DOLAR
17,0078
EURO
17,5363
ALTIN
966,63
BIST
2.371,25
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
37°C
Diyarbakır
37°C
Açık
Çarşamba Parçalı Bulutlu
38°C
Perşembe Az Bulutlu
37°C
Cuma Parçalı Bulutlu
39°C
Cumartesi Açık
39°C

Di rojnamegerî de xeta berxwedanê -DILGEŞ ARYEN

Di rojnamegerî de xeta berxwedanê -DILGEŞ ARYEN
22.04.2022
0
A+
A-

22’yê Nîsanê her sal weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê hatiyê çapkirin dest bi rêwîtiya xwe dike. Di vê rêwîtiya 124 salan de rastî gelek zext û zordariye hat. Gelek caran dengê wan hatiye çewisandin lê her carê weke teyrê Sîmurgê jinûve xwe ji xweliya xwe afirandiye. Rojnamegeriya Kurdî ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û heta pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê her tim xwe dispart hin hêzan û bi vî rengî weşana xwe didomand. Lê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev rewş guherî û rojnamegeriya kurdî bi hêza xwe bi awayekî azad xebatên xwe dimeşîne.Di dîroka Kurdistanê de çawa ku bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re serdemeke nû dest pê kir, ev yek ji bo çapemeniya kurdî jî derbasdar e. Bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çapemeniya kurdî her çû eniya xwe berfireh kir. Li her çar aliyen Kurdistanê, li dîaspora û li her cihê kurd lê dijîn xwe bi rêxistin kir. Xwe li ser çanda berxwedêriyê avakir û tu caran serê xwe netewand û her çû mezintir bû. Çapemeniya kurdê li bajarên Kurdistanê bûn hedefa hêzên dagirker. Bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin û bi dehan weşan hatin qedexekirin. Her wiha gelek rojnamegerên Kurd ku li hemberî zext û zordariya hêzên dagirker derketin çiyayên Kurdistanê û tev li karwanê pakrawanan bûn. Rojnamegeriya azad ji bilî bajaran li çiyayên Kurdistanê jî bi awayekê çalek hate meşandin.

ŞEHÎDÊ YEKEM MAZLÛM DOGAN

Bi Tevgere Azadiya Kurdistanê re çiyayên Kurdistanê bûn qadeke bingehîn a çapemeniyê. Xebatên çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê û di eniyên şer de hat meşandin. Di encama van xebatên rojnamegeriya li çiyayên Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker ve zêdetirî 80 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê dimeşandin tev li karwanê pakrawanan bûn. Ev çanda berxwedêriyê di sala 1978’an de bi rojnameya Serxwebûnê ku bi şîara “Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne” dest bi weşanê kirî bû dest pê kir. Rojnameya Serxwebûn bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) dest bi weşanê kir, destpêkê weke broşûr li Kurdistan û Rojhilata Navîn hat çapkirin û belavkirin. Piştre di Çileya 1982’yan de bi formatê rojnameya mehane li Ewropayê bi awayekî fermî dest bi weşana xwe kir. Mazlûm Dogan gerînendeyê giştî yê Serxwebûnê yê dest pê kê ye. Mazlûm Dogan di Newroza 1982’yan de li zindana Amedê bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ bû şehîdê yekem ê çapemeniya Tevgera Azadiya Kurdistanê. Ev meşaleya bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ û kevneşopiya bi Mazlûm Dogan hate destpêkirin û li çiyayên Kurdistanê jî di destê rojnamegerên Kurd de bilind dibe. Di encama vê berxwedêriyê heta niha tenê li çiyayê kurdisanê zêdetirî 80 rojnamegerên Kurd bi berxwedaniyeke bêhempa tev li karwanê pakrawanan bûne.

