DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Ebîr Hesaf: Divê li hemberî siyasetên dewleta Tirk helwesteke hevgirtî hebe

26.05.2021
0
A+
A-

Ebîr Hesaf destnîşan kir armanca bingehîn a dewleta Tirk a êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku kurdan û Kurdistanê tune bike û projeya Mîsaqa Millî pêk bîne. Ebîr got, divê partiyên kurdî helwesteke hevgirtî nîşan bidin.

Endama rêveber a Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK-Rojava) Ebîr Esaf ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk bandorê li Kurdistanê bi giştî dike, pirsgirêka Tirkiye û hikumeta AKP`ê hebûna kurdan e û wiha domand: “Dewleta Tirk zêdetirî careke eşkere kir ku li dijî hebûna kurdan e heta ku li ser heyvê be.”

Ebîr nirxandina xwe wiha temam kir: “Dewleta Tirk bi rêya êriş û sûcên ku li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, hewl dide projeyên xwe li Kurdistanê û Mîsaqa Millî pêk bîne bi taybet di demekê de ku lihevkirina Lozanê ya 1914`an ku hindek maye bi dawî bibe. Li gorî Mîsaqa Millî mafê dewleta Tirk e ku her herêmeke bi nakok an jî valahiyeke siyasî tê de hebe tev li xîlafeta osmanî bike.”

Artêşa Tirk a dagirker 23`yê Nîsanê êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Li hemberî wan êrişan Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwedaneke bêhempa nîşan dide û derbên giran li hêzên dagirkeriyê didin.

Endama rêveber a Desteya Rêveber KNK-Rojava diyar kir ku dewleta Tirk li gorî tevgerên xîlafeta osmanî nêz dike, hewl dide armanc û projeyên wê xîlafetê ji nû ve pêk bîne. Ebîr wiha berdewam kir: “Êrişên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê di çarçoveya siyasetên xîlafeta osmanî de pêk tên. Ev siyaset li dijî hemû qanûnên navneteweyî ne. Çi dibe bila bibe mafê tu dewletekê tune ye ku bi çekên giran û bi balafiran êrişî herêmeke din bike û wê dagir bike.”

`ARMANCA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA HEMÛ BEŞÊN KURDISTANÊ E`

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê êriş dike. Lê di rastiyê de ew dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê tev li xîlafeta osmanî bike.

`DEWLETA TIRK HEBÛNA STATUYEKE KURDÎ QEBÛL NAKE`

Her wiha Ebîr da xuyakirin ku pirsgirêka sereke ya dewleta Tirk Kurd û avakirina statuyeke kurdî ye ku naxwaze Kurd aram bin û wiha pê de çû: “Ev yek di daxuyaniyên wê de yên dema ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê diyar bû. Wê demê bi alîkariya Îranê astengî danîn pêşiya hikumeta Başûrê Kurdistanê da ku serxwebûnê îlan neke.”

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên qedexekirî bi kar anîn û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyê bi çekên giran û balafiran êrişî bajrekî biçûk mîna Efrînê kir. Niha jî em dûr nabînin ku çekên kîmyawî jî bi kar anîne. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê hemû derfetên xwe bi kar bîne da ku destekftiyên kurdan li Herêmên Parastinê yên Medyayê tune bike.”

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de çekên qedexekirî bikar anîn. Endamê Konseya Rêveber a PKK`ê Murad Karayilan di daxuyaniyekê de ragihand ku 7 şervanên wan li herêma Mamreşo ya li çiyayên Zagrosê bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk şehîd bûn.

`DEWLETA TIRK PARTIYÊN KURDÎ JI HEV CUDA NAKE`

Ebîr domand û got: “Dewleta Tirk beriya niha jî got ew ji ber erêkirina ragihandina Başûrê Kurdistanê poşmam e. Her wiha teqez kir ku ew nahêle ev yek careke din li Rojava dubare bibe. Lewar divê hemû partiyên siyasî û siyasetmedarên kurdistanî bizanbin ku dema balarifên Tirkiyê li herêmê bifirin wê partiyên kurdî ji hev cuda neke.”

Ebîr di berdewama gotinên xwe de pêwîstiya yekitiya partiyên siyasî destnîşan kir û û got: “Em hemû li ser heman keştiyê ne. Kijan alî noqî avê bibe, hemû aliyên din dê noqî avê bibin. Ji ber wê divê hemû partiyên siyasî tevî pirrengiyê li ser heman rêyê bin. Ji berjewendiyên partiyetî dûr kevin da ku destkeftiyên kurdan biparêzin ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxisitn.”

Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Ebîr Hesaf di dawiyê de bal kişand ser bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişan û got: “Ji bêdengiya wê tê fêmkirin ku bi dewleta Tirk re hevkar e. Ji ber ku destekftiyên kurdî ne li gorî berjewendiyên hikuemta Bexdayê ne.”

(şx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.