DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Esedullah Oguz: Gelê Efxan ji şer westîya ye

Esedullah Oguz: Gelê Efxan ji şer westîya ye
21.08.2021
0
A+
A-

Rojnamevan û nivîskarê Efxanistanî Esedullah Oguz diyar kir; piştî ku Amerîka, Pakistan, Efxanistan û Talîbanê li hev kirin, welat radestî Talîbanê hate kirin.

Esedullah Oguz destnîşan kir; piştî ku Tevgera Talîbanê hat ser desthilat, li Efxanistanê şer û pevçûn rawestiya û got: “Li Efxanistanê tenê beşeke biçûk a welatiyên ku li bajaran dijîn û jiyana demokratîk pejirandine, li hember vê bûyerê nîgeran in. Welatiyên ku li gundan dijîn, ji ber ku şer û pevçûn bi dawî bûye, ji vê rewşê razî ne.”

Oguz dibêje ku Talîban tevgereke gel e û ji gelê Efxan pêk tê û armanca wê jî ew e ku Efxanistanê bixe bin desthilata Peştûnan.

Esedullah Oguz eşkere dike: “Piştî ku Talîban bibe desthilat, dê gelek welat desthilata Talîbanê qebûl bike, di serî de jî Amerîka.”

Rojnamevan û nivîskarê Efxanistanî Esedullah Oguz li ser sedema vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê, rûxana desthilata welat, bidestxistina rêveberiyê ji aliyê Talîbanê ve û pêvajoya li hember Efxanistanê, bersiv da pirsên K24ê.

Gelo li Efxanistanê bi giştî çi bû, hikûmet û artêşa welat çima li hember Talîbanê li ber xwe neda?

Amerîkayê biryar da ku ji barê Efxanistanê rizgar bibe. Piştî sala 2001ê, Amerîkayê li Efxanistanê rêveberiyeke nû damezrand û mûçeyên 300 hezar leşker, 200 hezar polîs û 500 hezar karmendan dida. Dewleta Efxanistanê li şûna ku alîkariyên Amerîkayê gelek baş bi kar bîne û hikûmeteke demokratîk ava bike, kete nav gendeliyeke mezin, wezîr û karmendên dewletê, bûn xwedî milyon dolaran, lê xelk bêhtir hejar bûn. Dema Amerîkayê ev yek dît, biryar da ku barê dewleta Efxanistanê ji ser milê xwe rake. Bi hatina Talîbanê, Amerîka him ji barê milyar dolaran rizgar bû û him jî ji bo siberojê amûreke ku her du zilhêz û rikeberên xwe yên Çîn û Rûsyayê aciz bike, bi dest xist.  Dibe ku Amerîka di pêşerojê de dema bixwaze Rûsya û Çînê aciz bike, endamên berê yên El Qaîde yên di nav Talîbanê de bi kar bîne.

Loma beriya çend mehan, di navbera Amerîka, Pakistan, Talîban û Dewleta Efxanistanê de li ser mijara radestkirina desthilatê bo Talîbanê rêkeftineke nepenî hat kirin û artêşa Efxanistanê bêyî ku li ber xwe bide, her der radestî Talîbanê kir.

Gelo siberojeke çawa li benda Efxanistanê ye?

Efxanistan kete heyameke nû ya tarî. Talîban dê versiyoneke nûkirî ya rêveberiya xwe ya salên 1990î cîbicî bike û li wî welatî kesên ku li bajaran dijîn, dê azadiya xwe winda bikin. Cîhan peyameke wisa dide Talîbanê; tu li hundir çi dikî bike, me eleqedar nake, lê bila ji Efxanistanê bo derve metirsiyek dernekeve.

Şerê li welat dê bidawî bibe?

Bi hatina Talîbanê jixwe şer rawestiya. Xelkê gundan ji vê yekê gelek razî ne. Ew dibêjin ‘Azadiya me tune ye, lê qet nebe em di aramiyê de ne, can û malê me di ewlehiyê de ne’. Ji ber ku serkirdeyên Hevpeymaniya Bakur ji welat reviyan, li ber çavên gel biçûk bûn û êdî kes dê li rûyê wan nenêre. Eger berxwedanên biçûk çêbibin jî, ez bawer nakim ku weke salên 1990î şerên mezin biqewimin. Lewra tevî hemû cîhanê, xelkê Efxanistanê jî ji şer westiyan.

Gelo Talîban bi rastî jî guherî an jî dê biguhere?

Talîban di bingeha xwe de neguherî, lê weke min got, guhertinên biçûk dê çêbin. Lewra di nava 20 salên dawî de Talîban jî gelek tiştên nû fêr bû. Qedexe û rêbazên berê her çiqas weke berê tund nebin jî, dê werin cîbicîkirin û azadiya jinan dê bi awayekî berçav were sînordarkirin. Dibêjin ‘exlaqê şîrî heta pîrî’. Talîban bi temamî naguhere.

Talîban rêxistineke çawa ye? Tevgereke bajarî ye an li gundan çêbûye?

Talîban bi temamî tevgereke gundî ye. Piraniya endamên wê xwendin û nivîsandinê nizanin. Loma çîprût dimeşin û nizanin li bajaran çawa tevbigerin.

Di heyama nû de rola serkerdeyên siyasî û leşkerî yên li derveyî Talîbanê dê çawa be?

Rol û bandoreke mezin a serkirdeyên li derveyî Talîbanê dê tune be. Lê belê Talîbanê ji bo ku li ber çavê cîhanê cihê xwe xweş bike, dibe ku di rêveberiya xwe de cih bide nûnerên pêkhateyên din, lê peywir û hêzeke wan a rastî dê tune be.

