DOLAR
16,9979
EURO
17,5083
ALTIN
964,63
BIST
2.371,25
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
37°C
Diyarbakır
37°C
Açık
Çarşamba Parçalı Bulutlu
38°C
Perşembe Az Bulutlu
37°C
Cuma Parçalı Bulutlu
39°C
Cumartesi Açık
39°C

Di pey Festîvala Filmên Kurd ya Amsterdamê(AKFF) de

Di pey Festîvala Filmên Kurd ya Amsterdamê(AKFF) de
21.05.2022
0
A+
A-

Festîvala filmên Kurd ya Amsterdamê bi beşdarbûna gelek kes û derdorên qedir bilind ji her çar parçeyên Kurdistanê û Hollanda ya ku ev sê rojbûn bi programek têr û tije li darbû di şeva 15 Gulanê de bi dawî lê hat.

AKFF

Ev sala yekem ya Festîvala filmên Kurd ya Amsterdamê bû, her çiqas di sala 2019 de jî hewldanek wisa çêbûbû jî, jiber pandemîya Coronayê ya ku cîhanê tevde dîl girt ev armanc pêk nehatibû. Ji bo vê yekê, em karin bêjin ev cara yekem e ku festîvalek bi vî rengî li ser navê sînemagerîya Kurd, li Amsterdamê ango li Hollanda tê lidarxistin.

Wek ku tê zanîn kar û barên sînemayê û organîzekirina van karan ne erzan in û ne jî hêsan in; jê re destekên madî û kestîyên ku ji dil xwe bi wan karan  re girtine dibê. Di vî warî de Kurdên ku dilsozê çand û kultura xwe ne her çiqas kêm bin jî ne tunene. Rêzdar Kenan Taştan ji Bakurê Kurdistanê yek ji wan kesan e ku bi gelek karên bi vî rengî re derdikeve pêş û hizmetek gelek hêja dike. Em dêna xwe didinê dîsa ji Başûrê Kurdistanê birêz Dîndar Koçer rojnameger û siyasetvanê Kurd tê pêşberî me. Her weha dibê meriv keda xanima hêja Lidija Zelovic ya ku dildar û dosta çand û afirandina kultura Kurdîye jî bîne ziman.

Ji alî din de em dinhêrin kesatîyek ji Rojhilatê Kurdistanê Beri Shalmashi û ji Başûrê Kurdistanê Reber Dosky tên pêşberî me.

Beri Xanim Programegerîya Sereke(Hoofd Programa) girtîye ser milên xwe.

Rêber Dosky jî wek berpirsê Festîvalê û her weha dîrektorîya artîstik girtîye ser milên xwe.

Du kesatîyê ku di warê sînemegeriyê de li Ewropa perwerde bûne, di vî warî de gelek berhem dane, xelat vergirtine û di sînemageriya Kurdî de êdî berbi otorîtebûyînêve diçin, wisa tên pezindan.

Beri Shalmashi

Beri Shalmashi li Parîsê ji dayik bûye, li Hollanda mezin û perwerde bûye û di warê sînemagerîyê de bi senaryonên xwe derdikeve pêş. Birêz Shalmashi geh li Amerika, geh Başûrê Kurdistan û piranî li Hollanda dijî.

Rêber Dosky di 14-15 salîya xwe de hatîye Hollanda. Di mektebên Hollandî de perwerde bûye û di Aqedemîya Sinemayê de xwendîye. Birêz Dosky bi dokunantervanîya xwe derdikeve pêş û filma vî ya Sidik û Piling ji festivala IDFA xelat jî girtîye. Her weha film vî ya Radyoya Kobanê jî ji festîvala Duhokê ya Filman dîsa xelat girtîye.

Rêber Dosky

Kadroya ku Festîvala Filmên Kurd ya Amsterdamê birêve dibin kadroyek hêja ye ku mirov têdighiîje ku dê pêşerojek ji vê festîvalê re hebe û di salên bê de bibe markayek jibo sînemagerîya Kurd.

Gelek derhêner bi filmên xwe  beşdarî li AKFF’yê kirin. Ji van filman gelek yên derhênerên Kurd bûn û zimanê wan jî ekseriyet Kurdî bû lê li gorî gotina birêz Dosky ger filmek ne bi Kurdî be jî lê li ser ‘Kurdan’ be, bi mesele û problemên Kurdan re têkildar be, bes e ji bo karibe beşdarî li festivalê bike.

