Navenda Ewropa ya Îstixbaratê û Têkoşîna li Dijî Terorê li ser rastiya êrişa dagirkeriya Tirk li ser Garê û encamên wê ku şerê di nava saziya leşkerî ya dewleta Tirk de eşkere kir, raporek weşand.
Li gorî “ECCI”, piştî rojekê ji destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê, Wezîrê Parastinê yê Acerbêcanê general Zakir Hasanov serdana Tirkiyê kir.
Medyaya Acerbêcanê gotibû ku serdan ji bo perwerdeyên leşkerî yên hevbeş ên her du welatan e. Lê belê li gorî agahiyên taybet ku Navenda Ewropayê ji çavkaniyên pêbawer bi destxistine armanca sereke ya serdanê ji bo beşdarkirina hêzên Azerbêcanê ji operasyonên artêşa Tirk re bû, ku berê jî dewleta Tirk li dijî Ermenistanê di şerê Qerebaxê de piştgiriya Azerbêcanê kiribû.
Çavkaniyan eşkere kir ku dê leşkerên ji Azerbêcanê cilên leşkerên Tirk li xwe bikin û li kêleka wan beşdarî şerê bejahî bibin. Lê dema operasyona nû ya behsa mijarê hîna nehatiye diyarkirin.
ŞANDINA ÇETEYÊN JI SÛRIYÊ BO GARÊ
Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê ji “ECCI” re eşkere kirin ku serçeteyê koma Suleyman Şah ê bi navê Mihemed Casim (Ebû Emşê) tê naskirin, komeke çeteyên xwe amade dike da ku bişîne Lîbya. Her wiha hinekên din ji bo şandina Tirkiyê û ji wir veguhestina wan bo Başûrê Kurdistanê amade dike.
Çavkaniyan got agahiyên ji çekdarên Suleyman Şah bi dizî hatine bidestxistin behsa wê yekê dikin ku “dê di xeta pêş de beşdarî operasyona bejahî ya li dijî şervanên PKK`ê bibin, li piştî wan wê hêzên Azerbêcanê û leşkerên Tirk cih bigirin. Lê belê detayên li ser dema destpêkirina operasyonê nedan.
Serçeteyê koma Suleyman Şah, Mihemed Casim li ser tiwîttera xwe gotibû dê şervanên PKK` tune bikin û dê piştgiriya xwe ji dewleta Tirk re li eniyên şerê Lîbya, Qerebaxê û şerê li dijî Kurdên Sûriyê û PKK`ê dewam bikin.
Kêkolînerê Têkiliyên tirkî-kurdî Xorşîd Dilî got: “Anîna Enqere ji mîlîsên terorîst ên alîgirên wê di şerê li dijî PKK`ê de, di çarçoveya planên leşkerî ku berê hikumeta Tirkiyê danîbû de pêk tê, ku piştî dewleta Tirk nikarî hikumeta Bexda û Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî PKK`ê de bi aliyê xwe ve bikişîne dê wan çeteyan bi kar bîne.”
Di lêkolîna xwe de Dilî destnîşan kir ku Enqere dixwaze çeteyan bi kar bîne, ji ber ku naxwaze hejmareke din a leşkerên xwe ji dest bide û bi wê yekê dê hêrsa gel a li hundir kêm bike. Her wiha dixwaze bala gelê xwe bikişîne ser operasyonên leşkerî yên tolhildanê yên li derve û desthilata xwe biparêze.
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYASAL
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku PKK`ê hikumeta Tirk bi bikaranîna çekên qedexekirî di bombebarana kampa leşkerên Tirk ên êsîr tê de, tawanbar kir. PKK`ê di daxuyaniya xwe de gotibû ku ji ber bêhna çekên kîmyasal ji beriya çend rojan ve ew nikarin derbasî şikeftê bibin an jî nêzî wê bibin.
TIRIYE BI ZANABÛN CIHÊ ÊSÎRAN BOMBEBARAN KIR
Xorşîd Dilî li ser tawanbariya dewleta Tirk ji PKK`ê re ku leşkerên Tirk ên li cem wan kuştine, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanabûn cihê êsîran bombebaran kir û wiha domand: “PKK`ê ew leşker û efserên Tirk di navbera 2015 û 2016`an de êsîr girtin, piraniya wan di hundirê herêmên Kurdan ên li Tirkiyê ‘Dêrsim, Amed’ hatin dîlgirtin. PKK`ê bawer dikir ku dê di rewşên aramiya bi Tirkiyê re wan berde.”
Hin çavkanî jî behsa nakokî û şerekî ne eşkere di hundirê saziya fermandariya leşkerî ya Tirkiyê de bi serokkomar Erdogan re, dikin ku Erdogan beriya hefteyekê gotibû wê mizgîniyeke mezin bide û wê êsîran rizgar bike û derbeke xurt li PKK`ê bixe.
Lê belê hesabê mal û sûkê li hev nehat, hin aliyên di hundirê artêşa Tirk û saziyên ewlekariyê de bi xwe fermana topbarana wan êsîran û kuştina wan dan. Bi wê yekê têkçûna Erdogan a di hundir de derket û şerê di navbera saziya leşkerî û Erdogan de eşkere bû, ku piştî wê Erdogan hin fermandarên artêşê û generalên berz ji peywirê xistin. Nexasim ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Meclisa Şêwirmendiyê ragihandin ku guhertin di artêşê de pêk hatine. Ev operasyona ku pêk hatiye, asta kîn û şerê di hundir saziya leşkerî ya Tirkiyê de eşkere kir, ku heke zêde bibe dibe ku bi serkêşiya artêşê gel darbeye li dijî hikumeta AKP`ê pêk bîne.
(cx)
ANHA