Herî kêm 31 koçberên ku ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve diçûn, doh, roja Çarşemê ji ber kêştîya wan binavbû mirin. Dema ku penaberan xwestin di Kanala Ingilîzî de(English Channel) ya navbera Fransa û Birîtanye de ye xwe bighînin Birîtanyayê binav bû û ji penaberan herî kêm 31 kes jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê Navxweyî yê Fransa ev yek wek mezintirîn trajediya koçberîyê di vê herêmê de binav kir.
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin got ku ”tê texmînkirin ku 34 kes di keştiyê de bûn. Desthilatdaran 31 laş dîtin (di nav wan de pênc jin û keçeke ciwan jî heye) û her weha du penaber jî sax hatine dîtin û kesek din jî wenda ye hê.”
Li alî din nasnameyên penaberan ne dîyarin ka bê ji kîjan deverên cîhanê hatine.
Hejmara mirovên ku ji pevçûn an xizaniyê direvin her ku diçe zêde dibe, rêwîtiya metirsîdar bi keştiyên piçûk, nederyayî yên ji Fransayê, bi hêvîne ku li Brîtanyayê heqê penaberiyê bidestxin û di derfetên jiyanê yên çêtir bijîn.
Operasyoneke hevpar a lêgerînê ya Fransî-Brîtanî ji bo kesên saxmayî hîna heta derengîya Çarşemê jî berdewam bû.
Her weha lêpirsînek li ser kesên ku simsarîya penaberan dikine de hat destpêkirin û 4 kesên ku şik diwan de diçe hatine girtin.
Li gorî hinek agahîyan ev kesê ku mirine Kurd in lê ev yek hê zelal nebûye!
Hûn dikarin hûrgulîyên nûçeyê ji malpera NPR bixwinin.