Talîban bi eslê xwe tevgereke çawa ye? Gelo tevger weke DAIŞ, El Qaîde û El Nusra ji etnîsîteyên cuda pêk tê an ji gelê Efxanî pêk tê?

Talîban tevgereke gel e ku ji gelê Efxanî, bi taybetî jî ji gelê Peştûn pêk tê. Lê belê rêxistineke olî û neteweperwer e. Armanca wê ew e ku Efxanistanê car din bixe bin desthilata gelê Peştûn. Efxanistan di nava 250 salên borî de her dem ji aliyê Peştûnan ve hat birêvebirin û piştî bûyerên 11ê Îlona 2001ê, komên Bakurî jî beşdarî rêveberiyê bûn. Niha ew ji desthilat têne dûrxistin û hêz bi giştî dikeve destê Talîbanê ku piraniya wan Peştûn in.

Gelo di rewşeke çawa de Amerîka dê ji bo şerê li dijî Talîbanê vegere Efxanistanê?

Tenê eger êrîşeke mezin a weke 11ê Îlonê rûbide. Egerna, ez bawer nakim zû bi zû vegere.

Gelo xelkê Efxanistanê dê li dijî Talîbanê dest bi berxwedanê bikin?

Kesên ku piştî şoka Talîbanê hatin ser xwe, li hinek bajaran dest bi çalakiyan kirin û li komên muxalif li Pencşîrê kom bûne. Lê piraniya gelê Efxanistanê êdî şer naxwaze. Hemû serkirdeyên berê li ber çavê xelkê biçûk bûn û rûmeta wan nema, çimkî ew serkirde di nava 20 salên dawî de bi rewşa xelkê eleqedar nebûn û tenê berîkên xwe tije kirin. Eger piştgiriya xelkê tune be, zehmet e ku berxwedanek bidome. Ez di wê baweriyê de em ku Talîban jî ji bo şikandina vê berxwedanê, dê hewl bide ku li ber çavê xelkê, xwe xweş bike, ji bo vê jî rêbazên berê dê nerm bike.

Hûn daxuyaniyên Tirkiyê yên li ser Efxanistan û Talîbanê çawa dinirxînin?

Tirkiye di nava 20 salên dawî de bi bikaranîna hêza xwe ya nerm, li Efxanistanê îtibareke mezin bi dest xist. Loma tevî ku Tirkiye di nav NATOyê de ye, Talîban êrîşî leşkerên Tirkiyê yên li Efxanistanê nekir. Tirkiye di heyama nû ya Talîbanê de jî dixwaze ji bo bandora xwe ya li Efxanistanê bidomîne, bi rêxistinê re pêwendiyên xwe bihêztir bike. Herwiha di vê demê de ku di navbera welatên herêmê de li ser Efxanistanê têkoşîna rikeberiyeke nû dest pê kiriye, Tirkiye naxwaze li derveyî wê bimîne. Eleqeya wê ya li ser Efxanistanê ji ber vê yekê ye.

Eger Talîban normal bibe, koçberên ku ji Efxanistanê derketine, gelo dê vegerin welatê xwe?

Eger Talîban normal bibe, dibe ku penaberên li Îran û Pakistanê vegerin, lê penaberên ku li welatên weke Tirkiye û Ewropayê dijîn, dê venegerin. Lewra li van welatan jiyan pêşketî ye û rehet e.

Li Efxanistanê kî li dijî Talîbanê ne û kî ji desthilata tevgerê razî ne?

Li Efxanistanê tenê beşeke biçûk a welatiyên ku li bajaran dijîn û jiyana demokratîk pejirandine, li hember vê bûyerê nîgeran in. Welatiyên ku li gundan dijîn, ji ber ku şer û pevçûn bi dawî bûye, ji vê rewşê razî ne.

Dema Talîban dest bi rêvebirina Efxanistanê bike, gelo cîhan dê ligel wê bixebite, an jî dewletên din di kîjan rewşê de dê Talîbanê qebûl bikin?

Talîban çend meh beriya ku têkeve Kabulê dest bi pêngava dîplomatîk kir û bi Amerîka, Rûsya, Çîn û Îranê re hevdîtin kir û piştgiriya wan wergirt, ango serkeftineke dîplomatîk bi dest xist. Piştî ku Talîban bibe desthilat, dê gelek welat desthilata Talîbanê qebûl bike, di serî de jî Amerîka.

Esedullah Oguz kî ye?

Rojnamevan û nivîskar Esedullah Oguz di sala 1968an de li bakurê Efxanistanê li navçeya Aktepe jidayîk bûye. Di sala 1982an de ji ber dagirkirina Sovyetê, koçî Tirkiyê kiriye. Oguz ji bo zanîngehê çûye Almanyayê û di medyayên Amerîka û Almanyayê de xebitiye. Piştî êrîşa 11ê Îlona 2001ê, di artêşa Almanyayê de weke şêwirmendê Efxanistan û Asyaya Navîn kar kiriye. Esedullah Oguz di navbera salên 2004-2007an de li Efxanistanê weke şêwirmendê NATOyê xebitiye. Di sala 2008an de vegeriyaye Stenbolê û dest bi jiyana sivîl kiriye. 4 pirtûkên Esedullah Oguz hene  û navên wan ev in: “Efxanistan: Ji dagirkeriya Sovyetê ber bi şerê navxweyî”, “Efxanistan”, “Tirkmenistan: Ji Stalin heta Niyazov”, “Welatê min û Ez”. Herwiha li ser El Qaîde, Talîban, DAIŞ, terora xwekujiyê û siyaseta Asyaya Navîn gotar û xebatên wî hene. Oguz tevî zimanê Tirkmenî, zimanên Îngilîzî, Almanî û Farisî dizane.

Kurdistan24

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.