DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

“Fransa dixwaze li herêmê roleke sereke bilîze”

04.09.2020
0
A+
A-

Serdana Serokê Fransayê bo Iraqê û civîna wî ya ligel rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê karvedanên cuda li pey xwe anî. Li gor baweriya çavdêrên siyasî, Fransa dixwaze di rêkxistina Iraq û Rojhilata Navîn de roleke wê ya sereke hebe. Herwiha amaje bi wê yekê jî dikin ku ev destpêka qonaxeke nû ye li Iraq û herêmê.

Hevoka ku Emmanule Macron di serdana xwe ya Iraqê de herî zêde bi kar dianî, “serweriya Iraqê” bû. Macron li ser wê yekê rijd bû ku divê serweriya Iraqê were parastin.

Iraq di destê grûpên çekdar de dinale, tevî destwerdana herêmî di karûbarên navxwe yên Iraqê de. Loma nêrîna beşek ji pisporên peywendiyên navdewletî ew e ku Fransa dixwaze di vegerandina rûmetê bo Iraqê de roleke bi bandor bilîze, bi taybetî bi rêya bihêzkirina saziyên fermî.

Di naverasta vê hefteyê de, Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya bo paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê, gihişte Iraqê û ligel sê serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên din ên siyasî civiya.

Ji serdana Macron bo Lubnan û Iraqê ev hate xwendin ku Fransa hewl dide Rojhilata Navîn rêk bixe, destpêka plana wî jî bi Lubnan û Iraqê bû./Kurdistan24

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.