DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê… di oxira zimanê kurdî de 29 salên têr û tijî

19.04.2021
0
A+
A-

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992’yan ve xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî didomîne. Ji roja avabûna Enstîtuya Kurdî ve zextên dewleta Tirk jî ji ser wê kêm nebûne û herî dawî di 2016’an girtin û hemû milkên wê desteser kirin. Lê dilxwazin wê di demeke kurt de Komeleya Lêkolînên Kurdî vekir û xebatên xwe dîsa domandin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi pêşengiya rewşenbîrên Kurd Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Ebdurahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender, Yaşar Kaya û Suleyman Îmamoglu di 18’ê Nîsana 1992’yan de li Stenbolê hate damezirandin. Apê Mûsa wek serokê demkî yê komîteya rêveber hate hilbijartin.

Roja ku Enstîtuya Kurdî hate vekirin, polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya wê de girt û ji ber ku tabelaya wê bi kurdî bû, tabela daxist.

Di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê êrişeke çekdarî li dijî serokê Enstîtuyê Apê Mûsa (Mûsa Anter) hate kirin û Apê Mûsa şehîd bû.

Dîsa di Cotmeha 1992’yan de polîsên dewleta Tirk bi ser Enstîtuyê de girt, çend kesên lê bûn, girtin û dest danîn ser gelek belge û alavan.

Ji destpêka avabûna xwe ve, gelek caran li ser Enstîtuya Kurdî zext hate kirin û doz li rêveber û serokên wê hatin vekirin û hatin girtin. Lê tevî wan zextan jî xebatên wê bê navber berdewam kir û xwe gihand roja îroyîn.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 31’ê Kanûna 2016’an de bi fermana hikumeta AKP’ê hat girtin û hemû alav û pirtûkên di avahiya wê de desteser kirin. Piştî demeke kurt dîsa xwe bi rêxistin kir û bi navê Komeleya Lêkolînên Kurdî xebatên xwe berdewam kirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/17/180131_eyub-saubasi.jpg

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Subaşî û mamosteyê zimanê kurdî Sîpan Haco têkildarî xebatên xwe ji ANHA’yê re axivîn.

Hevserok Eyûb Subaşî got îsal 29’emîn salvegera damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye û wiha axivî: “Enstîtu 29 sal beriya niha di 18’ê Nîsana 1992’yan de bi pêşengiya rewşenbîrên Kurd hate avakirin. Enstîtu yekemîn sazî ye ku li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin ji bo ku li ser ziman, edebiyat û dîroka kurdî lêkolînan bike. Beriya wê hin rêxistinên siyasî yên Kurdan hebûn lê wek saziyeke akademîk Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê avakirin. Bi rastî wexta ku tê avakirin hem li Bakurê Kurdistanê hem li Tirkiyê û hem jî li cîhanê deng vedide.”

‘XEBATÊN ENSTÎTUYA KURDÎ BANDOREKE GIRÎNG LI STANDARTBÛNA KURDÎ DIKIN’

Eyûb Subaşî destnîşan kir ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi vekirina cihên hînkirina zimanê kurdî û pêşvebirina kurdî û bi weşanên xwe bandoreke girîng li ser xwendewariya kurdî û li ser standartbûna kurmancî kir û wiha dewam kir: “Bo nimûne pirtûkên Hînker, ferhengên mezin ên kurdî-tirkî û tirkî-kurdî, berhemên ku li ser rêzimana kurdî derxistine, her wiha kovara Zend ji sala 1994’an ve û heta îro xebatên xwe didomîne. Dema ku em li xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dinêrin, roleke xwe ya girîng heye li ser zindîhiştina zimanê kurdî û pêşvebirina zimanê nivîskî. Ji ber vê yekê gelek caran hatiye hedefgirtin. Lê bi awayekî xebatên xwe domandine heta sala 2016’an.”

Subaşî bal kişand ser girtina Enstîtuya Kurdî bi destê hikumeta Tirk di sala 2016’an de û wiha pê de çû: “Ev êriş helbet ne tenê li ser Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû, wê demê 35 navendên Kurdî-Der hebûn ku komeleyên pêşvebirina kurdî bûn. Ew jî hemû hatin girtin. Piştî ku hate girtin, di demeke kin de dilxwazên Enstîtuya Kurdî û mamosteyên wê Komeleya Lêkolînên Kurdî vekir. Karê Enstîtuya Kurdî îro Komeleya Lêkolînên Kurdî berdewam dike û hewl dide bi pêşvetir jî bibe.”

