DOLAR
16,3545
EURO
17,6171
ALTIN
974,64
BIST
2.450,84
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
32°C
Diyarbakır
32°C
Açık
Cumartesi Açık
33°C
Pazar Parçalı Bulutlu
35°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
35°C
Salı Az Bulutlu
34°C

​​​​​​​Helbûsî bi Erdogan re civiya.. armancên wan çi ne?

​​​​​​​Helbûsî bi Erdogan re civiya.. armancên wan çi ne?
01.03.2022
0
A+
A-

ROJHILATA NAVÎN NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Dewleta Tirk bi hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî yên Iraqê re, çi sunnî çi yên kurdan be, dixwaze qada siyasî ya Iraqê bixe bin serweriya xwe. Li gorî lêkolînerê siyasî û aborî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî ku Helbûsî tevahî destûrên jê re hatin bi hevdîtina bi Erdogan re derbas kir û piştrast kir ku di civînê de projeyên siyasî û têgehên aborî hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Helbûsî bi Erdogan re civiya.. armancên wan çi ne?Dewleta Tirk bi hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî yên Iraqê re, çi sunnî çi yên kurdan be, dixwaze qada siyasî ya Iraqê bixe bin serweriya xwe. Li gorî lêkolînerê siyasî û aborî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî ku Helbûsî tevahî destûrên jê re hatin bi hevdîtina bi Erdogan re derbas kir û piştrast kir ku di civînê de projeyên siyasi hatine nîqaşkirin.

Di demekê de li Iraqê gelek nakokî hene û xetimandineke siyasî heye, hevalbendê serdestiya sune Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer bi Serokê Dewleta Tirk a dagirker Receb Teyyîp Erdogan û serokê îstixbarata tirkî, Hakan Fîdan re li Tirkiyê civiyan û têkiliyên di navbera her du aliyan de nîqaş kirin.Di serdanekê de ku gelek pirs û guman li dora wê hene û di dema ku li Îraq lihevhatinek ji bo hilbijartina serokê komarê tune ye de û aloziya di navbera Bexda û Hewlêr de, her wiha aloziya birêvebirina çavkaniyên petrolê, roja şemiya borî serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Hevpeymaniya Navneteweyî Xemîs El-Xencer serdana Tirkiyê kir, hemwextî wê jî xaka Iraqê digel bêdengiya hikumeta navendî ya Bexdayê de tê topbarankirin.

DESTEKDAYÎNA DEWLETA TIRK JI ALIYÊN SIYASÎ YÊN SUNNÎ RE

Derbarê vê serdanê de lêkolînerê siyasî û aborî yê iraqî Nebîl Cebar El-Elî ji ajansa me ANHA`yê re wiha got: “Em texmîn dikin destekdayîna dewleta Tirk ji aliyê siyasî yên sunnî  re eşkere bûye. Hevdîtinên di navbera aliyên siyasî yên sunnî de eşkere bûne. Serdanên yekane û komî  di navbera aliyê siyasî sunnî û serokê dewleta Tirk de vê yekê teqez dikin. Diyar e ku sîwana dewleta Tirk, di dema piştî hilbijartinên dawî û piştî wê re, ji ya Kendav, Îmarat û Qeterê têkildarî qada sunnî bi bandortir bûye.”Li gorî çavdêran, nîqaşên di navbera Helbûsî, El-Xencer û Erdogan de bi giranî li ser helwesta wezareta parastinê bûn. Ji ber di demên borî de hin nakokî di hundirî “Mala Sunnî” de ji bo hilbijartina kesayetiyeke diyar rû dan.Li gorî çavkaniyên iraqî, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî dixwaze yek ji serbazên leşkerî ku tê naskirin û nêzî wî weke wezîrê parastinê erkdar bike, lê Xemîs El-Xencer destekê dide hilbijartina Nasim El-Xenam ji bo vê erkê. Di heman demê de Ehmed El-Cibûrî “Ebû Mazin” dixwaze ji nû ve Cuma Înad erkdar bike.Têkildarî bandora dewleta Tirk li ser “Mala Sunî” lêkolînerê iraqê  wiha got: “Hevbendiya ku tê de aliyên siyasî û nûnertiya siyasî ya sunnî heye bi sponseriya derve pêk hat û dibe ku di bin kontrola dewleta Tirk de be. Her wiha ji bo temamkirina lihevkirin an çareseriyekê ji çi nakokiyên pêkanîna lihevkirinê re be, dê di bin heman sîwanê de be. Ne dûr e çi nakokiyên di navbera wan de werin çareserkirin, ji wan jî doza erkên bilind bi rêya navbeynkariyan an jî heman sîwanê.”

