DOLAR
9,6155
EURO
11,1969
ALTIN
554,22
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

Hasan Ozguneş: Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê esas digre

28.02.2021
0
A+
A-

Parlamenterê HDPê yê Sirnexê Hasan Ozguneş  di derbarê damezirandina partiyeke alternatîf de got “Heta niha gelekan xwe ceriband. Ji niha pê ve jî kî ava bike ti encam encam nagre, ji ber ku gelê me ne li bakûr tenê li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê esas digre.”

Îro Encûmena Navendî û parlamenterên fraksyona HDPê li paytexta Tirkiyê Enqerê civiyan.

Beriya civînê Parlamenterê HDPê yê Sirnexê Hasan Ozguneş ji Rûdawê re di derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteran û damezirandina partiyeke alternatîf de axivî

Li ser hewlêr girtina HDP Hasan Ozguneş got “Hewl tê dayîn ku HDP bê girtn Hasan got rewşa ku em niha tê de ne dewleta Tirk, di kesaniya Hikûmeta AK Partî û hevkarê wê ergenekon û MHPê de hem ji derve hem ji di nav de û hem jî ji aliyê aborî, civakî û siyasî de xitimiye. Her ku diçe ji çavê gel diveke, rêjeya wê tê xwarê. Ji ber ku ew vê dizanin partiya herî demokratîk, azadîxwaz û aşitîxwaz HDP ye. Pêşkêşiya demokrasî û azadiyê dike, jo bo wê partiya herî bi xeter HDPê dibîne. Ji derveyî nirxê dewletê ve hatiye avakirin, ya civakê ye.”

 Li ser miajare axavtina xwe wiha doman “Divê HDP bê bêbandorkirin, ji bo wê du armanc dane pêşiya xwe. Yek girtina HDPê, ew jî di berê makezagonê de guhertinek çêkirin, girtina partiyan hine zehmet kirine. Êdi li Tirkiyê ne makezagon ne jî qanûn mane.”

Di derbarê girtin û lawazkirna HDPê de Ozguneş ragihand “ev pêşbînin, mirov nikare ji sedî sed bibêje dê HDP bê girtina an na. Lê di herdû aliyan de zextê li ser HDPê dikin. Çalakker, rêveberên partiyê di 5 salên dawî de heta niha 10 hezar kes hatine girtin. Niha jî dixwazin parêzbendiya parlamenteran rakin û wan bidarizînin.”  

Li ser pirsa eger parlamenterên HDPê ji parlamentoyê bên dûrxistin, dê hûn ê çi bikin? Ozguneş wiha bersiv da “Em ê li ber xwe bidin. Eger HDP bê girtin û parlamenterên me jî bên darizandin û dûrxistin em ê siyaseta xwe ya demokratîk bidomînin. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe cûrbecûr berdewam bikin.”

Di derbarê li hember HDPê damezirandina partiyeke nû de Ozguneş nêrînên xwe wiha anî ziman “Hikûmeta AKPê dixwaze hemû siyasetên dijber parçe bike. Niha di nava CHP û partiyên din de dikin. Di nava me de jî gelek hewldayîn hatine kirin. Vê baş dizanin parçebûna Kurdan, herçiqas nêrînên cûda hebin jî ti feyda wê tineye. HDP jixwe partiya gelan, baweriyan û hemû cûreyên civakê ye. Herkes dikare hemû cûre nêrînên xwe bîne ziman. Ji ber vê yekê ti astengî tine. Her çiqas hikûmet bixwaze jî, gelê me rê nade vê yekê.”

Ozguneş li ser kesên ku ji HDPê veqetiyane îhtimal damezirandina partiyek nû ji aliyê vê kadroyê ve diyar kir ku “Em li ser navên ku ji me qetiyane nikarin tiştek bibêjin. Em li ser navê gelê xwe partiya xwe dikarin vê bibêjin, kî ji me biqete, gelê me ti qîmet nadê. Heta niha gelekan xwe ceriband. Ji niha pê ve jî kî ava bike ti encam encam nagre, ji ber ku gelê me ne li bakûr tenê li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê esas digre. /Rudaw-Hewler

ETİKETLER: , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.