DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Dîcle Firatê Seyfettîn Tepe Bibîranî

28.08.2021
0
A+
A-

Di salvegere qetilkirina Seyfettîn Tepe de Komeleya Rojnamegeran ya Firat Dîcleyê Tepe bibîranî û daxwuyanîyekî da.

DAXUYANIYA KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE  FIRATÊ

 LI SER SALVEGERA ROJNAMEGER SAFYETTÎN TEPE

Di salên 1990’î de gelek rojnamegerên çapemeniya azad hatin revandin û kuştin. Yek ji rojnamegerê kurd jî Safyettin Tepe bû. Tepe nûçegîhanê Rojnameya Yenî Polîtîka yê Êlihê bû. Di 25’ê tebaxa 1995’an de binçav kirin. Piştre birin Midûriyeta Polîsan a Bedlisê. Di 28’ê tebaxa 1995’an de di bin çavan e qetil kirin. Hêj 27 salî bû. Nû dest bi rojnamegeriyê kiribû. Polîsan îdîa kirin ku Safyettîn di bin çavan de întîhar kiriye. Lê malbata Tepe diyar kir ku kurê wan hatiye qetilkirin. 

Safyettîn pismamê Ferhat Tepe bû. Ferhat Tepe jî nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ferhat Tepe di 28’ê tîrmeha 1993’an de li Bedlisê hatibû revandin û di 8’ê tebaxê de cenazeye wî li tenişta Hazarê hatibû dîtin. Safyettîn Tepe di îlona 1993’an de li Edene û Dîlokê nûçegîhaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Dema hat kuştin li Êlihê nûçegîhanê Rojnameya Yenî Politika yê Êlihê bû. Birayê Safyettin Tayîp Tepe, di hevdîtinên xwe de diyar kiribû ku nûçeyên faîlên nediyar çêdikir û ji ber polîs ji nûçeyên Safyettîn bêzar bûn, ew kuştin. Malbatê di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) da. DMME’yê di 20’ê adara 1996’an de serlêdan qebûl kir, lê di 13’ê nîsana 2004’an de serlêdan red kir. 26 sal in hêj kujer nehatine dîtin û nehatine cezakirin.

Emê wekî rojnamegerên kurd û Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê têkoşîna rojnamegerên di rêya rastî û heqîqetê de canê xwe dane bilind bikin. Ji bo ronahî di tarîtiyê de nemîn e, emê heta dawiyê li pêy doza wan bin.

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.