DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

Erka Miles Ceggins li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

05.09.2020
0
A+
A-

Berdevkê fermî yê Koalîsyona Navneteweyî serheng Miles Ceggins bi civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ragihand ku erka wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.

Îro girêdayî bidawîbûna erka berdevkê Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serheng Miles Ceggins, civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hate lidarxistin.

Civîna çapemeniyê li nuqteya Bendava rojhilatê Hesekê bi beşdariya berdevkê ragihandinê yê QSD`ê Mistefa Balî û berdevkê fermî yê Koalîsyona Naveneteweyî serheng Miles Ceggins, li dar ket.

Berdevkê ragihandina QSD`ê Mistefa Balî di destpêka civînê de axivî û wiha got: “Piştî salekê û 4 mehan ji karê hevbeş bi serheng Miles Ceggins re, erka wî bi dawî bû û dê vegere welatê xwe.”

Balî wiha domand: “Serheng Miles Ceggins dê bi serbilindî vegere. Ji ber ku li dijî mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê şer kir û em bi hev re bi serketin.”

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Miles Ceggins jî wiha got: “Beriya 6 salan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) hate damizrandin. Ji 10`ê Îlona 2014`an de me 7 milyon mirov û 110 hezar km2 erdên dagirkirî, rizgar kir.”

Miles Ceggins piştrast kir ku dê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ye û got: “QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û DAIŞ têk bir.”

Ceggins wiha lê zêde kir: “DAIŞ`ê zirar da malbat û hevalên we. Hinek ji we jî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta El-Esed û şerê wan li dijî sivîla, xwedî birînên kûr in.”

Ceggins li ser navê baregeha Koalîsayona Leşkerî ya têkbirina DAIŞ`ê soza da ku dê berpirsiyarên xwe li dijî şêniyên herêmê pêk bînin û dê koalîsyon beşdarî perwerdekirina hêzên antî teror bibe, ku fermandarên DAIŞ`ê di çend mehên dawî de li ser destê wê hêzê hatibûn tunekirin.

Miles Ceggins di dawiya axaftina xwe de got: “Em bi QSD`ê re hevkar in û heta tunekirina DAIŞ`ê bi temamî em ê piştgiriya QSD`ê bikin. Her wiha ji bo xurtkirina ewlehiya sînor û pêşîgiritna derbasbûna DAIŞ`ê di sînorê Sûriyê-Iraqê re, em bi hêzên Iraqê re kar dikin.”

(cx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.