DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Di şoreşa jinê de enternasyonalîstek: Ev têkoşîn cuda ye

Di şoreşa jinê de enternasyonalîstek: Ev têkoşîn cuda ye
15.07.2021
0
A+
A-

Jina enternasyonalîst Nûjîn Derya çavdêriya xwe li ser şoreşa jinê wiha tîne ziman: “Min li vir ji xeyalên xwe zêdetir tişt dîtin. Bi belavkirina van tovên jiyana azad re, avakirina konfederalîzma demokratîk ya jinên cihanê nêz e.”

Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek bandor li gelek welatên cihanê kiriye, malayî li jinên enternasyonalîst dike. Nûjîn Derya yek ji wan jînên Enternasyonalîst e ku beriya 4 salan ji bo ji nêz ve naskirina şoreşê berê xwe daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nûjîn Derya biryar dabû ku salekê li herêmê bimîne, lê belê wê ji şoreşê jinê hez kir û êdî destê wê jê qut nabe.

Endamê Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî Nûjîn Derya, sedema hatina xwe ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van hevokan tîne ziman; “Di têkoşînê de li welatê xwe de ez her kêm dimam. Min xwest tijî bijîm.”

ŞOREŞA LI VIR MIN KIŞAND NAVA XWE

Nûjîn Derya li bajarê xwe Almanya jî li dijî hişmendî û sîstema kapîtalîst di nav komên ekolojîst, anarşîst û feminist têkoşîn dimeşand. Nûjîn dibejê ku di nav wan koman de gelek proje pêş dixistin lê her tima heta asteke diman û ew têrê nedikir. Ji ber wê gelek lêgerînên wê çê dibin û dest bi naskirina paradîgma Rêber Abdullah Ocalan dike. Berxwedana Kobanê bandorê li Nûjîn dike û ew biryara hatine herêmê dide. Nûjîn wiha dibêje: “Gelek kes matmayî man ku li cihekî ewqas biçûk berxwedaneke mezin hatiye meşandin. Şoreşa li vir min kişand nava xwe. Beriya werim min digot ku ezê salekê li gor hêza xwe li vir bixebitim. Lê ez aşiqê şoreşê bûm û heta niha li virim. Gav bi gav zimanê  Kurdî jî fêr bûm.” 

HEVRÛKIRINA TÊKOŞÎNÊ LI ROJAVA BI DERVE RE

Nûjîn Derya têkoşîna xwe ya li Almanya û ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha hevrû dike: “Li Almanya gelek têkoşîn û serhildan çêdibin û tevgerên jinan hene. Lê heya astekê her dimînin û piştre her kes dîsa li gor xwe, bi tenê tevdigere û di bin burokrasiya dewletê de biçûk dimîne.  Her wiha zexta aborî ya kapîtalîstan dibe sedema nepêşxisitina projeyan. Li Rojava rêxistinbûna civakê û bi taybet ya jinan di hemû qadên jiyanê de heye. Mînak di kooperatîf, komîn, meclis, akademî û parastinê de jin pêşeng e. Di her qada jiyanê de alternatîfek ava kirin, pêş xistin û parastina wê kirin feraseteke mezin e. Mirov ji vê gelekî bi bandor dibe. Li Almanya kesên têdikoşin pozbilind in, xwe ji civakê cuda dibînin. Lê li vir şoreşeke civakî çêbû ye û hêzêke civakê jî heye. Ev têkoşîn û hêzêke cuda ye.”

BI TOVÊN JIYANA AZAD WÊ KONFEDERAZLÎMA DEMOKRATÎK YA JINAN AVA BIBE

Nûjîn Derya balê dikişîne ser tecrûbeya avakirina meclisan li Almanya û dibejê: “Ev meclis zû hatin bêbandorkirin, fikrên wan ne demdirêj bûn. Li vir fikr û stratejiya demdirêj heye. Di gelek şoreşan da mijara rêxistinkirina jinê esas nehatiye destgirtin. Ji ber wê di nav civakan de guhertinên gelek kûr çênebûn. Şoreşên ku pêk dihatin li cihekî sînordar diman û zû dihatin fetisandin.  Ji ber wê yekê xweparastina hevpar girîng e. Wateya enternasyonalîzmê jî hinek ev e. Tecrûbeyên ku mirov ji têkoşîna Almanya û Şoreşa Rojava bigire ew e ku tekiliyên kûr ava bikin. Bi belavkirina van tovên jiyana azad re konfederazlîma demokratîk ya jinê û gelê cîhanê nêz e.”

