DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

General Ebdî: Divê hemû tedbîr werin girtin da ku planên dijmin vala derkevin

05.09.2020
0
A+
A-

Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku divê tevahî amadekariyên leşkerî, siyasî û zanîna civakî bên kirin, da ku bigihînin rê û rêbazekê ku karibin li hember fikr û planên dijmin pêk tîne bisekinin û wiha got: “Divê civak jî beşdarî rê û rêbazên li hemberî dijmin be.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî peyamek ji beşdarên komxebata der barê “şerê taybet, pêkanîn û alavên wê ” ya li Kobanê li dar ketiye de, şand.

Ebdî behsa gelek mijaran kir, jê jî rewşa siyasî ya niha, rewşên ewlehiyê û pirsgirêkên li hember Rêveberiya Xweser.

Ebdî wiha got: “Dijmin dixwaze gelê Kurd ji hev bike, hêzên leşkerî û siyasî parçe bike û civakê derbe bike. Niha jî em li ser diyalogên kurdî-kurdî dixebitin û ev yek bi pêş ketiye. Bi vê rêbazê em ê berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên înkarî li dijî gelê me, bişkînin.”

Ebdî wiha domand: “Dê di du mehên bê de, kongreyeke diyalogê ji tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê re li dar keve û tê de nêrînên gel ji nêz ve bigirin û pisgirêkên li hember wan binasin.”

Ebdî  têkildarî hevdîtinên bi hêzên navdewletî re wiha eşkere kir: “Me hevdîtin bi şîrketên navneteweyî re pêk anîn, da ku em tevahî eneriya xwe bixin xizmeta gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em amade bi tevahî şîrketên cîhanê re ji bo xizmetkirina gelê xwe, bixebitin. Hedefa dijmin şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nebeşdariya di pêşeroja Sûriyê de, ye bisekinin. Lê siyaset û têkiliyên me bi tevahî dewletên aktîv di Sûriyê de jî, hene. Em dixwazin têkiliyên xwe bi tevahî aliyan re xurt bikin. Her wiha me bi Rûsya û Amerîka re peymna îmze kirine û dê mîna van jî bi aliyê ku xizmeta berjewendiya gelê me bike jî, îmze bikin.”

Mezlûm Ebdî di gotinên xwe de wiha domand: “Dijminê me bi hemû hêza xwe hewl dide civaka me têk bibe û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Divê em bi hev re li dijî van siyasetên dijminane bisekinin. Dewleta Tirk a dagirker niha şerê taybet bi rêya torên ji ajan û sîxuran pêk tîne. Berê dikarî bi vê rêyê civak ji hev bikira. Lê niha û piştî 10 salan ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijmin nikarî bigihîşta hedefên xwe. Ji lew re siyasetên xwe guhartin û bi rêya xapandina bi pereyan ji sîxuran re xwe spart şerê derûnî. “

Ebdî ev yek li axaftina xwe zêde kir:”Divê em hemû tedbîrên leşkerî, siyasî û hişyarkirina civakê bigirin ta ku bighêjin rê û rêbazên ku karibe fikirê dijmin vala derdkeve. Civak jî divê tedbîran bigire.”

Ebdî bal kişand ser astengiyên  ku li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin û got:”Em înkar nakin ku şaştiyên îdarî hene, divê gelên me şopdar bin, gilînameyan pêşkêş bikin û rexneyan bikin, bi îdîayan neyên xapandin ji ber ev îdîa xizmeta gelên me nake berevajî wê xizmeta dijminên me dikin, lewra ji bo çareseriya pirsgirêkan û aloziyan em rêya rast hilbijêrin.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku di qada siyasî û leşkerî de rewşa wan baş e û got: “Dîsa jî divê  em tedbîrên xwe yên ewlehî û leşkerî zêde bikin, parastin ne tenê berpirsyariya hêzên ewlehiya leşkerî ye, lê belê erka gelên wan ne jî divê her kes piştgiriyê bide aliyên ewlekariyê.

 (fr-eh)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.