Weaving for Life – kampanya têkoşîna li dijî qirkirina siyasî ya jinan ya ku di nav de Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyan (REPAK) jî cih digre wê sibe panela xwe ya yekem li ser online li dar bixe. Di panelê de wê hem armacên kampanyayê bên parvekirin û hem jî di asta cîhanê de sûîkastên ku li ser jinan pêk hatine wê tablo bê derxistin.
Weaving for Life(Ji bo jiyanê tevna xwe ava dikin) ku di serê meha Hezîranê hatibû ragihandin sibê panela xwe ya yekem li dar dixe. Di panelê de wê armanca kampanyayê û sedema avakirina wê bê parvekirin. Her wiha wê mînakên jinên pêşeng yên ku li herêmên cûda hatine qetilkirin bê destgirtin. Wê ji rêxistina Gabriela ya Filîpînê Jojo Guan û ji Tevgera jinên Kurdistanê li Amerîkaya Latîn jî Alessia moderatortiya panela online ku li ser platforma Zoom bê lidarxistin, bike. Axaftvanên panelê ji Kolombiya Vilma Almendras, ji Endenozya Triana Wardani, ji Afganîstanê Fouzi Afshari û ji Kurdistanê jî Meral Çîçek pêşkêşên roj bikin. Her wiha wê beşdarvanên panelê jî tevlî axaftinan bibin.
Di panelê de wê bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Îspanyolî were axaftin. Kampanya di rojeke dîrokî ku yekemîn salvegera qetlîama gundê Helîncê yê girêdayî Kobanê, panela yekemîn sibe (23 Hezîranê) bi saeta Kurdîstanê 17`an de destpê bike.
https://us02web.zoom.us/meeting/register/tZctcOmqqj8rGd2I_aHCprSLczdLYccW4tsd.
Li ser qenala Youtube jî hûn dikarin temaşe bikin: Weaving for Life.
Navnîşana ji bo tekildariyê: campaignweavingforlife@gmail.com.
ANHA