DOLAR
19,1633
EURO
20,8782
ALTIN
1.211,73
BIST
4.957,00
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo gelan pêngaveke dîrokî ye’

14.09.2021
0
A+
A-

Di salvegera yekemîn a pêngava “Dem Dema Azadiyê ye’ de hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger hemle nirxand û got “Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo gelan pêngaveke dîrokî ye.”

Hemleya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li hemû parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê bi çalakiyên girseyî hat pêşwazîkirin.

Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’emîn a derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de daxuyaniyek dabû û hemleya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ragihand.

Di çarçoveya pêngavê de li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li dijî êrişên dagirkeriyê yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê û li dijî tecrîda li ser rêber Abdulllah Ocalan berxwedaneke mezin hate nîşandan.

Dem Dema Azadiyê ye

Bi pêşengiya HDK û KCD’ê li Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hemû beşên civakî protesto û civînên gel hatin lidarxistin.

Li girtîgehên Tirkiyê girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxwaza tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî di roja 2901’an de piştî daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK û PAJK’ê bi dawî bû.

Li Başûr jî li gelek bajaran li dijî êrişên dagirker çalakî hatin lidarxistin. Gerîla bi rengekî çalak tev li hemleyê bûn û li dijî êrişên dagirker berxwedaneke mezin pêk anî.

Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya hemleyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke dirêj ji Hesekê heta Dêrikê li dar xist. Her wiha 300 parêzeran Însiyatîfa Parêzerên Rêber Apo ava kir. Her wiha çalakî li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, di heman demê de li Qamisloyê meşeke dirêj hate lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.

Li Ewropayê, li gel dan û standinên dîplomasiyê yên li gelek herêman, sûcên şer ên dewleta Tirk jî hatin teşhîrkririn. Di vê çarçoveyê de li gelek welatên wekî Almanya, Fransa, Awisturya, Kanada, Awistralya û welatên Amerîkaya Başûr di rojnameyan de danezan hatin weşandin.

HEMLEYA “DEM DEMA AZADIYÊ YE JI BO GELAN PÊNGAVEKE DÎROKÎ YE

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger bandora hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya li Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re nirxand.

Zelal Ceger got: “Hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê ku salek berê dest pê kiribû, niha dikeve sala xwe ya duyemîn. Pêngavê li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û gelemperiya cîhanê dest pê kir û gelekî bala gel kişand. Hemle di rastiyê de ji bo Kurdan di sedsala 21’an de gaveke girîng bû. Bi vê pêngavê re gelê Kurd hem ji bo parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo azadkirina fîzîkî ya rêber Apo gaveke girîng avêt. Ji bo pejirandin û pêşvebirina paradîgmaya rêveberiya xweseriya demokratîk a rêber Apo de jî gaveke gelekî dîrokî bû.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku hemleyê bandor li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye û wiha pê de çû: “Di çarçoveya pêngavê de bi rêya medyaya dîjîtal konferans û civînên berfireh hatin lidarxistin. Li gelek welatan çalakiyên protestoyî yên girseyî hatin lidarxistin . Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzeran însîyatîfek ava kir. Di çarçoveya xebatan de gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê çand û hunerê de çalakî li dar xistin. Her wiha meşên dirêj hebûn.”

 ‘GELÊ ROJAVA XWEDÎ LI HEMLEYÊ DERKET’

Zelal Ceger diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê, yek ji çalakiyên herî bibandor e ku di çarçoveya pêngavê de pêk hat û diyar kir ku gelê Kurd ev gav hembêz kir û got: “Gelê Kurd, ji bo tecrîda li ser rêber Apo tavilê bê rakirin, daxwaza xwe li tevahiya cîhanê bilind kir. Li gel ku rêber Apo hê di nav çar dîwaran de ye, ev çalakî têrê nakin, divê em zêdetir çalakiyan bikin. Di çarçoveya hemleyê de li hemû qadên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Rojava rola xwe lîst û çalakî, daxuyanî û panel ji bo mîsogerkirina azadiya fizîkî ya rêber Apo hatin lidarxistin. Bi taybetî jî me di vê pêngavê de bi nêzîkatiyeke ku fikr û felsefeya rêber Apo jiyanî bibe, têkoşîna xwe xurt kir. Dîsa di çarçoveya pêngavê de şerê gel ê şoreşgerî li dijî êrişên dagirker ket rojeva gelê Rojava.”

Zelal Ceger got: “Gelê Rojava ku ‘Dem dema azadiyê ye’ hembêz kiriye, soz didin rêber Apo ku heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were û dagirker ji Rojava bên derxistin, dê tê bikoşin.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger wiha lê zêde kir: “Di vê çarçoveyê de ji bo gel perwerde tên lidarxistin. Dîsa bi çalakî û panelan di çarçoveya pêngavê de birêxistinbûna gel xurttir dibe. Bêhtir xwedîderketin û mezinkirina pêngavê erk û berpirsyariya herî mezin e. Rola ku jinan di çarçoveya hemleyê de lîstiye, gelekî girîng bû. Divê tevgerên jinan bêhtir çalakiyan bikin û vîna ku afirandine, veguherînin pratîkê.”

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.