di wan wextê ku te difikirîm maleme pir ji min dûr diket
di hundirê min de dengekî digot wextî bi telefonê li te bigere
û hûnê li bêdengiya hevdû guhdar bike
lê bêdengiya te li min qet negeriya tenê bêdengiya min ez guhdar kirim
li ser kevirê mezelê ku nemecbûrî di ber re derbasdibim wisa nivîsandiye
kesên ku ji mala xwe dûr bikeve hertişt jê re kûr û dûr e
niha di hundirê min de dengek heye dengekî ku êdî pir ji siya xwe hezdike
di hundirê te jî ev deng deng daye gelo ger hatibim bîra te
helbestvanekî kurd wisa gotiye
kesên ku li rûyên wan cihê xemginiyê nemabe
di hundirê wan de dengê qêrîna dengbêjekî bê guhdarvan tê
vê gotinê bi dengekî bilind û dîsa dixwazim dûbare bikim
kesên ku li rûyê wan cihê xemgîniyê nemabe di hundirê wan de dengê qêrîna dengbêjekî bê guhdarvan tê
te ev hawakî pir bi pisporî kir
hedî hêdî û kûr
çawa çêdibe êvaran berî ku vekevim tiştên ku xwe ji min nade ji bîr kirin
gava ku sibehan ji xew radibim zê de dibin
ev sibehên ku barê dinyê giran dikin sibehekê bila teva barê xwe barke ji sibehên min êdî
wek herkesî ez jî gava ku sibehan ji xew rabim dizanibim ez ê çerbikim
ji ber ku mirov qet hînî nizane wê çerbike nabe