DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Ewropa ji penaberên Efgan bi tirs e.. Erdogan hewl dide li Ewrasyayê serwer be

Ewropa ji penaberên Efgan bi tirs e.. Erdogan hewl dide li Ewrasyayê serwer be
27.08.2021
0
A+
A-

Helwestên welatên Ewropayê li hemberî aloziya penaberên Efganistanê ji hev cuda bûn. Tê pêşbînkirin ku di pêşeroja nêz de alozî kûrtir bibe. Her wiha metirsî ji şantajên dewleta Tirk û hewldanên wê yên belavbûna li Ewrasyayê, hene.

Bi hezaran efganî ji ber Talîbanê xwe spartin balafirgeha Kabulê, gihişt asta ku bi dehan ji wan xwe bi balafirgehên leşkerî yên Amerîkayê yên mezin ve daliqînin, hejmareke ji wan ji asîman ve ketin xwarê.

Demeke berê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pîvanên qebûlkirina penaberan diyar kir da ku rê li hatina wan bigire.

ATHENA: EM Ê NEHÊLE ALOZIYA PENABERAN WEKÎ 2015`AN DERKEVE

Yewnanistanê ku beriya 6 salan ji bo bi hezaran penaberên sûrî, iraqî û efganî dergeha derbasbûna Ewropayê bû, daxuyand ku ew naxwaze car din aloziya 2015`an rû bide.

Wezîrê Penaberiyê yê Yewnanistanê Notis Mitarachi got ku Yewnanistan dê qebûl neke bibe dergeh ji bo rêwîtiyên neqanûnî a penaberan ber bi Yekitiya Ewropayê ve û ew Tirkiyê wekî cihekî bi ewle ji penaberên Efgan re dibînin.

Yewnanistan bi dirêjahiya 40 km sûr li ser sînorên xwe bi Tirkiyê re temam kir, da ku penaberên Efgan nikaribin di wir re derbasî Ewropayê bibin. Her wiha sîstemeke nû ya çavdêriyê xist meriyetê. Her wiha piştî serdana wî ya ligel Wezîrê Parastinê û Fermandarê Hêzên Çekdar a li herêma Evrosê, Wezîrê Parastina Welatiyan Michalis Chrysodis got, sînorên welatî wî dê ewle û parastî bin.

Wezîrê yewnanî diyar kir ku ji ber aloziya li Efganistanê, îhtimala hatina penaberan derket holê.

Bûyerên li Efganistanê rû dane, metirsiyên Yekitiya Ewropa (YE) ên vegera aloziya penaberan a wekî 2015`an bi xwe re çêkir. Di 2015`an de nêzî milyonek mirovên ji Rojhilata Navîn û herêmên din ji ber şer û xizaniyê reviyan û xwe spartin Yewnansitan û Tirkiyê û ji wir berî dan welatên Ewropayê.

EWROPA BI FIKAR E

Li gorî raporeke ajansa Associated Press, tevgera penaberan a li ser rêya sereke (li ser dirêjahiya sînorên Tirkiye-Îranê) ji Asya Navîn heta Ewropayê li gorî salên berê hinekî îstiqrar bû. Lê belê welatên Ewropayê bi fikar e ku vegera ji nişka vey a Talîbanan li ser desthilata Efganistanê vê yekê biguhere.

Rayedarên Ewropayê ji vegera aloziya penaberiyê ya sala 2015`an ku şerê Sûriyê kûr kiriye, vegere û dixwazin ku rê li pêleke din a koçberiyê ya berifreh a koçber û penaberên ji Efganistanê, bigirin.

Wezîrê karên hundirîn ê Nemsayê Karl Nehammer got, ew ê zextê li YE`yê bike da ku di avakirina “navendên ragirtinê” li welatên cîranên Efganistanê de alîkar be û li wê derê penaberên Efgan bên hewandin.

Karl beriya civîna bi hempîşeyên xwe yên YE`yê re ji rojnamevanan re wiha got, “Girîng e ku penaberên Efgan werin dûrxistin. Ji bo wê jî pêwîstiya me bi navendên ragirtinê heye.”

Li gorî muzakereyeke dîplomatîk ya Almanî ya veşarî ku ajansa Associated Press bi dest xistiye, rayedarên YE`yê di civîna wezîrên karên derve ya vê hefteyê de gotin, “Waneya herî girîng ku em ji aloziya 2015`an rakin ew e ku em nehêlin efgan dev ji hêzên welatên xwe berdin, bêyî alîkariya mirovî wê det bi tevgerê bikin.”

Almanya ku herî zêde di sla 2015`an de penaberên Sûriyê pêşwazî kir, hişyarî da. Rayedarekî Alman hefteya borî got divê “Alzoiya penaberiyê ya 2015`an” dubare nebe.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got, “Ewropa bi tena xwe nikare encamên rewşa Efganistanê rake. Divê em pêşbîn bikin û xwe ji pêlên koçberiyê yên nerewa biparêzin.”

Komîsera kar û barên hundirîn a YE`yê Ylva Johansson jî got: “Divê Ewropa nesekine heta ku xelk li ser sînorên me yên derve bin.”

