DOLAR
13,7608
EURO
15,6109
ALTIN
789,17
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Dîroknasekî urdinî ji bo xurtkirina têkiliyên Ereb û Kurdan 13 bend pêşniyar kirin

26.08.2021
0
A+
A-

Dîroknasê urdinî Dr. Mihemed Siwêrkî got di xîtaba Kurdî de kêmasiyeke mezin heye ku doz, dîrok, erdnîgarî, gel û folklora Kurdî baş bi Ereban nedaye nasîn. Siwêrkî ji bo avakirina têkiliyên xurt di nava Kurd û Ereban de 13 bend pêşniyar kirin.

Nivîskar û dîroknasê urdinî Dr.Mihemed Siwêrkî têkildarî têkiliyên Kurd û Ereban, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên herêmê û rê û rêbazên xurtkirina van têkiliyan ji ANHA’yê re axivî.

Dîroknas û Dr. Mihemed Siwêrkî wiha got: “Ez bi awayekî zelal û eşkere dibêjim, li gel piranî welatiyên Ereb û rewşenbîrên wê û heta li gel kurdên li welatên Ereb bi cih bûne tu agahiyên hûrgilî û giştî li ser doza Kurd û heta li ser Kurdistanê tune ne; hem gel, dîrok, folklor û erdnîgariya wê.”

Li gorî Siwêrkî, sedema wê jî ew e ku di xîtaba kurdî de kêmasiyeke heye ku nikare dengê xwe bigihîne cîhana ereban. Her wiha rejîmên Iraq û Sûriyê di dirêjahiya 50 salî de hewl dan kurdan reş bikin û nasnameya Kurd biçewisînin.

Siwêrkî da zanîn ku wan rejîman bi rêya çapemeniya xwe, Kurd wekî komên koçber ku di destpêka sedsala 20’an de ji gerostêrka Marsê daketine ser xaka Ereban pênase kir. Her wiha Kurdan bi dijber, îsyanker, li dijî neteweya Ereb in û ajanên siyonîstê û rojavayan bi nav dikin.

Siwêrkî wiha domand: “Destpêkê divê pira naskirinê di navbera her du aliyan de xurt bibe, bi taybet naskirina welatiyê Ereb ku Kurd birayên wan ên dîrokî ne û gelek hêman û berjewendî di navbera her duyan de hene, mîna dîroka hevpar. Ev dîrok ji roja derketina îslamî ya yekem a bi nûnertiya hevrêyê pêxember Mihemed, Celîl Caban El-Kurdî re dest pê kir û piştre bi rêya Ebû Mislim El-Xurasanî El-Kurdî di piştgiriya damezrandina dewleta Ebasî de jî dest pê kir.”

Dîroknasê urdinî navên bi dehan wêjevan û rojnamegerên Kurd ên ku di destpêka avakirina şaristaniya Ereb û Îslamê de û heta serdema nû xizmet kirine bi bîr xistin mîna “Mîrê helbestvanên Ereb Ehmed Şewqî-kurdî, nivîskarê mezin ê serdema nûjen Ebas Mehmûd El-Eqad, her wiha xwediyê dengê xweş di Qurana pîroz de Şêx Ebdulbasit Mihemed Ebdusemed, damezrînerê Misira nûjen Mihemed Elî Paşa ku kurdê Amedê ye, damezrînerê Komleya yekemîn Zimanê Erebî li Şamê Mihemed Kurd Elî, muftiyê Şamê Şêx Mihemed Seîd Remedan El-Botî û ji bilî wan bi dehan wêjevan, nivîskar û siyasetmedarên Kurd ên ku piştevaniya avakirina û serxwebûna dewletên ereban kirine.”

Nivîskar û dîroknasê urdinî, Dr. Mihemed Siwêrkî da zanîn ku heke Kurdan dewleteke Kurd a serbixwe ava kir, dê li hember berjewendiyên dewletên cîranê ereban bibe mertal û bend û dê ji ereban re ev dewlet bibe piştevaniya yekitî û pêşketina wan û wiha got: “Berjewendî û daxwazên Kurd û Ereban ji hemû faktorên ku wan ji hev cuda dikin mezintir in. ”

Siwêrkî wiha li gotina xwe zêde kir: “Pirsa xwe li vir dide der ew e; gelo tu gavên ku angaştên di zihnê Ereban de mane û rast bikin û bihêle gelê Ereb, gelê Kurd, doza wê bi awayekî zelal û nereşkirî binase, hene?