XEBATÊN DI SALÊN 90’Î DE

Li çiyayên Kurdistanê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xebatên çapemeniyê weke du serdeman derdikeve pêşberî me. Serdema yekemîn ji weşana Serxwebûnê dest pê dike heta qonaxa  Kongreya kongreya7’emîn a PKK’ê dest pê dike. Serdema Duyemîn jî ji Kongreya 7’emîn dest pê dike heta roja me ya  îro dewam dike. Di serdema yekemîn de di pêvajoya grûba îdeolojîk de kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê rû bi rû bi gel re xebatên çapemeniyê dimeşandin. Piştê ku 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîna çekdarî dest pê kir û pê de jî li tevahiya Kurdistanê şer gur bû û ev yek girîngiya xebatên çapemeniya azad hîn zêdetir bi xwe re anîbû. Xebatên çapemeniyê di nava şerên giran de li gorî şer hatibû meşandin. Heta salên 2000’î gelek şehîdên çapemeniyê çêbûn. Di van salan de Jiyan (Zeynep Erdem), Sabrî, Yusuf, Şexo Dirlik, Mazlûm (Hasan Kiziler), Ronahi (Bedriye Taş), Proleter Celal (Hasan Agdaş), Ciwan (Levent Çelîk), Sînan (Sinan Cemgîl Kahraman), Selçuk (Enver Polat), Mine (Emel Çelebi), Sedat (Zekeriya Yuce), Zafer (Halîl Gunder), Fahrettîn Dulçek, Mehmet Şenol, Nihat Yakut, Engîn Kîşîn, Behzat Eraslan, Gurbetellî Ersoz û gelek kesên em navên wan nizanin tev li karwanê pakrawaniya çapemeniyê bûn. Ji van Gurbetellî Ersoz di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Garê di encama operasyona pêşmergeyên PDK û artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. Gurbetellî Ersoz Gerînendetiya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû û li Tirkiyeyê cara yekem jinek bûbû Gerînendeyê Giştî yê rojnameyekê. Îro li çiyayên Kurdistanê li ser navê Gurbetellî Ersoz Akademiya Çapemeniyê heye ku her sal bi dehan rojnameger jê mezûn dibin.

SERDEMEKE NÛ

Ji salên 2000’î pêde li çiyayên Kurdistanê bi awayekî pratîk dest bi xebatên çapemeniyê hate kirin. Di encama vê yekê de YRD (Yekitiya Ragihandina Demokratîk) hate avakirin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk û Îranê bi dehan rojnameger şehîd ketin. Hin ji wan bi êrişên hewayî, hin ji wan dema ji bo xebatekê rojnamegerî yê diçûn qadeke din û hin ji wan jî di eniya şer de ku karên rojnamegeriyê dikirin şehîd bûn.

ŞÎLAN, XELÎL, DENÎZ…

Şîlan Aras (Ayfer Serçe) yek ji wan hevalane ku dixwest lêkolîn li ser kuştinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê bike di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da. Heval Şîlan yek ji wan jinan bû ku xwediya xeyala ku rojek ragihandina jinan a xweser were avakirin bû. Îro li çiyayên Kurdistanê RAJIN vê xeyala waye pêk tîne. Yek ji wan jinên bi werek jî Denîz Firat bû. Denîz Firat li hemberî êrişên DAÎŞ’ê di eniya herî pêş de xebatên çapemeniyê da meşandin û dema xebatên rojnamegeriyê dikir li şehîd bû. Xelîl Uysal ku ji bo rojnemegeri û sînemageriya Kurd taybetji li çiyayen Kurdistanê de bo deryayekî, renas û mamosteyek dema  ji bo projeyekê berê xwe da Bakurê Kurdistanê di encama kemîna dewleta Tirk de şehîd bû.  Disa endamên ragihandina PJAK’ê Raman Cavid, Argeş Bawer, Armanc Merîwan, Hêriş û Firat Çelê 1’ê Gulana 2008’an di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a ser Qendîlê de  tev li karwanê pakrawanan bûn.

