DOLAR
18,5182
EURO
17,9721
ALTIN
987,45
BIST
3.198,16
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
33°C
Diyarbakır
33°C
Açık
Perşembe Açık
34°C
Cuma Açık
35°C
Cumartesi Açık
33°C
Pazar Açık
32°C

Girtiyê li hucreya yek kesî dîl dihate girtin, şehîd bû!

Girtiyê li hucreya yek kesî dîl dihate girtin, şehîd bû!
21.01.2022
0
A+
A-

Ramazan Tûran ê 70 salî ku li hucreya yek kesî dîl dihate girtin, şehîd bû.

Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlekariya Bİlind a Wanê li hucreya yek kesî di hucreyê de dihate hiştin, şehîd bû. Hate ragihandin ku Tûran ji ber krîza dil şehîd bûye.

Tûran beriya 20 rojan bi îdîaya “endametiya rêxistinê” cezayê 6 sal û 3 mehan ê lê hatibû birîn, hatibû pejirandin û piştre hatibû girtin.

Rêveberiya girtîgehê li malbata Tûran geriya û jê re got ku jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Ramazan Tûran ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.

Kurê Ramazan Tûran Huseyîn Tûran li ser mijarê agahî da û diyar kir ku bavê wî 20 roj piştî girtinê di bin navê karantînayê de xistin hucreyekê.

Huseyîn Tûran ragihand ku ti nexweşiyek bavê wî tune bû û got, piştî wergirtina cenaze wê gilî bikin.

Huseyîn Tûran got, “Em li benda encama otopsiyê ye. Piştre em ê cenazeyê bavê min li navenda Colemêrgê veşêrin. Tevî ku rayedaran gotine krîza dil, lê em nizanin bê bavê min çawa miriye. Em tenê zanin ku 20 roj in di karantînayê de bû.”

ANF

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.