5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 5`an de dewam dike. Îro Komîteya amadekar a pêşangehê 13 xwendekarên di refa 12`an de bi ser ketine, xelat kirin.
Îro Komîteya Amadekar a 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîda Herekol ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo tê lidarxistin, xwendekarên ku di ezmûnên refa 12`an de yên beşên zanistî, wêjeyî û pêşesazî li ser asta herêma Cizîrê bi ser ketine, xelat kirin û pirtûk diyarî wan kirin.
Di merasîma xelatkirinê de xwendekarên serkeftî û malbatên wan, endam û hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Jin û Desteya Çandê yên herêma Cizîrê amade bûn.
5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl axivî û 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hemûyan pîroz kir û li ser xelatkirina xwendekaran spasiya Desteya Çandê kir.
Di dawiya merasîmê de bavê xwendekara bi navê Helez Şiwêş, Ebdulxenî Şiwêş wiha axivî: “Dijmin ji xwendina me bi zimanê dayikê ditirse, ji ber wê xwendekar tola me ji dijmin hiltînin. Xwendekar bi serketina xwe li hemberî şerê taybet ê li ser herêmê tê meşandin, disekinin.”