DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

‘Guhertina demografiya Efrînê rawestînin’

24.05.2021
0
A+
A-

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê banga rawestina guhertina demografiya Efrînê kirin û bang li koçberên Efrînê kir ku xeta berxwedanê bidomînin.

Bi dehan endamên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê li parka Rêber Ocalan a li gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê kom bû û têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiya Efrînê û avakirina avahiyên niştecihbûnê ji çeteyan re daxuyaniyek da. Hevserokên desteyê Melek El-Hisên bi zimanê kurdî û Fayîq El-Ehmed bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser siyasetên guhertina demografiya Efrînê û hate gotin, dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku niştecihên resen dan koçberkirin û yên mayî revandin, çete û malbatên wan li şûna wan bi cih kirin, bi desteka Qeter û Kuwêtê bi navên mirovahiyê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek rêxistinên hiqûqî û raporên navneteweyî sûcên ku li Efrînê têne kirin belge kirin, lê her kes bêdeng e.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin” Dewleta Tirk hewl dide Efrînê ji nasnameya wê ya Sûrî ya Kurdî ya resen tecrîd bike. Şûnwar û cihên wê yên şaristanî talan dike da ku dîroka wê biguhere û reş bike. Her wiha zimanê tirkî û bikaranîna pereyên tirkî ferz dike, ala Tirkiyê hildaye û navên bajar û gundan guhertine. Li aliyekî din jî malbatên çeteyên ereb û tirkeman lê bi cih kirin, niştecihên resen direvîne û fidyeyê ferz dike û li dijî jinan sûc têne kirin.”

Desteyê bal kişand ser mercên zehmet ku zêdetir  150 hezar koçberên Efrînê li kampên Şehbayê de ne û hate gotin ku çavê wan li bajarê wan ê dagirkerî ye, civaka navneteweyî, bi taybet Rûsya ya garantor û hikumeta Şamê li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng e.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî dewletên cîhanê û hêzên aştîxwaz hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, guhertina demografiya Efrînê rawestînin. Her wiha bang li koçberan hate kirin yek bin û ji bo rizgarkirina Efrînê bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.