DOLAR
8,6396
EURO
10,1418
ALTIN
492,03
BIST
1.407
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
34°C
Diyarbakır
34°C
Az Bulutlu
Perşembe Gök Gürültülü
29°C
Cuma Çok Bulutlu
26°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
29°C
Pazar Az Bulutlu
30°C

Franz Kafka û Bûk-Zinarê Xamo

Franz Kafka û Bûk-Zinarê Xamo
10.09.2021
0
A+
A-

Ev çîroka serpêhatîya nivîskarekî mezin Franz Kafka û keçikek biçûk e. Keçika biçûk li paqeke Berlînê bûka(bebika)xwe ya li ber dilê wê pir şîrîn e wenda kiriye.

Kafka û Bûk


Franz Kafka dibe şirîkê xemgîniya wê û bi fantazîyeke muhteşem dibêje bûk çûye seyahetê, dixwaze bigere û dinyayê bibîne.

Dûra jî bi devê bûkê(bebikê) ji keçikê ra nameyan dinivîse û her roj dema li parqê hevûdu dibînin û li bûkê digerin nameyên ew dinivîse dide keçikê.

Ev yek heta mirina Kafka dom dike.

Çîrokeke ne fantazî ye, serpêhatîyeke bingeheke wê ya rastîn heye. Çîrok kin e, lê belê tesîra li meriv dike mezin e.


Franz Kafka(1883-1924)tu carî nezewicî û nebû xwedî zarok.

Dema ew 40 salî bû rojekê li Berlînê li parqekê digerîya. Rastî keçikek biçûk hat. Ji ber ku bûka(bebika) xwe ya pir jê hez dikir wenda kiribû keçik pir xemgîn bû û digrîya.

Ew û Kafka demeke dirêj li bûka wê gerîyan, lê bêhûde bû, nedîtin.

Kafka ji keçikê xwest roja din ew dîsa li wir hevûdu bibînin, ji bo ku bi hev ra li bûkê bigerin.

Roja din, dema wan dîsa jî nikanîbûn bûkê bibînin, Kafka nameyek ”ji teref bûkê va hatibû nivîsîn” da keçikê. Di nameyê da digot:

-Ji kerema xwe negirî ! Ez derketime rêwîtiyekê ji bo ku dinyayê bibînim. Ezê macerayên xwe ji te binivîsînim.

Çîrokekê bi vî hawî dest pê kir, bi devê bûkekê dihat gotin û heta dawiya jiyana Kafka dom kir.

Kafka û keçikê li parqê bi dûzan hevûdu dîtin û di her hevdîtinê da Kafka bi dîqet macera û axaftinên bûkê ji keçikê ra dixwend û wê jî bi baldarî û bi heyranî lê guhdarî dikir.

Dawiya dawî Kafka hîşt bûk ”bi paş da vegere” (bûkek nuh kirî) û got ew vegerîya Berlînê.

Keçikê got:

-Ew qet naşibe bûka min !

Kafka nameyeke din da keçikê. Di wê da bûkê nivîsîbû:

-Rêwîtiyên min ez guhertim.

Keçika biçûk bûka nuh himêz kir û bi dilşadî bir malê.
Salek di ser ra derbas bû Kafka mir.

Piştî gelek salan, keçika nuha mezin e, nameyek di hundurê bûkê da dît. Di wê nameya biçûk da ku Kafka îmze kiribû, wiha nivîsîbû:

-Her tiştê tu jê hez dikî belkî wenda bibe, lê dawîya dawî evînê her tim li te vegere. Lê belê bi rengekî cuda û bi şiklekî din.”

Wergera ji swêdî– 2021-09-09

zinarexamo.blogspot

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.