DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

‘Girankirina dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke Rûsyayê ye’

05.04.2021
0
A+
A-

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd destnîşan kir ku armanca dorpêça hikumeta Şamê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku gel û Rêveberiya Xweser bixe bin bandora xwe û ev yek li gorî plana hevbeş a dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Rûsyayê pêk tê.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava di 2012`an de dewletên derdorê dorpêçek li ser herêmê ferz kir. Ji aliyê bakur ve dewleta Tirk sînorê xwe bi temamî girt, lê li pêşiya derbaskirina çete û terorîstan vekirî hişt. Li aliyê başûr û rojava hikumeta Şamê derfetê nade ku madeyên sereke yên xwarinê, sotemenî, derman, alavên tenduristiyê û pirtûkên dibistanan derbas bibin. Tenê deriyê Sêmalka li ber rehma PDK`ê ya hevalbenda dewleta Tirk dimîne.

Di nava 9 salên şoreşê de û tevî hemû veguhertinên siyasî ku herêm tê re derbas bû, lê “dorpêç” wekî siyaseteke daîmî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin.

Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser herêmê ferz kiriye, zêde kir da ku rewşên li welêt ku ji berê de di bin cezayên aborî de ye, xerabtir bibe.

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd têkildarî mijarê got: “Dorpêça ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Şehbayê hatiye ferzkirin, di çarçoveya plana ku ji aliyê Rûsya, dewleta Tirk û Îranê ve li dijî Sûriyê giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet, hatiye xêzkirin.”

Îmad Dawûd destnîşan kir ku dorpêça ku li ser herêmê pêk tê, ne tiştekî nû ye û wiha domand: “Hikumeta Şamê dorpêça li ser şêniyan di meha Tîrmeha 2020`an de zêde kir, derfetê nade ku kel û pel, madeyên xwarinê, derman û pêwîstiyên tenduristî ku pêwîstiya navend û nuqteyên tenduristî bi wan heye, derbasî herêmê bibin û ev yek ji şêniyan re bû barekî giran.”

‘ARMANCA WAN TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK A LI HERÊMÊ YE’

Dawûd diyar kir ku girankirina dorpêçê ji ber lihevkirin in, bi taybet piştî binketina komîteya destûrê û lidarxistina Astanayê ya dawîn û binketina pêkanîna tişta ku lihevkirin li ser hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê jî planeke din a alternatîf meşandin ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya zêdekirina dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser şêniyan û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê ye.”

Dawûd destnîşan kir ku di navbera siyaseta dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, xalên hevbeş bi sponseriya Rûsya hene da ku projeya demokaratîk a li Sûriyê têk bibin û wiha lê zêde kir: “Vê yekê jî dixwazin bi rêya pêkanîna nimûneya Baasî ya kevn pêk bînin da ku armanc û berjewendiyên Rûsya, dewleta Tirk û Îranê li herêmê were pêkanîn.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/04/200232_-.jpg

Têkildarî encamên wan siyasetan  Dawûd ev nirxand kir: “Piştî pêkanîna Qanûna Qeyser li ser Sûriyê, rewşa Sûriyê bi taybet di aliyê aborî de pir xirab bûye, ji ber binektina lîreyê Sûriyê, bilindbûna buhayên kel û pelan, madeyên xwarinê, pêdiviyên sereke ji civakê re û welatî nema dikarin debara jiyanê peyda bikin.”

Îmad Dawûd got hikumeta Şamê û dewleta Tirk berpirsên aloziya heyî ne û wiha domand: “Aloziya aborî li Sûriyê ji aliyê hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina dorpêçê li ser herêmê û derfetê nadin kelûpelan ku derbas bibin, hate çêkirin.”

Her wiha Îmad Dawûd tekez kir ku armanca dorpêça giran ku civakê têxin bin siyaseta xwe û berjewendiyên ku hewl didin li Sûriyê pêk bînin.  Dawûd îşaret bi dîtina sîstemeke siyasî demokratîk li Sûriyê ku bibe çareseriya tekane ji bo çareserkirina aloziya gelê Sûriyê, kir.

Îmad Dawûd diyar kir ku vekirina dergehên di navbera hikumeta Şamê û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, parçeyek ji plana heyî ye da ku projeya demokratîk li Sûriyê têk bibin û Rûsya û dewleta Tirk di pêvajoya borî de hewldanê wê dikirin û heta niha jî dikin.

ENCAMÊN NEYNÎ

Girêdayî encamên neynî yên dorpêçê û cezayên aborî ku li ser Sûriyê hatine ferzkirin Îmad Dawûd ev tişt anî ziman: ” Ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta  Sûrî ve tê ferzkirin û qanûna Qeyser ku li ser Sûriyê pêk tê ku em jî beşek ji Sûriyê ne, rastiya heyî bi giştî xirab e.”

Têkildarî çareseriyên heyî Îmad Dawûd got: “Plana me ya peydakirina xwetêrkirinê hebû. Ji ber kantona Şehbayê herêmeke çandiniyê ye. Hemû cure û berhemên çandiniyê lê hene û xwe dispêre zeviyên avdayî. Plana destekdayîna cotkaran bi sotemeniyê jî hebû. Lê ji ber dorpêça li ser herêmê û derfetê nadin ku sotemenî derbasî herêmê bibe, her bermîleke mazot zêdetirî 400 hezar lîreyên Sûriyê ye. Ev yek jî bandoreke neyinî li berhemên çandiniyê dike. Hejmareke kêm ji cotkaran berhemên xwe av didin.”

Îmad Dawûd bang li hikumeta Şamê kir ku careke din siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike, şêniyên Şehbayê ku piraniya wan koçberên Efrînê, mayîna wan li herêmê ji bo li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û Sûriyê rizgar kirin û parastina yekitiya xaka xwe bikin û derfetê nadin parçekirina Sûriyê ji aliyê hêzên mêtinger ve.

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdana lezgîn bikin da ku hikumeta Şamê dev ji siyasetên xwe yên li dijî gelê Sûriyê berde.

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.