Doza girtina HDP’ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû hate şermezarkirin.
Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bertalkirina wekîltiya Parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li gelek bajaran hate şermezarkirin.
ÎDIR
Rêxistina HDP’ê ya Îdirê li avahiya partiyê daxuyaniyek da. Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk daxuyanî da, lê polîsan êriş kirin. Polîsên Tirk bi mertalên xwe dor li Eksîk ê HDP’ê girtin. Girseya gel jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û ev dorpêçî şermezar kir. Polîsan vê carê jî hewl dan girseya gel belav bike. Piştî ku Eksîk derbasî avahiya partiyê bû, mirovên li derdorê jî civiya bûn ji hev belav bûn.
RIHA
Nûnerên rêxistinên civakî û pîşeyî û partiyên siyasî li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê li hev kom bûn. Metna deklarasyonê ji ailyê Serokê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê ya Rihayê Alî Arslan ve hate xwendin. Arslan anî ziman ku biryara doza ji bo girtina HDP’ê li dijî îradeya gel e û got, “Gel dixwaze ku bes îradya wan desteser bike û dest li siyaseta demokratîk wernedin. Em radigihînin ku di vê demê de piştgiriyê didin HDP’ê.” OHD, ÎHD, SES, Egîtîm-Sen, BES, Haber-Sen, Tarim Oman Îş, Desteya Koordînasyona Bajarê Rihayê ya TMMOB’ê, Komeleya Piştgiriya Jinê ya Mala Jiyanê ya Rihayê, Rêxistina Partiya Keskê ya Rihayê, Piştevaniya KHK a Rihayê mohra xwe danîn binê deklarasyonê.
ANTALYA
Hêzên demokrasî û kedê yên Antalyayê jî li qada Attalosê daxuyaniyek dan û piştgirî dan HDP’ê. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Îradeya gel nabe bê desteserkirin” hate hildan û hate ragihandin ku wê bi piştevanî û têkoşînê bersivê bidin vê darbeya sivîl. Di daxuyaniyê de her wiha destgîrkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, hate şermezarkirin.