Bersiv; belê, gelek gav hene heke pêk hatin dê bi xwe re serkeftinê di gihandina xîtaba Kurd de ji cîhana Ereb re bîne, ji ber piranî Ereb û Kurd dizanin ew cîranên dilnzim ên erdnîgariyê ne û ola wan yek e, dîrok jî hevbeş e, gelek adat û kevneşopiyên hemhev  hene; mîna camirdî, rûmet û mirovperwerî û dikarin bi hev re bijîn. Her du gel bi hev re li herêma Rojhilata Navîn tal û şêrîniyê çêj dikin. Ji lew re tiştên di zihnan de ji reşkirin û xeyalên nebaş mane bi rêya têkiliyên dîrokî yên xurt werin rakirin û jinûve têkiliyên Ereb-Kurd ku tê de biratî, hezkirin û hevkarî hene werin avakirin.” Siwêrkî girêdayî vê yekê gotina sekeretê giştî yê berê yê Komkara Ereb Ebdurehman Ezam bi bîr xist û wiha ye; “Kurd di dirêjahiya dîrokê de birayên me ne û ne pêkan e ew zirarê bigihînin me. Li aliyekî din jî helbestevanê Ereb ê mezin Mihemed Mihdî El-Cewhirî der heqê Kurdan de helbest nivîs bû. “

Girêdayî avakirina têkiliyên xurt di navbera Kurd û Ereban de nivîskar û dîroknasê urdinî, Dr.Mihemed Siwêrkî 13 bend pêşniyar kiribûn û wiha ne;

1-Divê kanaleke televîzyonê ya kurdî were damezrandin ku bi zimanê erebî weşanê bike, tê de kadroyên pîşeyî, çapemenî û rêveberî yên pispor hebin, her wiha divê wekîlên  wê li tevahî paytextên welatênEreban hebin da ku bibe têkiliya di navbera her du aliyan de. Divê di kanalê de nûçe, bernameyên rewşenbîrî, aborî û civakî li ser çar parçeyên Kurdistanê hebin, li gel wê jî divê bername, diyalog û belgefîlm hebin ku tê de doza Kurd ji tevahî aliyan ve werin nîşanda û tê de dîroka Kurd, kevneşopî, adat, folklor, ol werin nasandin. Ji wê zêdetir jî divê komployên li dijî doza Kurd û Kurd li hundir û derveyê Kurdistanê werin nasandin.

Divê belgefîlm li ser kurdên li Lubnan, Urdin, Misir, Lîbya, Chad, Ewropa, Amerîka, Australia, Hindistan, Efganistan, Xurasan, Qîrexîzistan, Azerbeycan, Ermenistan, Georgia, Rûsya û ،azaxistanê werin amadekirin, li gel wê jî divê ronakbîr û siyasetmedarên Ereb bibin mêvanê kanalê da ku dozên hevbeş ên ji bo avakirina têkiliyên xurt di navbera her du liyan de nîqaş bikin.

2-Ji herêma Kurdistanê kovar, rojnamevan û pirtûkên bi ziman erebî bigêjin welatên Ereban da ku welatiyên Ereb nûçe û çanda Kurdan rojane bişopînin.

Li gel wê jî divê di pirtûkxaneyên zanîngehên Ereb, navendên lêkolînên Ereb û pirtûkxaneyên giştî de berhemên Kurd ên bi zimanê erebî hebin, da ku xwendevan, rojnameger û rewşenbîr bixwîne û sûdê jê wergirin. Ji ber di pirtûkxaneyên erebî giştî û zanîngehan de pirtûkên Kurdî yên li ser dîrok, erdnîgar, wêje, helbest, çîrok, roman û şanoya kurdî tune ne.

3-Divê komên hunerî yên folklora kurdî werin avakirin ku beşdarî mîhrîcanên erebî bibin û divê her tim li ser dikeyên Qahîre, Cereş, Uman, Beilbek, Şam, Dubey, Şarîqa, Kiwêt, Mesqet û hwd amade bin, ji ber hatiye îsbatkirin ku rola komên gelêrî yên folklore di danasîna çand û folklora gelê xwe de mezin e.

4-Divê sîstema mîhrîcanên çand û wêjeyê yên ku li bajarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dar dikevin werin guhartin, ji ber ku ev mîhrîcan li cîhana Ereb deng venadin, tenê kesên beşdar dibin diyar in û heman in û lêçûnên xwe zêde ne. Propagandaya wê heye, lê tu dengvedan tune ye. Kadroyên akademîk di zanîngehên Kurd û Ereb de tune ne û tu vexwendin ji bo nivîskarên mezin, wêjevan û rewşenbîrên Ereb tune ne.

5-Divê rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Ereb ji bo serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê werin vexwendin, aliyên pêşdeçûna avahî û çandê werin şopandin. Divê ji wan re panel, diyalog û semîner werin lidarxistin, divê televîzyon, radyo û rojname pê re hevpeyvînan çêkin. Dê ew jî bi xwe re nêzîkbûnê di navbera her du aliyan de çêke û têkiliyên hezkirin û hevkariya Ereb-Kurd xurt bibin.

