DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Doza Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok li Dadgeha Hewlêr

09.09.2021
0
A+
A-

Roja Çarşemê doza 5 çalakvan û mamostayên parêzgeha Duhok yên girtî li dadgeha 2 ya tawanan bû li Hewlêr, dadgehê cardî biryar girt ku dadgehkirina wan 5 kesan bihê paşxistin.

Piştî ku girtî anîn dadgehê û dadwer, parêzer û hejmarek endam parlementarên Herêma Kurdistanê amade bûn, biryara paşxistina dadgehkirina wan 5 girtîyan hat dan û kesûkarên girtiyan jî nerazîbûn nîşan da û daxwaza azadkrina girtiyan kir.

Doza Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok li Dadgeha Hewlêr

Kesên girtî û yên li dadgehê îro Çarşemê amade bûbûn; Silêman Kemal, Silêman Musa, Cemal Xelîl, Ferset Ehmed û Amir Xalid bûn.

Çi bûbû

Girtîyên parêzgeha Duhok yên çalakvan, rojnamevan û mamosta, yên di girtîgehên asayîşa giştî ya Hewlêrê de girtîne di rewşek xerab dane.

Arî kurê mamosta Bedel Berwarî dibêje li 29.07.2021ê ew çûye Hewlêr û babê xwe Bedel dîtiye û dibêje “dema min babê xwe dît, min ew nas nekir jiber ku gelek lawaz û bê hêz bûye û nêzî 50 kg ji kêşa bedena xwe winda kirîne. Ew jî, jiber serderiya xerab ya di zînana de bi wan re tê kirin.

Parêzerên girtîyên parêzgeha Duhok tekez dikin, ku ew ji aliyê girtîgehê ve tên êşkencedan û givaştinek derunî li ser wan heye û di zînadanan de ew givaştinên li dij wan tên encam dan, dijî hemî pirensîpên mafên mirov û nirxên mirovatiyê ne.

Rêvng Kurdistanî yek ji parêzernên girtiyên Duhokê ye, di malpera xwe yê Facebookê de daxuyanîyek belavkirîye bo raya giştî û serokatîya herêmê û serokatîya encumena wezîran û serokatîya perlemanê Kurdistanê, û dide xuyakirin kû mamelek nemirovahî ligel girtîyên Badînan tê kirin. Daxwaz dike cihê wan bê vegûhastin bo çaksazîya Zirka li Duhok, yan çaksazîya mezinan li Hewlêrê û li gureyî yasayê mamele ligel wan bihê kirin.

Dawî dîtina parêzer (Rêving Kurdistanî ) bo girtîyên Duhok li 29.07.2021 dema dadgeha wan hatîkirin li dadgeha pêdaçûnan li Hewlêr û wî got. “ji şiklê wan dîyar bo gelek ji layê ceste û derûnî hatine eşkencedan.”

Amed Silêman kûrê yek ji girtîyan bo Dengê Amerîka axift û got, “me bi hiç rengekî bawerî bi dadgeha destelatê nîne bi taybet ya Hewlêrê, jiber ku wan çawan divê dê wisan biryaran bo zindanîyan bidin.”

Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji çalakvan, rojnamevan û mamostayan ji layê hêzên ewlehîya Duhok ve, hatibûne girtin û bo 5 kesan, sizayê 6 sal zîndanê derçûye û yên din her car dadgehkirina wan tê paşxistin.

Dengêamerika

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.