DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Divê dewleta Tirk li ser bikaranîna çekên kîmyawî were cezakirin

23.09.2021
0
A+
A-

Siyasetmedar û hiqûqnasan bêdengiya civaka navneteweyî ya derbarê bikaranîna artêşa Tirk a dagirker ji çekên kîmyawî re li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke hevkariya bi dagirkeran re, nîşan da. Her wiha teqez kir ku divê komîteyeke qanûnî were avakirin da ku lêpirsînê derbarê sûcên dewleta yên derqanûnî de bike.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de nikarîbû li hember berxwedana gerîla bisekine. Ji ber wê jî çekên kîmyawî yên qedexekirî bikar anî. Di encama wê de gelek gerîla şehîd bûn û sivîlên li wan herêman jî hatin qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK`ê di daxuyaniya xwe ya dawî ya 20`ê Îlonê de teqez kir ku dewleta Tirk çekên kîmyawî û gazên jehî ji beriya 5 mehan ve li dijî gerîla bi kar tîne. Li hember vê yekê jî NY`yê, Ewropa û DYA`yê bê deng in û bang li civaka navneteweyî kir ku derbarê van sûcan de, hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalê got, êrişên artêşa Tirk li ser herêmên derveyî sînorê welatê wî ne rewa ne, derqanûnî ne û pîvana cîrantiyê bin pê dike.

Li beramberî êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê civaka navneteweyî bê deng e. Girêdayî Mijarê Şahîn Lalî wiha axivî: “Bêdengiya navneteweyî derbarê binpêkirin û siyasetan de tê wateya erêkirina êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Em bang li saziyên pêwendîdar ên mafên mirovan dikin ku dûrî berjewendiyên dewletên kapîtalîst bikevin.”

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) bikaranîna çekên kîmyawî qedexe dike. Ji ber wê jî peymanek OPCW hat îmzekirin û di sala 1997`an de kete meriyetê. Di wê peymanê de çêkirina çekên kîmyawî, depokirin û bikaranîna wê hat qedexekirin.  193 dewletan peymana qedexekirina çekên kîmyawî di nav de dewleta Tirk erê kir.

‛DIVÊ KOMÎTEYEKE LÊPIRSÎNA SÛCÊN DEWLETA TIRK WERE AVAKIRIN’

Şahîn Lalê têkildarî vê yekê ev tişt got: “Êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî yên qedexekirî, xeteriyeke mezin li ser jiyana bi sedan sivîlên ku li wan herêman dijîn, çêdike.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Şahîn Lalê di axaftina xwe de bang li hemû saziyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku sînor ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re dayne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê ev sazî komîteyeke taybet ava bikin û ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bişînin. Da ku derbarê raporekê li ser sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî li wan herêman amade bike û dest bi lêpirsînê bike. Bi wê re biryar derheqê dewleta Tirk de were dayîn û li gorî wê were cezakirin.”

‛BÊDENGÎ Û XEMSARIYA NAVNETEWEYÎ’

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Hesen jî wiha axivî: “Gerîla hêzên parastina Kurd e û ew hêzên ku nûnertiya hebûna hemû gelên cîhanê li dijî rejîmên kapîtalîst dike.”

Silêman Hesen wiha pê de çû: “Heta niha hikûmeta AKP`ê nikare armanc û projeyên xwe li Kurdistanê pêk bîne. Ji ber hêzên gerîla bi ser dikeve û di hemû rewşan de û li hemû deveran bersiva êrişan dide.”

Silêman Hesen destnîşan kir ku tevî hebûna peymanên navneteweyî yên girêdayî qedexekirina çekên kîmyewî lê dewleta Tirk wê bi kar tîne û li hember vê yekê jî civaka navneteweyî bê deng e û ev tişt got: “Ew dewlet bi rêbazên cûda çavên xwe ji siyasetên dewleta Tirk û sûcên ku li Rojhilata Navîn pêk tîne re, digirin.

‛HEWLDANÊN JI BO TUNEKIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK’

Silêman Hesen piştrsat kir ku artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tîne, gelo dewletên ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine êriş û sûcên dewleta Tirk li Hermên Parastinê yên Medyayê, nabînin?. 

Silêman Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi destekdayîna rûsî – amerîkî girêdayî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Armanc ji wan êrişan projeya demokratîk têk bibin.”

 (bx)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.