DOLAR
9,4954
EURO
11,0618
ALTIN
548,17
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê…bandorên çandî û dîrokî

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê…bandorên çandî û dîrokî
02.07.2021
0
A+
A-

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirina gelê Kurd bi berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk serî li rêbazên din dide ku êrişî dîrok û çanda Kurdan dike û demografiya Kurdistanê diguhere.

Dewleta dagirker a Tirk di salên dawî de hewldanên têkbirina hebûna gelê Kurd zêdetir kirine, lê li vir sînordar nema û hewl dide çand, dîroka kurdî ji holê rake û demografiya herêmên Kurdistanê biguhere.

Ji zêdetirî sê mehan ve dewleta Tirk êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide van herêman dagir bike, da ku têkçûnên xwe yên li ser destên gerîlayan pêk hatin, veşêre.

ꞌDIVÊ KURD DÎROKA XWE NAS BIKINꞌ

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de xwe dispêre bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku heta niha têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî erdên wan û şewitandina malên sivîlan bi rêya topbaranê, tu helwest nedane, her wiha hevkariya PDK`ê jî  ya ku hêzên xwe li herêmên ku gerîla lê hene bi cih dike û dixwaze şerê kurd bi kurd der bixe.

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman got: “Divê gelê Kurd çanda xwe bi çek bike, ji ber ku dewleta Tirk ne tenê bi çekê şerê me dike, lê belê bi dîrokê jî şerê me dike. Dewleta Tirk  ji destpêka ku hatiye avakirin tîna xwînê ye û şerê wê yê li dijî parçeyên Kurdistanê ne şerekî nû ye, lê belê şerê çandî ye, armanca Tirkan ji destpêka ku derbasî herêmê bûne, qirkirina Kurdan e, her wiha hewl dide avakirina her statûyeke kurdî têk bibe. Di vir de hin dewlet pê re dibin alîkar.”

Elî Silêman diyar kir ku armanca dewleta Tirk reşkirina cîroka herêmê ye û êrişên li ser Başûr yek ji hewldanên guhertina nexşeya herêmê ye û ev li gotina xwe zêde kir: “Artêşa Tirk derbasî kijan herêmê bibe siyaseta hilweşandina şûnwarên dîrokî dimeşîne û bidize, her wiha malan dişewitîne da ku dîroka herêmê xerab bike, nexasim dîroka kurdên  ku ji beriya 12 hezar sal beriya zayînê ve li herêmê ne, lê hebûna Tirkan ne zêdetirî hezar salî ye, ji ber vê yekê dixwaze dîroka Kurdan têk bibe û li herêmê dîrokeke nû binivîse, êrişên wê yên li ser çiyayên Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hewldana guhertina nexşerêya herêmê ne.”

Silêman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser talankirina şûnwarên Efrîna dagirkerî û  ev nirxandin kir: “Sûcên ku dewleta dagirker a Tirk li Efrînê pêk anîn, nexasim hilweşandina şûnwarên wekî Nebî Horî û talankirina şûnwaran û veguhestina wan a ji Tirkiye re, bi armanca guhartina demokrafiya herêmê û tirkkirina wê ye, ev yek jî piştî vekirina dibistanên zimanê tirkî yên li herêmên ku dagirkirine diyar bû.”

Elî Silêman ev derbirî: “Dîroka gelê resen ê li Rojhilatê Navîn diyar dibe ku di navbera ava Dicle û Firatê de ye û ji beriya 12 hezar sal beriya zayînê ye û heta roja îro dewam  dike, nexasim dîroka dewleta Medî, ji ber vê yekê divê Kurd dîroka xwe nas bikin û bizanibin ku ew xwediyên rast ên vê xakê ne, li dijî berjewendiyên Tirkiyê yên ku hewl dide wî tune bike, xwe bi vê dîroka kevnar bi çek bike, ji ber mirov bi dîroka xwe tê naskirin ne bi kesayeta xwe.”

Li gorî belgeyên dîrokî, şaristanî ji rêzeçiyayên Kurdistanê yên li Zagrosê û Torosê yên di navbera ava Firatê û Dicle de û ji qonaxa newlotîkê dest pê dike. Ji lew re Tirkiye dixwaze bi rêya hilweşandina şûnwaran û têkbirina her tiştên girêdayî Kurdan dîroka Kurdan têk bibe da ku bide xuyakirin ku ew xwediyê xaka Mezopotamyayê ye.

ꞌBÊDENGIYA HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GELÊ KURD DIXE XETERIYÊꞌ

Kurd di pêvajoya dîroka xwe de bi rêya peymanan rastî gelek şikandinan hatin. Di sedsala nû de Kurd li pêşiya çavên rêxistinên mafên mirovan tê qirkirin, lê her kes li hemberî qirkirinên ku artêşa Tirk li dijî kurdan pêk tîne, ker û lal e. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên artêşa Tir ku li ser xaka wê pêk tîne tu helwestê nîşan nade. 

Hevseroka Meclisa PYD`ê şaxê herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku gelek peyman li ser Kurdistanê têne mohrkirin û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî wan bê deng e û got: “Êdî em ji bêdengiyê mat dimîn ku gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê bi xeteriya topbên Tirkan rû bi rû dihêle.”

Bêrîvan Îsmaîl ev li gotina xwe zêde kir: “Dewletên dagirker a Tirk hewl dide bi rêya hikumeta Başûrê Kurdistanê  ya ku li hemberî êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê bê deng e û berjewendiyên xwe yên malbatî yên teng diparêze, vîna gelê Kurd ê ku nayê şikandin, bişkîne, her wiha pirs nake bê ka çima gelê Kurd ê li ser erda Başûrê Kurdistanê qir dibe, gelo çima ewqas êrişên Tirkiyê yên li dijî çiyayên Kurdistanê hene?”  

Bêrîvan Îsmaîl ev şîrove kir: “Hêzên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi nêrîna li kiryarên li derdorê diqewimin sînordar nema, ji topbarana li dijî erda wê, lê belê zêdetirî carekê bi rêya hêzên xwe hewl da gerîla bikişînin aliyê şerê navxweyî, lê gerîla ji van planan xurtir e.”

Bêrîvan Îsmaîl di dawiyê de ev got: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên mezin nakin ku li çiyayên Kurdistanê parastina Kurdan bikin, lê bang li gelê xwe yê Kurd ê li her deverê dikin, nexasim ên li Başûrê Kurdistanê dikin û ji wan re dibêjin ku planên Tirkiye yên li ser xaka wan tên kirin, têk bibin, her wiha ji Kurdan re jî dibêjin ku xwe nespêrin tu kesî lê belê xwe bispêrin xwe, ji ber ku bi yekitiyê serkeftin pêk tê.”

(eh) 

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.