BINPÊKIRINA PÎVANÊN DÎPLOMASIYÊ

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Helbûsî ku Helbûsî bi Erdogan re  têkiliyên dualî û hevkariya di navbera Iraq û dewleta Tirk de di hemû aliyan de her wiha destekdayîna ji Iraqê re di şerê li dijî terorê de nîqaş kirin.Nivîsgeha Helbûsî di daxuyaniyekê de wiha got: “Helbûsî roja şemiyê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re li Stenbolê civiya. Serokê hevpeymaniya (serwerî) Xemîs El-Xencer û Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de nîqaş li ser têkiliyên dualî, koordînasyon û hevkariya di navbera her du welatan de di hemû aliyan de ji wan aborî û bazirganî her wiha destekdayîna dewleta Tirk ji Iraqê re di warê şerê li dijî terorê û hevkaria aliyê veguhestina agahiyên ewlehî û îstixbaratî de, hatin kirin.”Girêdayî vê yekê El-Elî wiha axivî: “Li gorî rêgezên dîplomatîk û protokolî û heta li gorî rêdanên destûrî yên ku di destê serokatiya meclisê de hene, mijarên bi vî awayekî tenê bi aliyên rêveberî, serokatiya komarê, serokatiya wezîran û nûnerên wê re tên kirin. Ji ber ew alî nûnertiya berpirsiyatiya yekser li ser siyasetên derve dikin, ji wan jî dîplomasî.

“PROJEYÊN SIYASÎ Û BERJEWENDIYÊN ABORÎ

Têkildarî beşdarbûna serokê îstixbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan di civînê de El-Elî wiha anî ziman: “Ji ber dibe ku civîn pîvanên protokolî û fermî binpê dike û armanc ji bo projeyên siyasî yên li hundirê Iraqê ne, ne dûr e ku di civînê de serokê îstîxbarata dewleta Tirk an jî aliyên din ku dibe ku berevajî cewherê hevdîtinên fermî yên di navbera her du welatên cîhanê de, were lidarxistin.”Her wiha çavdêran dibînin ku ev serdan girêdayî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ye ku biryar daye qanûna petrol û gazê ya li hikumeta Başûrê Kurdistanê ku di bin kontrola PDK’ê de ye, derqanûnî ye. Vê biryarê jî krîza birêvebirina daneyên petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir kirin, ev nakokî vedigere sala 2007’an.Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dehan peyman bi şîrketên petrolê yên biyanî re îmze kirin û ji bo hinardekirina petrolê bi rêya xaka Tirkiyeyê borî danîne.Lêkolînerê karûbarên siyasî Nebîl Cebar El-Elî girêdana vê serdanê bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê re ya nedestûrdayîna qanûna petrol û gazê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re, girê da, bi taybet firotina petrol bi rêya xaka Tirkiyê û wiha dawî li gotina xwe anî: “Sîwana dewleta Tirk ji hin aliyên siyasî li Iraqê re bi armanca berjewendiyên li hundirê Iraqê ye û dibe ku dosya petrola ji Kurdistanê derdikeve be.”Di destpêka meha Sibatê de Nêçîrvan Barzanî serdana dewleta Tirk kir û bi Erdogan re civiya.

(bx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.