DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Encûmena asayişa navdewletî li ser kirîza koçberên li ser sînorê Polanda û Belarus dicive

Encûmena asayişa navdewletî li ser kirîza koçberên li ser sînorê Polanda û Belarus dicive
11.11.2021
0
A+
A-

Biryar e li ser daxwaza Fransa, Estonia û Îrlandayê, Encûmena Asayişa Navdewletî li ser pirsa koçberên li ser sînorê Polanda û Belarusê bicive.

Li gor ajansa “Reuters”, civîna Encûmena Asayişa Navdewetî dê girtî be, ji ber ku tê xwastin ku ev pirsa siyasî bêdeng were çareserkirin, piştî ku Polanda Belarus bi “terorê” tometbar kir.

Diyar kir jî, Neteweyên Yekgirtî daxwaz kiriye ev qeyran bilez were çareserkirin, ji ber ku êş û azara koçberan li ser sînoran berdewam e, li gel wê jî pirsa koçberan bûye sedema derketina nakokiyên di navbera welatên Ewropayê de.

Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki duhî Belarus bi pêkanîna “terora dewletê” di krîza koçberan de tomatbar kir û got, ew “tolhildanek bêdeng” ji aliyê serokê Belarusî Alexander Lukashenko ve ye, ji ber Polanda piştevaniya opozîsyona Belarusê dike.


Li gorî agahiyan, rewşa li ser sînorê Belarus û Polandayê her ku diçe xirabtir dibe ku zêdetirî 1500 koçber hîn li ser sînorê Polanda û Belarus asê mane û ji aliyê hêzên ewlekariya Belarusî ve rastî kiryarên tirsandinê tên.

Basnews

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.