LI ŞENGAL Û ROJAVA DE DI ENIYA PÊŞ DE NE

Ala rojnamegeriyê ya berxwedêriyê ku ji destê Mazlûm Dogan ve hat wergirtin îro li qadên şer rojnamegerên Kurd wê alê bê ku yek deqîqet rawestin bilind dikin. Rojnamegerên Kurd ne tinê li çiyayê Kurdistanê îro li Kobanê, Şengalê, Efrinê û Gire Spê  di eniyên herî pêş de xebatên rojnamegeriyê dikin. Di vê berxwedana bi rûmet de li Rojavayê Kurdistanê gelek rojnamegerên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi ked û bedelên giranbuha yên van rojnamegeran îro stêrka rojnamegeriya Kurd li her derê diçirûse.

RAGIHANDINA AZAD BÛ DENGÊ GELÊN KU QET NEHATIYE BIHÎSTIN

Ragihandina azad roja ku ava bûye heya rojnameyê îro bûye dengê ku rejîmen dagirkeran xwestine tûne bikin. Ji bo vî jî di her demê û her derê de bûnê hedefên hêzên dagirkerên Kurdistanê. Li Tirkiye û tevahî Kurdistanê di salên 90’î de bûyerên şewitandina gundan, qetilkirinên ku kujerên wan ne diyar, înfaz, tiştên ku JİTEM’ê kirine, di salên 2000’î de jî qetilkirinên ku Tîma Xençer kirî, qetilkirina Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz, buyerên Peyanîs, Roboskî, Bodrumên Cizîrê, qetilkirina Şahîn Oner, Kemal Kurt û komkujiya Şengalê, berxwedana Kobanê, dagirkirina Efrînê, azadkirina Reqayê û bi dehan bûyerên wiha ku dewletan çavdêriya wan dikirin Ragihandina azad wan bûyeran kişand, nivîsî û nîşanê hemû cîhanê de. Di hemû bûyeran de ragihandina azad bû dengê gelên ku qet dengê wan nehatiye bihîstin û hatiye çawisandin ê wek gelê Kurd, Ermen, Çerkez, Asûr, Kildan Tirkmen û Bellucan.Îro ragihandina azad gihiştiye asta ku ji çapemeniya cîhanê re bibe çavkanî û vî hêza xwe jî ji rabirduya xwe ya 124 salan bi taybet jî ji şehîdên ku di nava van 40 salanên dawî de, li her çar parçeyên Kurdistanê di oxira rêyê heqîqetê de canê xwe dane de digire. Ji ber ku yên rê nîşan didin ewin. Ragihandina azad hêza xwe ji generalên biçûk ên ku di sala 90’an de li Amedê belavkarî dikir digre. Hêza xwe ji Apê Mûsa yê 72 salî ku di 1992’an de li kolanên Amedê hatî qetilkirin digre. Ji Gurbetellî Ersoz a ku jineki serhildêrê Bakurê Kurdistanê bû li Başûrê Kurdistanê şehîd bûyî digre.  Ji Nûjiyan Erhan û Agir Banê ya ku li Şengalê şehîd bûne digre. Ji Şîlan Aras a ku li Rojhilat şehîd bûyî, ji Rizgar Denîz, Fîras Dax, Mistefa Mihemed, Dilîşan, Xerîb Welat ê li Rojava şehîd bûyî digre. ji Denîz Firat a li Mexmûrê şehîd bûyî, ji Wedat Hisên Elî yê ku li Başûr şehîd bûyî û ji dehan şehîdên ku li ser şopa heqîqetê dimeşiyan  û ji bo rastî werin ronîkirin bedel dan digire. Ji bo rastîwerin bihîstin û dîtin endamê ragihandina azad di her aliyê Kurdistanê li çeperên herî pêş de berxwedaniya ku li hemberê  dagirkeran, êrişkaran, kujeran dihatê meşandin de cih girtin. Ev rojnameger bi şopandina rêya rastî û azadiyê bûn sembolên ragihandina azad.

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.