DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
13°C
Diyarbakır
13°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Hafif Yağmurlu
17°C
Pazartesi Az Bulutlu
19°C
Salı Hafif Yağmurlu
16°C

Fermandarekî YAT’ê plana operasyonên xwe yên piştî operasyona Holê eşkere kirin

05.04.2021
0
A+
A-

Fermandarekî Yekîneyên Antîterorê (YAT) diyar kir ku operasyona taybet bi kampa Holê, li ser bingeha agahiyên ku ji girtiyên qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê werdigirin, berdewam dike û diyar kir ku ew ê dawî li bandora van şaneyan bînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Adara borî de li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin û di îna borî de qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî kir. Ji aliyekî din ve jî operasyonên taybet ên YAT’ê li kampa Holê berdewam dikin.

Endamê Fermandariya Giştî ya YAT`ê Deniz Çiya têkildarî operasyonên taybet, girîngiya vê operasyonê û pêwîstiya wê, ji ajansa me re axivî.

Deniz Çiya di destpêka axaftina xwe de got Operasyona Mirovî û Ewlehiyê girîng bû, ji ber ku li kampê sûcên qetilkirin û terorê dihat kirin, dest bi avakirina şaneyên berfireh ên DAIŞ`ê hatibûn kirin, li kampê fikrên DAIŞ`ê yên tundraw hatibû belavkirin, lê wan di pêvajoya  qonaxa yekemîn de gelek ji wan terorîstan girtin.

Deniz Çiya ev yek li gotina xwe zêde kir: “Operasyonên taybet, bi hevkariya saziya ewlehiyê giştî ya li hundirê kampê tê kirin û li ser bingeha agahî ji yekîneyên me re tên, pêk tên.  Em li dijî wan komên xeternak ên li kampê operasyonan pêk tînin. Lê em xwe dispêrin agahiyên girtiyên ku berê di qonaxa yekemîn de hatibûn girtin.”

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bidawîkirina qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, 125 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê li kampê hatin girtin.

Çiya destnîşan kir ku di çarçoveya vê operasyona taybet a ku yekîneyên wan piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a operasyonê da destpêkirin, 17 çeteyên din ên ku di nava şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê de bûn, hatin girtin.

Çiya da zanîn ku wekî her kes dizane ev şane bi hev ve girêdayî ne û piranî berpirsên wan şaneyan niha di destên hêzên ewlehî û YAT’ê de ne, niha jî çeteyên ji wan şaneyan ku mane tên girtin û operasyon berdewam e.

Çiya di berdewama gotina xwe de diyar kir ku lêpirsîna bi van şaneyan re berdewam dikin û di van lêpirsînan de dê gelek agahiyên girîng werin bidestxistin û li gorî wê, dê kar û xebat were kirin. Çiya piştrast kir ku dê yekîneyên wan li gorî hewcedariyê tev bigirin û tevgera wan jî girêdayî encamên van lêpirsînan e.

Fermandar Deniz Çiya destnîşan kir ku hin çete hene ku li kampê û derveyî wê tev digirin, li gorî encamên lêpirsînan ew nuqteyên wan tesbît dikin û wiha dewam kir: “Di kampê de kesên windayî hene û çekên veşartî jî hene, ji ber vê yekê em ê li gorî agahiyên nû tev bigirin û dibe ku ev yek di operasyona taybet a ku hêzên wan pêk bînin re, diyar bibe.”

Deniz Çiya ev xal lê zêde kir: “Me duh hin cenazeyên ku berê hatibûn qetilkirin û di kanalîzayonan de hatibûn veşartin, dîtin. Ew yek jî li gorî agahî û lixwemikurhatinên girtiyan pêk hat.”

Deniz Çiya di dawiyê de got yekîneyên wan dê liv û tevgera xwe ya li kampê heta bidawîkirina van şaneyan û bêbandorakirina wan li kampê û heta lêpirsîna bi girtiyan bi dawî bibe, berdewam bike da ku ewlehiya kampê pêk were.

Li gorî belgeyên dawî yên rêveberiya kampê 60 hezar û 351 kes li kampê hene û li ser 16 hezar û 404’an malbatan belav in û wiha ne:

Hejmara penaberên Iraqê; 30 hezar û 738 e û li ser 8 hezar û 256 malbatan belav e.

Hejmara koçberên Sûriyê; 21 hezar û 58 kes e û li ser 5 hezar û 619 malbatan belav e.

Malbatên DAIŞ’î yên biyanî; 8 hezar û 555 zarok û jin in û li ser 2 hezar û 529 malbatan belav e.

(eh)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.