DOLAR
19,1633
EURO
20,8782
ALTIN
1.211,73
BIST
4.957,00
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Salih Muslim: Ger şer bisekine wê hikumeta Tirk birûxe

22.08.2021
0
A+
A-

Salih Muslim anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Zirgan û Til Temirê encama stratejiya hevpar a dewleta Tirk e.

Salih Muslim anî ziman ku koalîsyona şer dewleta Tirk bi rê ve dibe û li ser dijminahiya Kurdan ava bûye û got: “Ev koalîsyon ji bo ku xwe biparêze divê her tim xwîn û şer hebe. Ger şer raweste wê ev koalîsyon ji hev bikeve.”

Der barê mijarên êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya Iraq û hêzên navneteweyî de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivîn.

Salih Muslim destpêkê sersaxî ji gelê Şengalê û giştî gelê Kurd re xwest û der barê êrişên li ser Şengalê de got: “Di meha salvegera bîranîna komkujiya Şengalê,  15’ê Tebaxê û salvegera şahadeta Mam Zekî Şengalî de êrişêk wiha pêk hat. Dewleta Tirk israr dike ku tişta ku DAIŞ nikarîbû bikira ew dike. Tunekirina Kurdan û kesên ku pêşengtiyê dike, kiriye hedef. Bêguman di 15’ê Tebaxê de pêkanîna vê êrişê nameyek ji bo gelê Kurd giştî ye ku dibejin hûn nikarin 15’ê Tebaxê berfireh bikin û mafê xwe bixwazin.

Peymana Şengalê ya ku di navbera hikumeta Bexda û Hewlerê de çêbû berdewamkirina tunekirina civaka êzidî ye. Heya dewleta Tirk dibeje ku ew peyman di bin însiyatîfa wan de pêk hatiye. Lê berxwedana xelkê Şengalê hişt ku peyman negihêje serî. Şêniyên Şengalê nehişt ku arteşa wan têkeve Şengalê.”

`ŞEHÎDXISTINA SEÎD HESEN JI BO BEXDA Û PDK`Ê NAMEYEK E`

Muslim bal kişand ser şehîdxistina yek ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen û komkujiya nexweşxaneya Sikeniyê û got: “Li ser rêya ku Seîd Hesen û Kazimî wê hev bidîtana Seîd Hesen hat hedefgirtin. Ev ji bo Bexda û PDK`ê nameyek e bi vî awayî dan `yan hûnê kole bin û tiştê ku ez dixwazim, hûnê bimeşînin yan jî heger hûn gelê êzidî tune nekin ez ê tune bikim.` Heya niha PDK`ê û Kazimî tu bersiva gelo wê li ser peymanê israr bikin an na nedane. Divê ji bo şehîdxistina şexsekî wekî Seîd Hesen bersiv bidana, lê mixabin heya niha tu bersiv nehatiye dayîn. Ev ne baş e. Hikumeta Iraqê divê bi berpirsyartiya xwe rabe, ji ber ku ev nayê qebûlkirin. Şengal bi sedan km dûrî sînorê Tirkiyê ye û tu xeterî li ser wan tune ye. Dewleta Tirk serweriya Iraqê bi van êrişan bin pê dike. Hîn bi israr wan birîndarên ku rakirine nexweşxanê jî bombebaran dike.  Ev wehşiyeta faşîzma dewleta Tirk nîşan dike. Tu zagonên navneteweyî rê nade ku nexweşxane bên hedefgirtin. Heta ev ji bo nexweşxaneyên leşkerî jî derbasdar e. Li dijî vê her kes xwe ker dike. Naxwazin vî tiştî bînin ziman û Tirkiyê bikolin. Tirkiyê bi vî awayî sûcên dermirovahî û yên şer dike. Dewleta Tirk kesî li pêşiya xwe nabîne ku taybet hêzên navneteweyî jê re bibejin ka tu çi dikî?. Divê hêzên navneteweyî biberpirsyartiya xwe li hember mirovahiyê û pîvanên xwe rabin.”

`BÊHELWESTIYA KAZIMÎ SERWERIYA IRAQÊ BIN PÊ KIRIYE`

Muslim anî ziman ku bêhelwestiya heyî ya Kazimî serweriya Iraqê bin pê kiriye û wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî ji bo ku bawerî bê çêkirin divê hêzên hundirîn bê avakirin. Tirkiyê bi xwe dibejê `sînorên me namûsa me ye.` Gelo sînorê xelkê ne namûsê wê ye? Wê demê divê bi namûsa Iraqê jî bifikirê û binpê neke.”

`DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN`

Hemwext êrişên li ser Şengalê, êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk hatin. Têkildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Muslim got:“Ji sala 2014`an ve planên dewleta Tirk li ser tunekirina Kurdan û hilweşandina tevgerên rizgariya gelê Kurdistanê hene. Piştgirîdayîna DAIŞ û rêkirina wê perçeyek ji wê planê bû. Heya niha jî plana wan neşikestiye. Herêmên me bi rêya DAIŞ û çeteyên din dagir dikirin. Cûdabûna êrişên niha ew e ku dewleta Tirk eşkere bi xwe êriş dike. Rojane êriş li ser herêmên wekî Şehba, Til Rifet, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Qamişlo û hwd.. pêk tên.  Dixwazin gelê herêmê bitirsînin û herêmê vala bikin. Her wiha li kêleka vê şerê taybet ên ku niha dimeşîne, sîxûran ava dike, dikire û bi destê wan mirovan dide kuştin. Ev hemû ji hev ne qut in.”

`KOALÎSYONA ŞER DEWLETA TIRK`

Muslim daxuyanîkirin ku ji ber pirsgirêkên hundirîn yên dewleta Tirk, êriş gûr dibin û ev tişt lê zêde kir: “Koalîsyona şer dewleta Tirk bi rêve dibe. Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan tune bikin. Ev koalîsyon ji MHP, Ergenekon, cemaatên ku berê di zindanan de bûn hemû derxistin wekî Dogu Perînçek û çeteyên ku komî ser hev kirine, pêk tê. Ev koalîsyon ji bo ku xwe biparêze divê her xwîn hebe, şer hebe. Ger şer raweste wê ev koalîsyon ji hev bikeve. Di nav xwe de aloziyên wan jî zêde ne. Ji bo aloziyên xwe veşêrin û temenê xwe dirêj bikin mecbur in ku li her aliyekî şer bikin. Li Lîbya, Azarbeycan û hwd hewildan şer bikin. Niha li Lîbya û Azarbeyacan nikarin bikin, yê ku li ber ma ye Kurdistan e. Ji ber wê ji Efrînê bigre heya sînorê Îranê şer dike. 

Li kûderê lawaziyek bibîne wê êriş bike.  Bêpîvan şer dike. Pîvanên şer hene ku tê de dibejin divê nexweşxane û sivîl neyên hedefgirtin. Ev hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binpêkirin. Pîvanên exleqî jî nehiştine. Avê li ser gelê herêmê qût dike ji bo teslîm bigre. Efrîn ev mehekê bêav hişt. Niha Hesekê jî av qûtkiriye. Ev giştî sûcên mirovahiyê ne.”

RÛS Û AMERÎKA LI HEMBERÎ BINPEKIRINA PEYMANÊ BÊDENG IN

Ji bo bêdengiya Rûsya û hikûmeta Şamê ji êrişan re Muslim got: “Dewleta Tirk endamê NATO ye û pîvanên NATO bin pê dike. Kesek jî dengê xwe jê re nake. Peyman bi Rûsan re çêkir û li pêş çavê Rûsan êriş dike. Beriya êrişa li ser navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê  gel li pêşiya cihê Rûsan helwestên xwe nîşan didan, çalakî lidarxistin. Piştî saetek şûnde êriş li ser navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir. Dibînin û xwe kerr dikin. Ne Amerîka ne jî Rûsya ji dewleta Tirk re dibejê hûn peymanê binpê dikin. Di encama hevpeymanê QSD`ê 30 km dûrî sînor ket. Lê derveyî sînor jî dewleta Tirk êrişan pêk tîne. Binpêkirina peymanê ye. Tirkiyê wan hevpeymana bêwate kiriye.”

BÊCIDIYETA RÛS Û HIKÛMETA ŞAMÊ

Muslim têkiliyên bi Rûsan re bi bîr rxist û ev tişt anî ser ziman: “Ji sala 2012’an ve danûstandinên herêmê bi Rûsyayê re hene. Her me ji wan re armanca xwe şîrove kiriye û ew jî planên me di hûndirê Sûriyê de baş dizanin. Di sala 2015`an Rûsya ji bo parastina hikûmeta Şamê ketin herêmê. Carna ji Kurdan re jî dibejin `merhaba.` Lê tu caran tiştekî cidî ji bo Kurdan naniye ser ziman û nekirine. Danûstandinên wan bi Kurdan re yan ji li dijî Şamê yan jî li dijî Tirkiyê pêk hatiye. Her bikaranîn e. Yanî ji Tirkan re dibejin ger tu neke ez ê piştgiriya Kurdan bikimm ji Şamê re jî heman tiştî dibeje. Di mijara Kurdan de ne cidî ne. Taybet kesek wekî Putîn ku mijara Kurdî ji nêz ve nas dike û divê ew bixwe li ser vê mijarê bisekine. Ji Rûsan tê xwestin ku bi cidî ser vê mijarê bisekine, em çi dixwazin. Tiştên ku wê di hûndirê Rûsya de ji bo gelê xwe kiriye em dixwazin ew tişt di hûndirê Sûriyê de jî bê kirin. Em Sûriyek demokratîk çê bikin. Tirkiyê îro di herêmên Kurdan de guhertinên demografîk çêdike. Sûriyê jî vî tiştî dixwaze. Hikûmeta Şamê dibejê bila çeteyên selefî bên lê bila Kurd li van herêman de nebin. Bila hikûmeta Şamê  dev ji vê mêjiyê xwe berde. Ev hişmendî tiştekî wê nede wan. Ev nêrînên wan hişt ku rewşa Sûriyê wiha be. Em hêvî dikin ku dev ji vê bedin. Bi taybetî ew gotinên Beşar Esad em pozîtîf lê dinerin. Kes nikare vî gelê kevnar ji herêmê derxîne û tine bike. Di 1963`an de hikûmeta Şamê ev ceriband û heya niha dimeşîne lê nikare û ji êrişên niha re ew jî xwe ker dike.”