Her çiqas vê salê jiber ku sala destpêkê bû xelat ne hatibin dayin jî, rêzdar Rêber Dosky dibê sala bê de emê xelatan jî diyarîyî filmên beşdarî bikin û emê destegên madî, wek 5 hezar euro, jî li kesên xelat girtine belav bikin.

Naveroka festivalê li gor xwe tije bû û gelek mehvan jî di Festîvalê de hazir bûn. Mirov kare bêje festivalek hindik lê têra xwe jî rindik bû.

Gelo serkeftî bû? Rexne hebûn?

Belê, her çiqas hinek rexneyên ne gelek girîn hebin jî, bi qaideyê Rêber Dosky, Festîval gekek serkeftî bû û armancên ku dabû pêşîya xwe bi cih anî. Yanê, Sînemagerîya Kurd û kesatîyên di vî warî de xwedî nav û nîşan xwestin bêjin “vaye em jî li vir in û kar û xebatan dikin û dengê xwe hem bi Kurdan, hem Hollandiyan û hem bi cîhanê didin bihîstin”!

Ji çar alîyên Kurdistana me ya rengîn bi 10an mehvan beşdarî li festivalê kirin. Ji Bakurê Kurdistanê em sê rojnameger Baki Karadeniz, Maaz Ibrahimoglu û ez, Mahfuz Yildiz. Ji Hollanda xanima bi nav û deng ya dosta Kurdan rojnameger û nivîskar Frederike Geerdink.

Dîsa, wênesaz(ressam) Ster Ehmedê Neco, Şairê hêja ji Rojavayê Kurdisranê Dilyar Dêrikî. Her weha Gulseven Medan Ceran, Ali Tekbaş, Arda Agosyan û Kawa Nemir. Dîsa Keça Dersimê Meral Polat Trio jî hunera xweya muzîkê pêşkêş kir. Ji xeynî wan navan jî gelek kesatîyên Kurd û beşdarvan hebûn lê mixabîn derfeta ku em li hevûdu bipirsin min nedît.

İbrahim Selman, Dîndar Koçer, Mahfuz Yildiz, Rêber Dosky/ Foto: Maaz Ibrahimoglu

Bi rastî jî tam Kurdistanek bêqisûra kemilî li Amsterdamê di AKFF’yê de amade bû. Min çewên xwe gerandin gelo ji Kurdistana Qafqasyayê ango Kurdistana Sor kes heye lê mixabin min nedît, ku ew jî hebûya resmê Kurdistanê yê resmî, fermî û ya ku, bi gotina cenabê Serok Mesud Barzani, di dilê her Kurdekî de veşar e, ya ku Kek Osman Baydemir di meclisa dagirkeran de destê xwe danî ser qelbê xwe û got “aha di vir de ye” dê temam bibûya!

https://akff.nl

Festîvalê bi filmê Cîran(Neighbours) û rêzdar Mano Xalîl ku derhênerekî ji Rojavayê Kurdistanê ye destpêkir û bi muzîk û helbest û film û sohbet û diwanê heta 3 rojan dewam kir.

Programa Festîvalê gelek tije bû, ger em filmên kurt jî hesab bikin qederê 27 film hatin nîşandan.

Filmê herî balkêş bêşik filmê Berxwedana Kobanê, Resistance is Life bû. Bi saya berxwedana Kobani navê Kurdan, hem siyaseta Kurd, hem jî sînemagerîya Kurd deng da li cihanê.

Ji Rojhilatê Kurdistanê filma Arsalan Amîrî Zalava filmek dinê yê balkêş bû ku balê dikşîne ser civakê û bawerîyên vanî hurafeyî ku civakê bi xwe diêşîne lê haya wan jê tune.

Dîsa filma Sêro Hinde ya Evîn di Rûyê Qirkirinê de; Love in The Face of Genocide ku qala jiyan û dengbêjî û fermanan ango qala Şengalê û Êzidiyan dike gelek berbiçevbû. Bitaybetî dengên zelal yên dengbêj û stranan mirov berbi reng û deng û hisên kûr ve dikşînin.

Disa ji Bakurê Kurdistanê filma Kazim Oz bi navê Rez û filma Haşim Aydemir ya binavê Dema Drîreşkan; Blackberry Season ya ku jiyana gerillayekî bime radigihîne hatin nîşandan.

Her weha, ji çar alîyên Kurdistanê dildarên sinemaya Kurdî û dostên Kurdan amadebûn. Ji ali dinê ve gelek mêhvanên Hollandî jî û Tirk, Azerî, Faris û Ereb jî hebûn. 

