DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk derfetê didin DAIŞ`ê careke din vegere

23.08.2021
0
A+
A-

Rêveberiya Xweser hişyarî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê da û got: “Ev êriş aloziya Sûriyê kûrtir dike, projeyên dagirkirinê pêş dixe û Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe. Her wiha derfetê dide ku DAIŞ careke din veger.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da raya giştî û tê de bang li hikumeta Şamê, Amerîka û Rûsyayê kir ku bi lez helwestên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar bikin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Dewleta Tirk bi armanca firehkirina projeya xwe ya dagirkirinê bi zanabûn asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Van herêman parastina xwe kir û cîhan ji DAIŞ`ê û komên tundrew ên radîkal parast. Dewleta Tirk bi van êrişên hemû pîvan û lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

Êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê, Til Temirê û gundewarê wê û heta herêmên Qamişloyê niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmên me eşkere dikin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze careke din derfetê bide ku DAIŞ vegere.

Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku li herêmê hêzeke garantor e, helwestên diyar û bilez ji van êrişên dewleta Tirk ên bi zanabûn nîşan bidin. Em ji hemûyan re piştrast kir ev êriş, aloziya Sûriyê kûrtir dike, projeyên dagirkeriyê pêş dixe û herêmê ber bi parçebûnê ve dibe. Li astên herêmî û navneteweyî gefa vegera DAIŞ`ê dixwe. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide şertûmercan ji vegera DAIŞ`ê re peyda bike. Her wiha ev êriş li dijî yekitiya Sûriyê ye. Divê hikumeta Şamê helwesta xwe diyar bike li gel ku ev êriş li dijî serdestiya Sûriyê ye.  

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin, çi li hundir yan jî derve xwepêşendanan li dar bixin û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin. Em soz didin wan ku em pabendî agirbestê ne û dê bi hemû hêza xwe li hemberî van êrişên li dijî gelê me erk û berpirsyariyên xwe bînin cih, ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin.”

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.