DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

‘Heke Qendîlê dagir bikin dê Hewler û Qamişloyê jî dagir bikin’

‘Heke Qendîlê dagir bikin dê Hewler û Qamişloyê jî dagir bikin’
15.07.2021
0
A+
A-

Nivîskar û rewşenbîrên jin girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê wek piştgiriya dagirkeriya Tirk bi nav kir û destnîşan kir ku êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi rêbazên qirêjî pêk tên.

PDK li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bê deng e û ji aliyekî din ve jî têkildarî nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku li Hewlêrê girtibûn, hê jî daxuyaniyek nedaye.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk û siyaseta PDK’ê hevserok û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê xwest di zûtirîn demê de PDK dev ji vê siyasetê berde û destnîşan kir ku pratîkên heyî yên PDK’ê xizmeta siyaseta Osmanî ya nû ya dewleta Tirk dike.

Endama Yekıtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî welatiyên sivîl zêde kirine û got: “Êriş li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav dibin. Ji aliyekî ve warên sivîlan dikin hedef, di heman demê de li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin. Plan û êriş bi vî awayî pêk tên. Dewleta Tirk li Kurdistana Başûr dagirker e û bi hêsanî jê dernakeve. Wekî din, bi dilxwazî cihên dagir kirine, neterikandine. Wek gelê Kurd, divê em destûrê nedin ku ne Hewlêr, ne Qamişlo ne jî Amed ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin û mêtingehkirin.”

‘DIVÊ GELÊ KURD LI HER DERÊ BÊDENGIYÊ ŞERMEZAR BIKE’

Leyla Îbrahîm got divê gelê Kurd bi rêyên vekirî li dijî helwesta PDK’ê ya li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û wiha dewam kir: “Hin kes di nava PDK’ê de PKK’ê wek sedema êrişan nîşan didin. Lê ev ne rast e. Ji bo dewleta Tirk a dagirker Kurdekî baş nîn e, lê hin Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji ber ku Kurdan wek dijminên xwe dibîne. Jixwe ji ber ku wek astengiyekê dibîne, êrişî PKK’ê dike. Wek rewşenbîrên Kurd em dixwazin ji birêz Mesûd Barzanî re bejin; siyaseta we deriyê dagirkirina hemû Kurdistanê vedike. Dagirkirina Qendîlê tê wateya dagirkirina Hewlêr û Qamişloyê. Çawa ku 180 pêşmergeyan got em li dijî xwişk û birayên xwe şer nakin û çekên xwe danîn, divê hikumeta Başûr jî berpirsyariya xwe ya di vî warî de bi cih bîne û li dijî dagirkeran helwestê nîşan bide.”

Têkildarî revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê, Leyla Îbrahîm ji PDK’ê xwest ku tavilê daxuyaniyekê bide û wiha axivî: “Ne tenê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê, di heman demê de ciwanên ji Rojava li Başûr tên destgîrkirin û rastî lêpirsinên giran tên. Ev bi rastî jî destekeke din a ji êrişên dagirkeran re ye. Çima PDK nabêje ev kes li ku ne? Çima rave nake ku çima ew hatine destgîrkirin? Wek rewşenbîr em dixwazin hîn bibin bê çima ev mirov hatine destgîrkirin.”

‘DEWLETA TIRK JI BO KU PROJEYA XWE PÊK BÎNE, ÊRIŞ DIKE’

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Anahîta Sîno jî got: “Tevî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike jî armanca wê ya sereke dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye û hewl dide hemû destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.”

Anahîta Sîno wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne û ji bo xwe bigihînin wê armancê bi hemû hêz û qeweta xwe êriş dike. Ev xeyala Mîsakî Mîllî û Osmanîzma Nû ye ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Erdogan dixwaze. Yekane hêza ku li ber van projeyan radibe PKK ye. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi her cure êrişan PKK’ê dike hedef.”

Anahîta Sîno destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi êrişên leşkerî yên li dijî gelê Kurd di heman demê de rêbazên qirêjî yên şerê taybet û şerê navxweyî, encamekê bigire û got:  “Her çend dewleta Tirk bi hemû teknolojiya xwe ya pêşketî êrişî Heftanînê kiribe jî, gerîla ew têk bir. Têkçûna xwe qebûl nekir û dest bi êrişa li hemberî Metîna û Avaşînê kir. Rêbazên şerê taybet jî bi kar anîn. Vê jî têrê nekir, niha jî hewl dide di navbera Kurdan de şerê navxweyî bide destpêkirin. Divê gelê Kurd ji van hemûyan hişyar be û nebe amûra armancên wan ên qirêjî.”

‘REWŞENBÎR DIKARIN BÊDENGIYA PDK’Ê XERA BIKIN’

Anahîta Sîno diyar kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê divê gelê Kurd helwesteke hevpar a zelal nîşan bide û hişyarî da ku destkeftiyên li Rojava û Başûr di xetereyeke cidî de ne û heke şaşî bê kirin, xetereya windakirina wan heye û got: “Divê gelê Kurd hay ji van xetereyan hebe. Barê herî mezin ê vê yekê li ser milê rewşenbîran e. Em amade ne vê berpirsyariyê bi cih bînin.”

Anahîta diyar kir ku destgîrkirina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê hêleke din a êrişa dagirkeriyê ye û armanca wê ew e ku di navbera hêzên gerîla û pêşmergeyan de tevliheviyê derxin.

Anahîta diyar kir ku fealîyetên îstîxbarata Tirk ên li Başûr gelekî xeternak in û wiha li axaftina xwe zêde kir:  “Wek gelê Kurd divê em dek û dolabên qirêjî yên dewleta Tirk bibînin. Çima ji nûnerên girtî agahiyek tune ye? Ez wek rewşenbîrekî bi xwe jî bersiva vê pirsê pir meraq dikim. Hikumeta Başûr çi vedişêre? Divê hikumeta Başûr bibîne ku ev polîtîka xizmetê ji dewleta Tirk re dike.”

Her wiha Anahîta Sîno jî ku bang li rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û pênûsên xwe bi vî rengî bi kar bînin.

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.