6-Divê Başûr û Rojavayê Kurdistanê têkiliyekê bi kurdên li dewletên Ereb re çêkin, ji ber ku piranî kurdên li dewletên Ereban hîna bi nasnameya xwe ya Kurd serbilind in û diparêzin û ew jî pireyekê ava dikin ku bi wê re Başûrê Kurdistanê û Rojava dikarin xwe bigihîne cîhana Ereb, di nav de jî bijîşk, endazyar, rewşenbîr, nivîskar, aborînas û ramyar hene û dikarin têkiliyê bi wan re were danîn û piştevaniya wan bikin, berhemên wan ên wêjeyî, fikirî belav bikin. Her wiha divê bang li wan bikin ku projeyên aborî ava bikin û sûdê ji pisporiyên wan bigirin. Ji ber paşguhkirina kurdan li dewletên Ereb û rewşenbîrên wan dê bandorê li hîskirina bi nasnameya Kurd bike û wan di nava nasnameyên dîtir de bihelînin.

7-Divê Wezareta Perwerdê ya Bilind a Zanîngehên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji xwendekarên Ereb re daniştên veqetîne, da ku wan li ser pevguhartina çandê bi welatên Ereb re teşwîq bikin. Ev rêbaz jî li tevahî dewletên cîhana azad heye. Her wiha dewlet zanîngehên derve daniştan ji xwendekarên dewletên dîtir re vediqetînin, da ku çanda wan wer belavkirin, şaristanî, ziman û destkeftiyên wan werin şopandin. Da ku piştî xwendekar zanîngeha xwe bi dawî bikin pireyekê di navbera her du aliyên Ereb û Kurd ava bikin, têkiliyên dostaniyê di navbera her du gelên Kurd û Ereb de xurt bikin, li beramberî wê jî divê xwendekarên Kurd ji zanîngehên Ereb re werin şandin, da ku peyama Kurdan û doza wê ji cîhanê Ereb re parve bikin.

8-Divê Başûrê Kurdistanê ligel zimanê kurdî girîngiyê bide zimanê erebî. Ji ber ku ji xwendekarê Kurd re ev yek girîng e ku têkiliyê bi birayê xwe yê Ereb re deyne, ji ber her du di du dewletên Ereb de dijîn û dibe piştevanê şopandina çanda Ereb ku bi dehan nivîskarên Kurd çanda xwe ya hevbeş di dirêjahiya sedsalan de nivîsandine.

9-Divê rola nûnerên Başûr û Rojavayê Kurdistanê li paytextên dewletên Ereb aktîf bibe û divê ew yek jî bi rêya kurdistaniyên li wan welatan pêk were, hevkarî di navbera wan de hebe, di şahî û boneyên wan de beşdar bibin, zarokên xwe bişînin zanîngehên Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Divê rewşenbîr, karsaz, bijîşkên pispor, endazyar û zanyar sûdê ji wan di hemû aliyan de wergirin û ew yek bi lihevkirina bi rejîmên wan dewletan pêk were.

10-Divê kesayetên Ereb ên siyasetmedar û ramyar ên girîngiyê didin doza Kurd li ser avakirina komeleyên dostaniyê yên Ereb-Kurd werin teşwîqkirin û têkilî pê re werin dayîn da ku lihevkirin û têkiliyên xurt ava bikin û ziman di navbera her du aliyan de hevbeş be.

11-Divê ajanseke nûçeyan a kurdî ya fermî û aktîf were avakirin ku nûçeyên erebî rojane ji tevahî ajansên erebî re bişîne.

12-Divê kurdên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê çîneke Kurd ji ramyar, rewşenbîr, siyasetmedar û aborînasan ava bikin, da ku ji bo têkilî, diyalog, nîqaş û eşkerekirina rastiyan bi çapemeniya Ereb re ji rojname, kovar, radyo û kanalan, amade bin û divê ev çîn bikaribe berpirsiyarî rake, bi çanda berfireh û agahiyên pêbawer dagirtî be û bikaribe nîqaş û diyalogê pêk bîne û gelê Ereb li hember nêrîna Kurd îqna bike.

13- Divê Kurdên li herêma Kurdistanê û Rojava, komên rewşenbîr, ronakbîr, siyasetmedar û aborînasan peyda bikin da ku bi dezgehên çapemeniyê yên Ereban (kovar, rojname, radyo, kendal) re, karibin têkildarî dosya û bûyerên germ ên girêdayî kurdî nîqaş û guftugu bikin. Divê ew kom biqasî berpirsiyariyê biin, zana û xwedî agahî bin û karibin nîqaş bikin û gelê Ereb bi nêrînên Kurdan îqna bikin.

ANHA

Sinews03

ETİKETLER: , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.