Çalakiya Malbata Şenyaşar a ji bo “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê di roja 15’an de dewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar, diyar kir ku ew dixwaze kesên zarokên wê qetilkirin bên girtin û got: “Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim.”
Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar û du zarokên xwe Celal û Adil Şenyaşar hatin kuştin, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bibû re, berî 14 rojan li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin.
Malbat şeveqê tê ber edliyê û bi dovîzan daxwaza xwe ya “Edaletê” dubare dike.
Dayika Şenyaşar, cardin pirsa “Edalet li ku derê ye?” kir û got: “Ez dixwazim ku kesên zarokên min qetilkirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim. Ger dixwazin bila min bigirin. Lê ez ê ti carî jiyanek wiha qebûl nekim.”
MA/RIHA