DOLAR
19,1507
EURO
20,8167
ALTIN
1.212,17
BIST
4.943,18
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate bidawîkirin

13.09.2021
0
A+
A-

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î daxuyanî da û diyar kir ku ji îro û pê ve wan çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî kirine.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de ye û ji bo li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe, girtiyên PKK’yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate bidawîkirin.

Di roja 290’an de biryara bidawîkirina greva birçîbûnê li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Denîz Kaya hate ragihandin.

Greva birçîbûnê bidawî hat; Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser bingeha pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera me salek berê dabû destpêkirin, em jî di 27’ê Mijdara 2020’an de tevlî pêngavê bûn. Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêbertî re azad bibin’ dikeve sala duduyan, diyar dibe ku gelê me xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derketiye û ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK’yî û PAJK’î ev bû ku bi awayê herî xurt tevlî pêngava azadiyê bibin. Divê gelê me, ciwan, jin, dayikên aştiyê û saziyên demokratîk jî li hemberî qirkirin û faşîzmê dengê xwe bilindtir bikin. Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye. Tê dîtin ku berxwedêr û pêşengên fedaî gerîla hemû berpirsyariya xwe baş tîne cih. Em bawer in di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê jî amade ne ji bo Rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin. Tê dîtin ku dawiya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hatiye. Em ê jî bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Li ser çarçoveya ruhê berxwedanê ya Mazlûm Dogan, Çar Qehreman û 14’ê Tîrmehê ya ku kevneşopiya lêgerîna me ya heqîqet û azadiyê ye, heta Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk em ê li ber xwe bidin.

Em banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji xwe re dikin esas û em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê ji îro şûnmde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê em ê bi çalakiyên cihê tevlî pêngava azadiyê bibin. Em rêhevalên ku li zindanan li ber xwe didin, em ê bi awayekî xurttir tevlî xeta Rêber Apo bibin û jiyana bi Rêber Apo re ji xwe re bikin esas.”

ANF

Sinews03

ETİKETLER: , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.