`AMERÎKA BOMBE LI EFGANISTANÊ HIŞT Û XWE KIŞAND`

Muslim der barê krîza li Efganîstanê jî de anî ziman ku wê bandora wê li her cihî çêbibe û got: “Bi hijmarekê kêm DAIŞ derket. Kengî hêz girt û qewîm bû? Dema dest danî ser çekên hêzên Iraqê û carekê de bû hêzekê wekî ya dewletekê. Hêz di pişt DAIŞ de bû ku wê mezin kirin. Dixwestin ku dewleteke îslamî li Iraq û Sûriyê çê bikin û hêdî berfireh bike, ev proje ji bo Rojhilata Navîn bû. Lê neçû serî. Niha wê projeyê li Efganîstanê didin meşandin. Efgan reviyan û Talîban dest danîn ser çekên hikûmetê. Çekên Amerîka, helîkopter, hêza asîmanî û erd bidestxistin ku di carekê de bû dewlet. Hefteyek derbas nebû ku Kabul jî girt. Ew tiştên ku di Rojhilata Navîn de nikarîbûn bidin meşandin niha li Efganîstanê wê çêbikin. Heya niha dewlet dibejin divê em bi Talîban re danûstandinan bikin û wê nas bikin û meşrûyetek didin ku xîlafetek îslamî li Efganîstanê çêbibe. Ev bi xwe bombeyek e. Gelek mezheb di hundirê Efganîstanê de bi xwe hene. Bi Çîn, Îran, Hindîstan, Rûsya û alîgirê Rûsan re wekî Kirgizîstan, Tûrkmenîstan pirgirêkên xwe hene. Amerîka  ew bombê li Efganîstanê hişt û xwe kişand. Wê ev bombe bi kî de biteqê û çawa biteqê di demên pêş de bibînin. Bê guman wê bandorê xwe li Rojhilata Navîn jî hebe. Niha dewleta Tirk dixwaze here Efganîstanê. Çeteyên ku li Sûriyê bicih kiriye heye ku rêbike wir û hinek yên li wir jî rêbike vir. Divê em jî li gor wê amadekariya xwe bikin.”

`PARASTINA CIVAKA ÊZIDÎ Û ŞENGALÊ BARÊ NAMÛSÊ YE`

Di dawî de endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim banga xwedîderketina li Şengalê û bilindkirina asta têkoşînê kir û got: “Yê ku xwedî li Şengalê dernekeve ew ne Kurd e. Kurdistan jî tu caran bê Şengal nabe. Ji ber ku rayên Kurdên resên li wir de ne.  Li dijî ewqas êrişan heya niha yê ku berxwedaye êzidî ye û divê bê parastin. Mijara parastina êzdiyên û Şengalê barê namûsê ye. Divê baş xwedî lê derbikevin. Çi pêwîst be jî em ê bikin. Dijmin ji bo çi dixwaze Şengalê bigre? Ji bo perçebûnê çêbike ku Başûr û Rojava ji hev qût bike. Em xwe kerr bikin em ê rûn di nanê dijminê Kurdan de bikin.

Projeya herêma me heye. Kesên ku beriya çend rojan qetilkirin kî bûn? Ereb û Suryan bûn. Giştî yê me ne. Tirk jî ji vê aciz dibe. Tirk ji vê ditirsin, wê Kurd hişyar bibe û nebes e wê wan gelan jî şiyar bike. Divê em rêxistina xwe xurtir bikin ku em bi serbikevin. Bi vê rê tenê em dikarin li dijî lîstok û êrişên dijmin derbikevin. Ji bo şerê taybet kirîna însanên herêmên me encama lawazbûna me ye. Ger em hay ji xwe hebin û yekitiya me hebe em ê însanên ku şaşitiya dike bibînin û hesab jê bixwazin. Divê têkoşîna me xurttir be.”

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.