‘ENSTÎTU JI BO KURDÊN LI STENBOLÊ NAVENDEKE GIRÎNG E’

Eyûb Subaşî axaftina xwe wiha domand: “Stenbol ji sed sal beriya niha ve bûye navendeke rewşenbîriya kurdî. Hîna jî aliyekî xwe yê wisa heye. Ji ber ku nêzî 5 milyon Kurd li vir dijîn. Ji ber vê yekê Enstîtuya Kurdî saziyeke girîng e ji bo Kurdên ku li Stenboê dijîn. Hin saziyên din jî hene ku li Stenbolê li ser kurdî kar dikin lê wekî Enstîtuyê nîn in. Enstîtu hem weşanê dike hem jî aliyekî wê yê perwerdeyê heye. Ji ber vê jî navendeke girîng e. Lê helbet têrê nake ji ber ku em qala 5 milyon Kurdan dikin, lê dîsa jî hewl dide xwe bigihîne hejmareke zêdetir ji kesan.”

Têkildarî xebatên Enstîtuya Kurdî jî Subaşî ev agahî dan: “Enstîtu wexta ku tê avakirin yek ji qada xebatên wê, berhevkariya zargotina kurdî bû. Wekî din klasîkên edebiyata kurdî, berhemên nûjen ên bi zimanê kurdî, erebî yan jî îngilîzî ku li ser Kurdan hatibin nivîsîn, derxistina wan dabû pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de weşana xwe dike. Hem xebatên berhevkariyê dike, hem berhemên edebiyata klasîk diweşîne, hem jî lêkolînan diweşîne. Her wiha berhemên bi tirkî ku li ser Kurdan hatibin nivîsîn, diweşîne.”

‘KURSÊN ZARAVAYÊN KURDÎ DIKIN KU KURD BAŞTIR HEV NAS BIKIN’

Li ser xebatên akademîk ên der barê Kurdan de Eyûb Subaşî got: “Xebatên li ser Kurdan kêm in. Yan bi çavê rojhilatnasan an jî bi çavê dijminên gelê Kurd hatine kirin, lewma jî bi taybetî li ser zaravayên kurdî tevliheviyek heye. Dema ku em behsa zaravayên kurdî dikin, em zêdetir pişta xwe didin rojhilatnasan. Dersên me yên zaravayên kurdî jî bi taybetî ji bo vê yekê bûn ku em bizanin ka kîjan zaravayên me hene, li ku derê tên axaftin, rêzimana wan çawa ye û rewşa wan çi ye. Hem jî ji bo ku Kurd zaravayên hev du nas bikin. Bandorek wê ya girîng hebû, gelek kesan cara yekem haya wan pê çêbû ku zaravayekî Kurdan ê bi navê ‘kelhûrî’ heye yan jî ‘lekî’. Ji Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat gelek kesan serî li van kursan da û bi vî awayî zaravayên din jî nas kirin. Em ê hewl bidin di siberojê de van xebatan bidomînin.”

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Subaşî di dawiyê de îşaret bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan kir û wiha lê zêde kir: “Rewşa kurdî li Bakur li ber çavan e. Eger em naxwazin zimanê me têk biçe û zimanê tirkî bibe zimanê me, em dizanin ku dewleta Tirk hewl dide tirkî bi zorê bike zimanê Kurdan. Heke em naxwazin bi çavê tirkî li dinyayê mêze bikin, divê em zimanê xwe biparêzin, ne tenê partastin, divê em bixwînin. Kesên bi zimanên din dixwînin, bila bi zimaê xwe jî bixwînin û binivîsin.”

HÎNDEKARIYA ZIMANÊ KURDÎ Û WEŞANDINA BERHEMÊN KURDÎ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/17/180251_sipan-haco.jpg

Mamosteyê zimanê kurdî û xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sîpan Haco jî li ser xebatên enstîtuyê ev agahî dan: “Xebatên enstîtuyê yên sereke atolyeyên perwerdeya kurdî û çapkirina berhemên kurdî ne. Bi taybetî li ser zaravayên kurmancî û kirmanckî atolyeyên perwerdeyê tên vekirin. Di van salên dawîn de soranî û carinan perwerdeya kelhûrî û hewramî jî tê dayîn. Mebest ji van atolyeyan hînkirin, pêşvebirin û zindîhiştina zimanê kurdî ye. Her sal sê serdem atolye tên vekirin. Qada weşanê jî xwedan mîsyoneke girîng e. Li ser materyalên hînkirina kurdî berhemên hînkirinê derxistine. Ev xebata materyalan ji bo pêşvebirin û standardkirina kurdî gelekî muhîm in.”

Sîpan Haco wiha lê zêde kir: “Enstîtuya Kurdî bi taybetî xebatên kurdî yên lêkolînî û zanistî ji xwe re dike armanc û di vê çarçoveyê de berheman derdixe. Kovara Zendê yek ji xebatên weşanê ê perîyodîk e. Ji gotarên lêkolînî û zanistî pêk tê. Dîsa xebatên zanistî yên li ser beşên din berhem tên çapkirin.”

Sîpan Haco di dawiyê de banga xurtkirin û berfirehkirina xebatên li ser zimanê kurdî kir.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.