Li Tirkiyê jî li gel pirsgirêkên aborî, li penaberên ji Sûriyê û Efganistanê bi metirsiyeke mezin tê nihêrandin.

Li gorî pisporan, her kes ji hatina penaberên Efgan û teroîstan re bi fikar in, ku ew yek DAIŞ`ê li Sûriye, Iraq, herêma beravê  û çolistanê xurt dike.

Her wiha ji ber wan metirsiyan, Ewropatedbîrên pêşwext girtin da ku rê li belavbûna terorîstan li xaka xwe û êrişên ku alîgirên wan pêk tînin, bigire.

Sînaroyaya Sûriye û Iraqê mînakên herî berçav û nîşaneyên wan metirsiyan in, ku hem DAIŞ hem jî penaberî bi rêjeyek zêde li wan welatan belav bûn.

Her wiha gelek metirsî ji bikaranîna wê doza mirovî ji aliyê dewleta Tirk ve hene, wekî ku berê aloziya Sûriyê bi kar anî û welat veguherand navenda terorîstan û hejmareke mezin ji şêniyên Sûriyê kirin çete û xistin xizmeta berjewendiyên partiya xwe AKP`ê û xewnên Osmaniyan ên Erdogan.

ERDOGAN DÊ HEWL BIDE BI RÊYA PENABERÊN EFGANÎ EWROPAYÊ ŞANTAJ BIKE

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195741_-.jpeg

Di vî warî de lêkolînera lubnanî ya pirsporê kar û barên Tirkiyê Dr.Huda Riziq ji ajansa me re axivî û got: “Bê guman doz penaberan ji bo Ewropayê pirsgirêkeke mezin e. Bi taybet ku Ewropa derdora 7 milyar Euroyî dide Tirkiyê da ku rê nede penaberên sûrî ku bigihêjin Eworpayê. Ji xwe li Ewropayê aloziyeke siyasî û aborî heye. Ji ber wê ew ji pêleke nû ya penaberan ditirse. Nexasim terorîst li Tirkiyê ku Ewropa ji bo wan pere dide Enqereyê da ku wan neşîne Ewropayê.”

Lêkolînera lubnanî wiha domand: “Piştî ku Talîban Efganistan kontrol kir, pêleke penaberan a nerewa ber bi Tirkiyê ve bi rêya Îranê çêbû. Ji ber wê ewropî ji penaberiya efganî ditirsin. Erdogan dê vê yekê bi kar bîne bi taybet ku aloziyeke aborî ya mezin li Tirkiyê heye. Dê ewropî û amerîkiyan bi vê mijarê şantaj bike da ku alîkariya aboriya Tirkiyê bikin.”

ALOZIYA PENABERÊN EFGANÎ TENÊ LI SER DEWLETÊN CÎRAN GEF E

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195806_-.jpeg

Pisporê rûsî yê Meclisa Rûsya ya Kar û Barên Derve Andrei Choprigin nêrîna wî der barê mijarê de cuda bû. Chopringin ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk nikare penaberên efganî bikar bîne mîna ku penaberê sûrî bi kar anîne û wiha domand: “Ji ber ku sînor di navbera wê û Efganistanê de tune ye. Erdogan dê li ser aktora islamê bilîze da ku cihekî sûdwar di bernameyên derve yên Talîban de bigire heke hebin.”

Li gorî Chopringin Ewropa, ji mijara pêla koçberiyê ya Efganistanê ne bi fikar e ji ber ku siyasetmedarên ewropî bawer nakin ku hejmarên mezin ên efganan derbasî welatên Ewropayê werin kirin. Chopringin wiha pê de çû: “Sedem jî diyar in, tu wesîle li pêşiya wan tune ye ku xw bigihînin Ewropayê. Li cem wan derfetên aborî tune ye ku vê rêwitiyê bikin. Di dawiyê de aloziya penaberên efganî tenê li ser dewletên cîran gef e û tu bandora wê li dewletên Ewropayê tune ye.”

KONTROKIRINA ASYAYÊ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195819_-.jpeg

Ji mezintirîn lêkolînerên peymangeha New Lines a amerîkî Necholas Heras îşaret pê kir ku Tirkiye xwedî bandoreke jeosiyasî ya mezin li dewletên Ewropayê ye, ji ber ku ew ji pêla penaberên efganî ditirsin. 

Girêdayî têkiyên Enqere bi Talîban re Heras got: “Tirk têkiliyên baş bi Talîban re ava dike. Ji ber ku Erdogan dizane ku Tirkiyê dikare roleke navbeynkar a sereke di navbera Talîban û Îranê de bilîze ku bi rêya wê dê penaberên efganî biçin Tirkiyê.”

Heras daxuyand ku di dema niha de Tirkiye hegemonya xwe ya jeosiyasî bi rêya Efganistanê bi kar tîne, ev jî ji bo wê gelek girîng e û ji leşkerkirina efganan wek çeteyan girîngtir e. Tirkiye dixwaze Efganistanê wek qadeke sereke bi kar bîne da ku Asya kontrol bike.

ANHA

Sinews03

ETİKETLER: , ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.