MIN LI VIR JI XEYALÊN XWE ZÊDETIR TIŞT DÎTÎN

 Nûjîn Derya çavdêriya xwe li ser şoreşa jinên wiha tîne ziman: “Min li vir ji xeyalên xwe zêdetir tişt dîtin. Gelek tişt li vir tên ceribandin. Di vê pêvajoya şoreşê de her tim gav tên avetin û tiştên şaş bi rêbazan tên serêrastkirin. Bi hêz gavên nû tên avetin, ev gelekî girîng e. Ji bo pergaleke nû bê avakirin gelek zehmetî jî derketin û derdikevin. Ji ber her kes li ser sîstema kevin mezin bûye, guhertina vê ferasetê jî demeke demdirêj dixwaze. Ya girîng ew e ku bi nirxên şoreşê re hem fikir û hem jî tecrûbeyên ku hatine kirin ji bo pêşxisitnê ye. Ev cewherekî gelekî dewlemend e. Di rewşên zehmet e de çareserî dîtin, ceribandin, nirxandin, sererastkirin tê kirin.”

Gelek jinên cîhanê ji bo naskirin û fêmkirina rastiya şoreşa jinan dixwestin werin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdarî xebatên xweser, civakî û zanistî bibin. Ji ber vê yekê Enstîtuya Andrea Wolf di 2019`an de hate avakirin. Endamên Enstîtuyê xebata xwe bi rengek komînal li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jin didin meşandin.

BI TECRÛBEYÊN ŞOREŞÊA JINÊ RE, DIKARE RÊXISITINA JINÊN CÎHANÊ BÊ AVAKIRIN

Ji bo karên Enstîtuya Andrea Wolf Nûjîn Derya dibêje: “Em hewl didin ku karibin Jineolojî wek rêbaz, şêwazê fikirandin û destgirtina jiyanê dest bigrin. Komek Spanî li vir pirtûkekê bi zimanê Spanî derxistin. Her wiha bi zimanê Ermenî jî pirtûk hate derxistin. Di heman demê de hin komên jinan ji welatên cuda tên û em li vir bi hev re dijîn. Em hewl didin tecrûbeyên li vir bi jinên welatên din jî bidin nasîn. Ji ber ku gelek kes şoreşa jinê meraq dikin û em jî hewl dide bi wan re parve bikin û bi jinên cîhanê re têkoşîneke hevpar bidin destpêkirin. Li ser tecrûbeyên li vir em dikarin rêxisitina jinên cîhanê ava bikin. Rêxistina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên welatên cuda jî dît ku tiştek wiha gengaze. Rêxistinbûna jinan hêza vê şoreşê ye û cudabûna ji şoreşên din e.”

BERXWEDANA HERÎ BI HÊZ DI NIRXÊN ŞOREŞÊ DE ÎSRARKIRINE

Ev şoreşa ku bala her kesî dikşînE û wekî mînak tê nîşandan her tim rastî êrişan tê. Her wiha hişmendiya paşverû di nav hewldana fetisandina şoreşê de ye. Nûjîn Derya ji bo xeteriyê vê yekê van tiştan dibejê: “Hem di aliyê ednîgarî de, hem jî ji bo hişmendî û nirxên şoreşê dixwazin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê biçûk û teng bikin. Hewldanên dagirkirina herêmên nû hene û şerê taybet xistine meriyetê. Berxwedana herî bi hêz, di nirxên şoreşê de îsrarkirine. Ev jî taybet bi rêxistinbûna jinan çêdibe. Her wiha hewldanên tecrîdkirina şoreşê û herêmê hene. Çawa ku Rêber Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye bi heman şêwazî dijmin dixwazin derdora herêmê di aliyê aborî, hişmendî, siyasî, leşkerî de bixin tecrîdê. Em nahêlin ev yek pêk were, şoreşeke wiha nayê tecrîdkirin. Bi têkoşîna hevpar ya jinan re wê şoreşa vir neyê tecrîdkirin.”

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.