Min sohet li gel Tirkek û Azeriyekî kemilan, gotin “em mehvanên Birêz Ibrahim Selman in”. Min got, biradernan em Kurd û Tirk û Azerî gelek ji hev hes nakin lê li vir wisa xwuyaye ku me vê rikberîyê şikandîye, ma ne? Herduyan jî gotin, ev manzaraya vir, ya Amsterdamê di AKFF’yê de dê roj were li Rojhilata navîn jî ava bibe, ev tiştek wisa ye ku kes nikare asteng bike. Min got, maşallah, çi hêvîyên xweş, Xwedayê Dilovanê Rehman û Rehim dengê we bibhîze. Bi keyfxweşî û dilgermî em ji hev qetîyan.

Belê, ya rastî dema min tunebû ku ez beşdarî her sohbetê bibim lê ez tevlî sohbeta li gel Ibrahim Selman bûm. Birèz Selman qala filma xwe kir û pirsên temaşevanan bersîvand.

Rêzdar Selman bi filma xwe ya bi navê Namek bo Babo’- Brief aan Mijn Papa bejdarî festîvalê bû û li gel beşdarvanan sohbet kir.

Ibrahim Selman/ Foto Mahfuz Yildiz, AKFF

Filma rêzdar Selman qala Kurd dike, qala Başûr dike, qala têkçûnê, ewarebûnê, mirinê, qirkirinê û… bêşik serhildan û serkeftin û hêvî û bêhêvîyê dike.

Rêzdar Selman hunera xweya şanogerîyê û nivîsandin û hîtabetê ya ku bi salan kemilîye dide xeberdan û di ser çîrokekî biçûk de, serpêhatîya gelekî, milletekî tîne ziman, serpêhatîya kesekî û malbatekî dike serpêhatîya şoreşan, pêşmergeyan, welat û cîhanê…

İbrahim Selman pirsan dibersivîne/ Foto: Mahfuz Yildiz

Sê caran min xwe ranegirt û rondik, hêsir ji çevên min hatin xwarê, biriyan û ez girîyam li ber filmê Rêzdar Selman. Ez hêvî dikim ku Kurdên her terefê Kurdistan li filma Ibrahim Selman temaşekin da ku têbighîjin bê Başûr çewa bû Başûr, çi êş û zordestî û zalimî derbas kirin û çewa gihiştin van rojan!

Belê, ez her dem dibêm, em Kurd bi êşên hev baş bihesin besî ‘yekîtîya’ me ye. Çi zilm, li ku hatibe kirin li me, ne ku jiber em Soran in, Behdinan in, Kurmanc in, Gor in, Lori in, Zaza yin; Başûr in, Bakur in, Rojava û Rojhilat in û Kurdustana Sor in, jiber ku em ‘Kurd’ in li me hatîye kirin!

Her çiqas Kek Ibrahim bêje “ez bêhêvî me” jî, wek ku xortek malbata vî ji Rojavayê Kurdisranê koçberî Hollanda bûne û Xwedê vî li Hollanda daye, ji dayik bûye, yê 17 salî Royar Ibrahim bersîv da û got “Birêz Mam Selman, emê wê Kurdistan û yekîtîyê bi avayên zanyarî(ne tenê bi çek û sîlah) avakin”!

Bersîvek gelek balkêş ji xortekî ku li diasporayê mezin bûye û bi zimaneki fesîhî Kurdî dipeyive.

Royar Ibrahim xwebexşek ji xebatkarên AKFFyê, Foto: Maaz Ibrahimoglu

Ez jî dibêm qê Rêzdar Selman ji kezeba şewitî wisa diaxive lewra yekcaran ew his tên min jî lê hêvî dengê Kawayê Hesinkar e, Baba Tahir, Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî ye, hêvî ronhniya çewên Kurdan, Başûr bixwe ye, hêvî Rojava ye, Kobanê ye, Şengal e, gerîllayên Kurdistan,  pêşmergeyên Qehreman e hêvî, hêvî Kek Ibrahim, ez û te ne, aha vaye AKFF ye; Kurd êdî zanin çewa derdên xwe bêjin û dengê xwe bi cîhanê ragihînin, hêvî em tev in!

Wêne ji Festîvala Filmên Kurd ya Amsterdamê:

Royar Ibrahim, Foto: Maaz Ibrahimoglu
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.