî Erîşa. Lê ji nîşka ve xeta di navbera stasyona 47’an û Elwe de şikest û xebat asteng kir, em neçar man ku bisekinin heta sererast bikin.”

Xelîl îşaret pê kir ku vê êvarê dê 15 hezar metrekab av bigihîje stasyona Ezîziyê ya Hesekê, dûvre were parzûnkirin û bigihîje tevahî taxên Hesekê. Lê ev miqdar ji sedî 20 pêdiviyên bajêr dabîn dike.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/08/15/130309_hsam-alaly.jpg

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Herêma Başûrê Husam El-Elî da zanîn ku ji hêla şêniyên li navçeyên Siwer û Mergede ve gelek astengî li pêş projeyê çêbûn û vê jî hişt proje heta niha bimîne. El-Elî wiha ev tişt got: “Meclisên herêmê bi hevkariya desteya şaredariyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleyekê kir ku ev astengî di 10 rojan de çareser kirin. Ji ber şêniyan girîngiya vê projeyê digel qutkirina bênavber a stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, nas kir.”

El-Elî destnîşan kir ku astengiyên ji hêla şêniyan ve pir mezin bû, li gel wê jî gelek xirabûnên di xetê de hebûn û werşeyan çareser kirin. Bi wê re tê payîn vê êvarê av bigihîje stasyona Ezîziyê ya Hesekê.

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.